Li Mêrdîn, Gever û Amedê qetlîama li Konyayê hate şermezarkirin


MÊRDÎN

Li Mêrdînê rêvebirên HDP’a bajêr, nûnerên sendîkayan û gelek welatî ji bo êrîşa nîjadperest a li Konyayê ku 7 ferdên malbata Dedeogûllari yya ji Qersê hatin kuştin, şermezar bikin li Parka Karayollariyê li hev kom bûn. Polîs biryara Walîtiyya Mêrdînê kir hincet û gotin, dê nehêlin daxuyanî bê dayîn. 

Lê girseyê tevî hemû astengiyan jî daxuyanî da û êrîşa nîjadperest şermezar kir. Piştî daxuyaniyê girse ber bi HDP’a bajêr ve meşiya. Polîsan mudaxileyî meşê kir û 3 kes destgîr kirin. Polîsan her 3 kesên destgîr kirin, li erdê dirêj kirin û destên wan ji paş de kelepçe kirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê. 

AMED

Êrîşa nîjadperest a li navçeya Merama Konyayê ya li hemberî malbata Kurd Dedeogûllari, li semta Ofîsa navçeya Yenîşehîr a Amedê ji aliyê gel ve hate şermezarkirin. Gel dirûşmeyên “Kurdistan, gora faşîstan”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil” berz dike û çalakiya xwe ya li Kolana Ekîncîlerê bi çepik û tilîliyan didomîne. 

Polîsan seranserê kolanê dorpêç kiriye. Esnaf jî tevli çalakiya gel bûn. 

Her wiha Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û parlementer jî tevli çalakiyê bûn. 

GEVER

Bi sedan kesên bi bangawaziya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Gever a Colemêrgê li hev kom bûn, komkujiya li Konyayê şermezar kirin. Gelek kesên li navenda navçeyê li hev kombûn, bi berzkirina dirûşmeyên “HDP gel e, gel li vir e”, “Gever şiyar be, xwedî li vîna xwe derkeve” heya ber HDP’a navçeyê meşiyan. 

Bi sedan kes heya avahiya navçeyê meşiyan. Li vir Parlementerê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî axivî. Temelî got: “Duh 7 canên me, hevrêyên me û xwişk û birayên me kuştin. Ev ne bûyereke şexsî an jî hisûmetê ye. Demildest divê em ji vê ferasetê xelas bibin. Divê em li her derê mafê xwe yê siyaseta demokratîk bi kar bînin. Ya ku pêşî li ber van komkujiyan bigire, têkoşîna me ya ji bo aştî û demokrasiyê ye.” 

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû. 


Source link

About Hooshyar

Check Also

Jinên daişî yên ragirtî hatin berdan – Radio Sweden Kurdish – ڕادیۆی سوید – Radyoya Swêdê

◦ Dozgeriyê di daxuyaniyeke xwe ya duh de ragihand ku du ji wan jinên daişî …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *