Li Hambûrgê li dijî êrişên li ser Kurdistanê çalakî hate kirin


Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger di çarçoveya ‘Pêngava dem dema azadiyê ye’, ji bo naskirina statuya Rojava û êrişên dagirker ên li ser Kurdistanê were bidawîkirin hin çalakî kirin.

Ciwanan li ser têketina îstasyona trênê ya Hambûrgê pankarta bi Elmanî ya ‘Şoreşa Rojava, şoreşa jinan û mirovayetiyê ye’ daliqandin.

Ciwanan piştre derbarê êrişên li ser Şoreşa Rojava û êrişên li ser Kurdistanê belavok belav kirin. Belavok danîn gelek qutiyên posteyê yên bajêr û li gelek cihên navendî ev belavok li gel belav kirin.

Ciwanan diyar kirin wê di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ çalakiyên xwe bidomînin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Keçeke ji Kobanî li ser asta Sûriyê di Kickboxê de bû yekem (Youtube)

Keçeke ji Kobanî li ser asta Sûriyê di Kickboxê de bû yekem (Youtube) Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *