Şaxa OHD’ê ya li Enqereyê rapora li ser kuştina malbata Dedeogûllari eşkere kir


Şaxa OHD’ê ya li Enqereyê rapora xwe ya li ser kuştina malbata Dedeogûllari ya li Merama Konyayê eşkere kir.

Di raporê de hate diyarkirin malbatên Keleş û Çalik ên ku cîranên malbata Dedeogûllari ne, 15 sal in bi awayekî sîstematîk nijadperestiyê dikin û li gorî daxuyaniya malbatê êrişa pêşîn 10 sal berê hatiye kirin. Êrişkaran 10 sal berê bi çekê li malbata Dedeogûllari dane.

Di raporê de hate diyarkirin ku di 12’ê Gulanê de Yahya Çalik, Velî Keleş, Lutfu Keleş, Alî Keleş û Ramazan Çalik bi daran êrişî Metîn û Bariş Dedeogûllari kirine û piştre êrişkaran bi kêr û daran êrişî malbata Dedeogûllari kirine.

Di raporê de hate gotin “Êrişkaran gotine em nijadperestên Tirk in, em ê we Kurdan ji vir rakin. Yaşar Dedeogûllari yê ku di vê êrişê de birîndar bûbû diyar kiriye ku 10 sal in di navbera wan de nakokî hene û sedema vê nakokiyê jî ev e ku ew Kurd in.”

Di raporê de qala raporên derbkirinê jî hate kirin. Di 12’ê Gulanê de êrişî malbata Dedeogûllari hatibû  kirin û di vê êrişê de Bariş, Sîbel, Metîn, Yaşar, Serap, Serpîl Dedeogûllari di vê êrişê de birîndar bûne.

Di rapora OHD’ê de hate gotin “Malbata Dedeogûllari ligel ku 4,5 caran bangî polîsan jî kiriye, êrişkar beriya ku polîs werin ji cihê êrişê reviyane. Malbata Dedeogûllari ji ber ku giliyê êrişkaran kirine, êrişkar hatine destgîrkirin. Di 13’ê Gulana 2021’an de Hakîmtiya Cezayê Sulhê ya Konyayê ya 5’emîn biryar daye ku êrişkar Ayşe Keleş, Lutfu Keleş, Velî Keleş, Alî Keleş, Yahya Çalik, Alî Çalik werin girtin û Îbrahîm Keleş û Ramazan Çalik jî bi şertê kontrola edlî serbest hatine berdan. Piştre Hakîmtiya Cezayê Ayşe Keleş, Yahya Çalik, Velî Keleş û Alî Çalik serbest berdaye. Alî Keleş û Lutfu Keleş hê jî girtî ne.

Di 22’ê Gulanê de jî Ramazan Çalik, Alî Çalik, Ahmet Keleş, Şerîfe Çalik, Hatîce Keleş, Merve Şen, Esma Keleş çêr li malbata Dedeogûllari kirine  û gotine “Telefonî polîsan bikin, bila werin me ji nav destê me derxînin. Hûn bisekinin, em ê ji wir rakin. Bila zilamên me derkevin.

Bariş Dedeogûllari di roportajekê de dibêje êrişkaran li hemberî malbata me biryara parastinê derxistine, tê pêşiya mala me çêran dikin û diçin.

Li cihê êrişê 3 kamera hene. Deşîfrasyona kameraya li hewşê hatiye kirin lê dozgeriyê diyar kiriye hê kamerayên li aliyê çepe û dawiya malê nehatine deşîfrekirin. Di heman demê de hatiye diyarkirin ku êrişkar xizmê wê malbata êrişkar in û hê nehatiye girtin. Li gorî nûçeyên di çapemeniyê de êrişkar birayê Ayşe Keleş e.

Êrişkar berê li hewşê bi endamên malbata Dedeogûllari re diaxive, piştre ji kîsik çekê derdixe, endama malbatê xwe diavêje ser êrişkar, piştre endamên malbatê dixwazin êrişkar bigirin lê êrişkar xwe rizgar dike û ji nêz ve li 7 kesan dide û bi giştî 20 fîşek li endamên malbata Dedeogûllari ketine. Êrişkar piştre çûye wesayîta xwe xwestiye benzînê bîne û xanî bişewitîne, beşeke aliyê li hewşê dinihêre şewitiye û êrişkar piştre reviyaye.”


Source link

About Hooshyar

Check Also

Jinên daişî yên ragirtî hatin berdan – Radio Sweden Kurdish – ڕادیۆی سوید – Radyoya Swêdê

◦ Dozgeriyê di daxuyaniyeke xwe ya duh de ragihand ku du ji wan jinên daişî …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *