Ji nimûneyên zargotina me – 248

Ji nimûneyên zargotina me – 248

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûçilheyştan me ji pirtûka kurdzan Emînê Evdal ya “Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdada”, ku sala 1965an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Berhema heftan berdewama nivîsa ”EYANBÛNA HELEQETÎYA XÛN-QINÊTÎYÊ EDETÊD KURDADA” ye. Em îro beşa wê a pêncan çap dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

EYANBÛNA HELEQETÎYA XÛN-QINÊTÎYÊ EDETÊD KURDADA -5 

Kurda bona heyfhilanînê wede hesab nedikirin. Eger merîk ji qebîlekê dihat kuştin wekî heyfa wî zû nehata hildan, yeke, gerek silsileta wî, neferêd qebîla wî heyfa kuştîyê xwe hildana, eger ewana heta wî çaxî bariş ne bûbûn. Silsileta merîyê kuştî, çawa ji xûn û qinêtekê, borcdar bûn heyfa kuştîyê xwe hildana. Usa bû edetê kurdayî sal û zemana wekî paşmayîyêd wî edetî îro jî em nav kurdêd me derda dibînin. Derheqa wê yekê rast gotîye Gûkas V. Înçîkyan. Ew dibêje:

”Evana û kurdêd din, wekî ji qebîlekê merîkî bikujin, wê ji qebîla wan jî yekê bê kuştin, hizkî 100 sal jî derbazbe”(21). Bo hilanîna heyfê hene gotinêd kurdaye ”bisek”, ”xûn pêş xûnêva”, wekî sal û zemana ji devê yekî derbazî devê yêd din bûne. Çawa em dibînin, heyf bê silsiletê nayê hildan. Yêd silsileta wana, pizmamêd wana tunebûna, heyf nikaribûn hildana, lê yêd tekmerî ku dixwestin heyf hildana, ewana jî pêşîya gelek çetinaya disekinîn. Eva edeta xênji kurda, çawa me jorê got, nava cmaetêd dinyayê gişkada hebûye, çimkî ew edet grêdaye xûn û qinêtîyêra. Zemanê berê jî bê berek û qebîla xûn û qinêtî, pizmamîya meriv tunebû, edetê wan nav Pişvada, Xêvsûrada jî hebû. Derheqa heyfhilanîna wan M. Kovalêvskîy rind nvîsîye. Wexta F. Êngêls derheqa Îrokêza, şêwra bereka wan xeber dide, usa jî dinvîse derheqa heyfhilanînê, wekî borcekî şêwra bereka Îrokêza jî ew bû, ku pirsa heyfhilanînêva jî mijûl bûya. Ew dibêje:

”Ewê şêwra bereka Îrokêza, kivş dikir qîmetê xûna neferêd berekêyî kuştî (wêrdêld) yan jî pirsa hilanîna heyfa xûnê. Ewê merîyêd xerîb hildida nav bereka xwe. Bi glîkî ew nav berekêda hukumdara here blind bû”(22).

Pey heyfhilanînê, şera û mêrkuştinêra, usa jî pey mirina mêraye tebîyetîra gelek jin diman bî. Wede hebû, ku şerê qebîlara gelek merî dihatin kuştin. Ji jinêd wana geleke cahil bûn, gerek mêr bikirana, hinek ji wana bê zaru bûn, yêd din zarêd wan hebûn. Serkarê berê, mezinê malê ne dixwestin bûkêd wana herin, ji mal û bera wan derkevin, mêrê dereke bistînin. Çawa hebûna wane arizî, paşê jî bona zara, destê xebatê û qewatêd şera kêm nebûna, ser hîmê polîgamîyayê, wekî zûda nav kurdada hebû, tîyê jina bî malda jina birê xwe, kurapê xwe distendin. Ew tîyê ku jina birê xwe stendibû, dikaribû jina wî jî hebûya, wekî ser riknê edet, ewî jina birê xwe pêşinra dikir hêwî. Jinêd tî, hizkî çend hev jî hebûna, dha dibûn hêwîyêd hev. Ewî cûrê zewacêra bi têrmîna ulmî dibêjin lêvîrat. Îro jî lêvîrat nav kurdêd welatê me derda heye, lê nav kurdêd Sovêtîyêda bi temamî hatîye hildan, her merîyêd paşdamayî dikarin tiştê usa bikin. Nha nav kurdêd Sovêtîyêda bi saya blindbûna kûltûra cmaetê, stendina jina birê mirî tiştekî lap şerm tê hesabkirin, pirjinkirin bi zakonê jî hatîye qedexekirin.

Hilbet, gelek jinêd bî nedixwestin tîyêd xwe bistendana, lê çi bikî, edetê kal û bava bû, mala kurd jî pey edetê kevn diçû.

Awa nav cmaeta kurdada, hela dewra berî qûltîyêda destpêkirî heta îro heyfhilanîn heye.

Ji rûyê wê yekê qurne pey qurnara gelek malêd kurda kaf û kûn bûne, bi mîlîyona mêr û jin hatine kuştin. Merîyêd kurd sal û zemana him ji alîyê hebûnê, him jî ji terefê moralîyê niqs bûne, xweda kelijîne. Wexta heyfhilanînê: şerê navbeyna qebîla û nav qebîla, bona kurdêd xebatçî diha zirar bû, çimkî wexta heyfhilanînê temamîya neferêd berê û qebîlê şer dikirin. Ew qewmandina cmaetîyê ji qurna arxayîk tê.

”Xemxurîya bona xweykirinê,- dibêje M. O. Kosvên – temamîya qebîlê mecbûr dike, ku rabe ser piya bo xweykirina nav û dengê xwe, hizkî merîyê xeyîdî jî qebîlêda hebe, heyfhilanîn dibe deynê neferêd qebîlê, şuxulê helalîyê, borcdarîya bukur”(23).

 

  1. WEXTÊ BÛYÎNA ZARA

Çawa wexta qewmandinêd jorê me got, usa jî wexta terbîyetkirina zara, nav kurdada kivş dibe heleqetîya neferêd berêye xûn û qinêtîyê. Ew heleqetî, berê ewlin ji alîyê nêzîkbûnê, ji terefê zara û dê-bavêd wan dihat eyankirin, çimkî ji alîyê xûn û qinêtîyê yêd lape nêzîkî hev dê, bav û ewledêd wanin, usa jî xûşk û bira, paşê kurap qîzap, kurxal, qîzxal, kurmet, qîzmet, kurxatî, qîzxatî, xal, û xarzî û yêd din.

Çawa em zanin, terbîyetîya zara ser hîmê xûn û qinêtîyê, pizmamtîyê dihat derbazkirin, lema jî em dikarin bêjin, wekî terbîyetîya dê û bavê, bona zarêd wana nav temamîya kurdada cîyê pêşin digirt. Wê şûnda, dor û ber jî bona terbîyetîya zara faktor bû.

Wexta em derheqa terbîyetîya zara xeber didin, gerek berê ewlin ber çevê mebe heleqetîya zara û dê, bavêd wan, paşê merîyêd mayîne din, neferê bera, qebîla.

Berê, temamî hildayî, terbîyetîya mekteba nav kurdada lap kêm bûye, cîna jî qet tunebûye, çimkî ji kurda ji hezara yekî dixwend. Terbîyetîya wana hîmlî ser riknê edetê kal û bava bûye.

Bona merîya derheqa terbîyetîya zara rind zanibûya gerek pê bihesîya, gelo zaru bi dê û bavin, yêd jina bîne yan na? Gelo ew zaru yêd dewletîyanin, axa, beganin yan ji malêd kesîbane? Gelo dya zara yan jî bavê wan ji kîjan merîyanin, ji terêqêne yan ji mirîda? Wê şûnda, malda firqîya zarêd jina mirî û sax usa jî heleqetîya jina bi hevra çawane? Gelo jinêd bî ji alîyê xûn û qinêtîyê çiqasî nêzîkî hev bûn?

Edet hebû, kulfetê kurd bo malê, berê, qebîlê bûyîna zara kurîn bextewarî hesab dikir. Ew malêd zaru têda zef bûn, jêra digotin: mala bextewar, pizmamêd bextewar, lê mala ku zarêd wan tunebûn, jêra digotin bextê wê malê tune. Başqe gotî, wexta kur dibûn, wî çaxî neferêd malê gelekî şa dibûn, çimkî çaxê mêrê malê, berê, qebîlê zef bûna, wî çaxî pir dibû qewata berê, qebîlê, him ji alîyê malhebûnê, him jî ji alîyê pirbûna mêrêd qebîlê, destêd şera, xebatêda, lema jî wexta malda kur dibû, ser hîmê pizmamtîyê, berê ewlin bira-pizmam şa dibûn, paşê cînarêd xêrxaze ne pizmam. Ewana diçûn mala, ku jêra kur bûbû, pêşkêş dibirin, çevronayî didan wan. Bo wê yekê carna jî kêf teşkîl dikirin, usa jî şa dibûn ew terêqêd, ku wê malêra grêdayî bûn, yanê neferê malê mirîdê wê terêqê bûn. Ewana jî ser wê fikrê bûn, wekî ew kurê tezebûyî bi ”qewata ocaxa wan bûye”, ”ocaxa wana zore” û gilîyêd din, çimku mella, şêx û pîra bûyîna zara, kura bi hebandinêra grêdidan. Ew yek xapandin bû, bo kara terêqê bû.

Nha gerek bê nîşandayîn gelo mala kurdda cîyê pêşin didan kîjan zara? Hêwîya zû firqî dikirin orta zara, Em bêjin eger ji hêwîya yek qîza axa bûya yan jî ji maleke nav û deng, wî çaxî ewê dixwest zarêd xwe ji zarêd din ayrî bikira, bona malda ew zaru delalî xweykirana her mecal-mikan dest dianîn, bona firqî biketa orta zara, lê her malada usa nîbû. Xweykirina zarêd delalî wa bû: ne dihiştin ku ew bixebitin, ji alîyê kincxwekirinê û xarinêda jî firqî dikirin orta zara û yêd mayî. Bona wê yekê pir cara malêd kurdada şer pêşda dihat: kutan, qalmeqalm.

Nav cmaetêd dora kurdada – nav hinek ermenîyada, adrbêcanada û yêd dinda derheqa zarêd kurd hebû ev fikirmîşbûna hanaye ne rast, digotin – mêrê kurd dixweze, wekî qîzêd wî zefbin, bona qelen bistîne. Ew şaşîye, çimkî berê, nîvê qelenî pir, hela cî-cîna temamîya qelen bûkêra dikirin cihêz, paşda vedigerandin mala xezûrê wê. Ya rast ewe, wekî ji kurda nîvê pirê bi dil û ceger dixwestin, wekî wanra kur bibin. Me derheqa menîya wê yekê jorê gotîye, dha em naxwezin biwekilînin.

Riknê vê femdarîyê hela berî formasîya qûltîyê, zemanê patrîyarxatê hebûye, yanê wexta bereka. Wekî mêrêd berekê hindik bûna, wî çaxî ew berek sist dibû, wextê şera û qewmandinêd mayî dikarbû zû bihata altkirin, batmîşkirin, lema jî zemanê berektîyêda rola mêr bona neferêd berekê gelekî mezin bûye û bûyîna kur timê ser bûyîna qîzêra hesab kirine, kur cîyê pêşin girtîyê, lê qîzê cîyê duda. Vêderê kur, himberî qîzê kirî, mala kurdada dha blind dihat hesabkirin ne bo wê yekê, çawa dibêjin merîyêd paşdamayî  ”jin xwedêda belengaze, nqisî bûye”. Me li jorê got, wekî çima kur himberî qîzê kirî zêde hesab kirine. Kur wextêda silsileta berekêye hîmlî, ya qebîlê û eşîretê dihat hesabkirin. Kurdêd qebîla Hesenlerêd Laçînê kurêd xwera dibêjin: ”Ruhe tî” (ruhê gund), ku nîşan dide, wekî nav Hesenlerada kur çiqasî blind hatîye hesabkirin. Vêderê navê ”ewled” nayê dayîn, tenê heye navê ”kur”.

Bi gotina bnelîyê wê nehîyê, yê gundê Mînkendê: Mûsayib Axûndov,- kur xweykirîyê ocaxêye, ji silsileta kulfetekî, wekî sal û zemana, bi neslî pey hevra hebûye. Bona şênkirina ocaxê, xweykirina silsiletê, kurdêd Laçînê peyê wê jinê didan û gelekî jî jê hiz dikirin, ya ku kur danî. Eva ruha nav temamîya kurdada hebûye û nha jî paşmayîyêd wê hene.

Jinêd kurd mecal-mikan dest danîn bona kur jêra bibin. Lema jî ebûbetî li ziyareta dikirin, qurban didan, diçûn ber ocaxêd şêx û pîra, mella gazî xwedê, Mehemed, Melekîtaûs dikirin, destbi mecalê mogîyê, dermanê cmaetê dikirin û yêd mayîn. Derheqa kurada kurd dibêjin:

”Ew ocaxe temirîye, wekî kur têda tunebin”. Çawa edetê kal û bava qedr û qîmetê wê jinê mala kurda pirbû, zmanê wê jî drêj bû, ya ku kur dianî, hela serbestîya wê jinê dighîşt wê derecê, wekî ewê gelek neferêd malêra, tîyêd xwera aza xeberdida.

Bûyîna kura bo qebîla dijmin melûlî pêşda dianî, lê bo ber, qebîla xwe çevronayî û bextewarî. Mala kurdada zaru qasî merîyê mezin dihat hesabkirin.

Wexta kurek yan jî qîzeke biçûk ji berekê, qebîlekê bihata kuştin, eger barişî li ortê hebûya, heqê xûna wê zara kuştî qasî heqê merîyê mezinî kuştî dihat hesabkirin.

Heyfa zara kuştî jî ji dijmin hildidan usa, çawa heyfa merîyê mezin. Nav kurdada jin hindik dihatin kuştin, çimkî hîmlî mêra şer û dew dikirin, paşê jina. Edetekî kurda jî, wekî nîşandayîna wî bo terbîyetdarîya zara mezin bû, ew bi zara şabûne. Nav gelek qebîlêd kurdada, nav Hesinîyada, Zuqurîyada û yêd dinda dê û bava bal merîyêd mezin şerm dikirin bi zarêd xwe şabûna, lê bal qebîlêd Hesenlerêd Laçînê usa nîbû. Ewana pêş hemûyava, aza bi ewledêd xwe şa dibûn. Eva nîşan dide, wekî Hesenlera dha pêşin. Wê şûnda nav hinek qebîlêd kurdada edet bû, zarêd pizmamêd xwe dibirin malêd xwe, çend meha xwey dikirin. Ew çawa pizmam zarêd mala wan dihatin hesabkirin, ser prînsîpa pizmamtîyê dihatin terbîyetkirin. Zarêd wana bi hevra dilîstin, dixarin, vedixarin. Neferêd malê timê ew şîret dikirin, wekî ”ewana bira-pizmamêd hevin”,  ”ewana ji xûn û qinêtekêne”, ”lazime timê pişta hevbin”, ”ser hev bên kuştin”, ”stirîyê ber çevê dijmin bin” û glîyêd mayî. Ev fikrana grêdayîne heleqetîya pizmamtîyêra.

Wan şîreta gelekî tesîleyî ser zara dikir. Bi wî celebî zaru bi ruhê pizmamtîyê dihatin pijandin. Ya rast jî usa dibû. Wexta şer û dewa ser hîmê wê terbîyetîyê zarêd pizmamê hev diçûn pişta hev, hevdu xwey dikirin. Ew yek nav ruhê wanda dibû xûn û qinêt, dha ji nav wan dernediket heta mirinê û ewê yekê zirar dida wan.

Terbîyetî û şîretêd usa nîvê pirê odada, otaxada dihatin kirin, wexta êvara kurd dicivîyan, ji xwera şevbihêrî dikirin, qise dikirin, çîrok digotin, distiran û yêd din.

Hilbet, zaru diçûn malêd nasêd din jî, wekî pizmamêd wana nîbûn, lê ewana xelq dihatin hesabkirin, ji wana temam îna nedikirin. Ser hîmê nasîyê, dostîyê kurda zarêd xwe nedişandin nav qebîlêd dijmin.

Eva nîşan dide paşmayîyêd edetê berekayî sal û zemana, heleqetîya neferêd bereka, wekî bona hev bûn, bona xweykirina malhebûn û namûsa xwe hevra dibûn pişt û guman, tifaq, wexta qewmandinêd giran şer dikirin mqablî dijmin.

Her welatê meyî Sovêtîyêda nav kurda terbîyetîya qebîlêye usa bi temamî hatîye hilanîn, lê nav kurdêd welatê derekeda hela qewîne. Zaru bi wî teherî dihatin terbîyetkirin, wekî gerek gura dê û bavê xwe, kalikê xwe, kevanîya malê, jina malêye sere bikirina, usa jî gerek pizmama gura serkarêd ber û qebîla xwe bikirina. Ew yek paşwextîyê bo zara, cahila dibû xwestina temamîya neferêd qebîlê, bera û pizmama.

Wê şûnda, ji alîyê xûn û qinêtîyê, rola jina kurde sere, kevanîyê malda gelek bû, Ew timê zarara grêdayî bû, serkarî li wan dikir, lema jî tesîletîya wê ser zara pir bû.

Jinêd mîna jina kurde usa, qedandina rola xweva nav cmaet, mletêd dinda jî hebûne û îro jî hene. Bi wê yekêra grêdayî, derheqa jina usa, ya serkar M.O. Kosvên dibêje, wekî li Osêtîya penzerê başqe gotî patronîmîyayêda, jina os ji alîyê terbîyetkirinê û serkarîkirinêda roleke mezin diqedandin(24). Eva yeka nîşan dide, wekî ji alîyê terbîyetkirina zara jî edetê osa û kurda mîna heve.

Ew zaru, cahilêd ku gura pîrê, mezina dikirin bi ”merîfet û terbîyetkirî” dihatin hesabkirin.

Wekî usane, malda bûya, derva bûya, wexta qewmandinêd gran; mêrxasîyê, şera, heyfhilanînê, usa jî lîstikê, dewata, kêfê û şînê, zaru ser hîmê ruhê pizmamtîyê, xûn û qinêtîyê dihatin terbîyetkirin, çimkî çawa me jorê got, terbîyetîya mekteba nav kurdada tunebû.

Awa, kurda sal û zemana bi emrjîyîna patrîyarxal, edetê kevnî pizmamîyêda derbaz dikirin. Her zemanê Sovêtîyêda pareke kurda (kurdêd Sovêtîyê) elîfba teze dest anîn, cûrê terbîyetîyê hat guhastin. Nha zaru bi ruhê komûnîstîyê tên terbîyetkirin, ewana dixûnin, ro bi ro pêşda diçin, tên cêrbandin, qal dibin welatê xweyî Sovêtîyêda.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza


Source link

About Hooshyar

Check Also

Li Elmanyayê Konferansa Enternasyonala Kurd

Konferansa Enternasyonala Kurd li bajarê Kolnê ya Elmanya destpêkir. Şoşereşger, femînîst û ekolojîstên ji her …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *