Îradeya gelê me ji jenosîd û enfalê bihêztir bû û divê ev yek bo neyaran bibe îbret

“Îradeya gelê me ji jenosîd û enfalê bihêztir bû û divê ev yek bo neyaran bibe îbret”

Barzanî di peyama xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, îro sîh û heşt sal li ser tawaneke mezina rejîma berê ya Iraqê da derbas dibe û dû re wiha got: “Sîh û heşt sal berî niha li rojeke wekî îro rejîma Be’es bi awayeke dirindane heşt hezar zilamên pîr û ciwanên Barzanî li temenên neh sal heta pîremêrên noht salan rapêçê çol û biyabanên Başûrê Iraqê kirin û li wir dirindane hatin komkujî kirin. Ew tawane helqeyek bû ji wê zincîra sîtemkariyaneya li ser zarok û gedeyên gelê Kurdistanê da hatiye, her li bêserûşûn kirina donz deh hezar ciwanên Feylî û Enfala Germiyan û Behdînan û Kîmyanbarankirina Helebçe û deverên dinê Kurdistanê bigre heta asîmîlasyon û veguhestin û êrîşa terorîstan û tawanên li dijî xûşk û birayên me yên Êzîdiyan. Li bîranîna Enfala Barzaniyan da bi pêwîst dizanim spasî cemawerê deşta Hewlêr û Herîr û Soran bikim ku li wan rojên teng û tarî da Kurdane û merdane hevsozê Barzaniyan bûne û yarmetiya wan dane. Spasî kesukarên enfalan û bi taybetî ew dayik û jinên Barzaniyan dikim ku salaneke dûr û dirêj tehemula çaverêyî û êş û azara ji destdana ezîzên xwe kirine û bûne mînaka xweragirî û qehremanî û serbilindiya zarokên xwe ku li ser exlaqê bilind û Kurdayetî û rêbaza Barzanî perwerde kirin û pêgihandin.Ew tawan û zulma di derbarê Barzaniyan û gedeyên dinê gelê Kurd hate kirin li ser Kurdbûn û azadîxwaziyê bû û armanca dijminan ewe bû ku îradeya Kurdayetiyê û azadîxwaziya gelê Kurdistanê têk bişkînin. Lê belê îradeya zarokên gelê me gelek ji zebr û zeng û toqandin û jenosayd û enfalan bihêztir bû û encamê de ew îradeya bilind serket û dijmin jî şikestin û serşorî ji bo wan ma. Eve divê bibê dersa îbretê ji bo neyarên gelê Kurdistanê ku li beranber mîlletê mezlûmê Kurd destberdarê eqliyeta înkarkirin û şoveniyetê bin.”


Source link

About Hooshyar

Check Also

Jinên daişî yên ragirtî hatin berdan – Radio Sweden Kurdish – ڕادیۆی سوید – Radyoya Swêdê

◦ Dozgeriyê di daxuyaniyeke xwe ya duh de ragihand ku du ji wan jinên daişî …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *