Berhemên kurdzanên me – 248

Berhemên kurdzanên me – 248

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê serîyek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Nivîs ha tê binavkirinê: ”Pirsa kurdan di dawîya şerê hemcihanê yê dudan da”. Îro em beşa wê a pêncan çap dikin. 

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin ji alîyê weşanxaneya Roja Nû da çap bûne, ya 3an Weşanxaneya Weqfa Riya Azadî li Anqerê çap kirîye. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl 

 

Pirsa kurdan di dawîya şerê hemcihanê yê dudan da -5 

Ji van belgenameyan xuya dibe, ku ya pêşin – hukumeta Sovyet wek berê ser wê bawerîyê bû, ku ew li Azirbêcana Îranê û Kurdistana Îranê xwedî û xudan e û wek berê rewşa li herêmê ya sîyasî di bin kontrola wê da bû, ya dudan – bi her awahî hewil dida nehêle rewşa heyî xirabtir bibe, ku dikaribû bibûya sebebê serî hildana problêmên navbera miletan û ev yek wê zirar bida berjewendîyên Sovyet yên leşkerî-sîyasî, ya sisîyan – hewil dida nehêle, ku Tehran ji heq û hesabên kurdan bê der. Meriv dikare bêje, ku dawîya şêr çiqasî nêzîk dibû, Moskva li ”pêşenîya” Îranê xwe ewqas zêde bi bawer didît û dema lazim bûya, wê bikaribûya meseleya kurdan ji bo berjewendîyên xwe bi kar banîya. Eva ji tevgera kurdan ra dest dida û kurd wê îdî ji wê fikira Molotov zêde netirsîyana, ku di sala 1942an da gotibû: di pirsa kurdan da gelekî hesas û fesal bin. Eva yeka bi awayekî erênî tesîr li ser pêwendîyên Sovyet-Kurdistanê li Îranê, û ne tenê li wir, kir.

Em wê jî bêjin, ku derheqa wê yekê da zelalîyek tune, ka sîyaseta Sovyet di hindava kurdan da li herêma Bakur-Roava Îranê di salên 1944-1945an da û herwiha berî wê jî, çawa bûye. Lêkolînerên Sovyet, ku mecbûr bûn xwe li xeta fermî bigirin, zêde hewil ne didan rastîyê dîyar bikin, îranîstên Roavayê, ku di bin destên wan da belgenameyên bi bawer tunebûn, bîr û bawerîyên ji hev cuda digotin. W. Eagleton, ku haya wî ji hemûyan zêdetir ji kar û barên kurdan yên wan deman hebû, nivîsîye, ku ew sîyaset ne ya herdemî û biryarkirî bû. Ji bo nimûne, qumandarê Sovyet li wê herêmê gênêral Atakçîêv pêşî Şêx Ebdulle efendî Geylanî kivş kir wek welîyê beşa bakur ya Kurdistana Îranê, lê paşê ji fermana xwe paşda vekişî, bi sebebê, ku ew xudêgiravî cesûsê Îngilîs e. Paşê ”wek tecrûbe”, Emir xan Şerîfî kivş kir, û tenê di havîna sala 1945an da leşkerîya Sovyet bawerîya xwe bi Qadî Muhemmed û ”Komalê” anî105.

Wan deman hema bêje hemû nasyonalîstên kurd yên Îranê, di nav wan da herwiha serekeşîrên konsêrvatîv jî, xwe li xeta Sovyet girtibûn. Wana dida ber çavan, ku Yekîtîya Sovyet li herêma kurdan hema bêje kontrola leşkerî-sîyasî daye testîqkirinê, ne dihîşt hêzên Îranê yên leşkerî-sîyasî zêde nêzîkî herêma wan bin û piştgirîya tevgera kurdan ya miletîyê-azadarîyê dikir, soz dabûyê di dema çareserîya pirsên piştî şêr da wê alîkarîya wan bike bona daxwazên wan yên miletîyê bêne pêkanînê106.

Mesele bi dêklarasyon û sozdayînan va xilaz ne bû. Di sala 1945an ya serketinê da nûnerên Sovyet li Îranê û Pişkavkazê bi serekên kurdan ra ketine nava pêwendîyan, alîkarîya heralî dane wan. Qadî Muhemmed û serkêşên kurdan yên din gelek caran bona hevraxeberdanan hatine vexwendinê paytextê Azirbêcana Îranê û navbenda sereke ya hukumê Sovyet – Tewrêzê. Ewana cara dudan çûne Bekuyê (wisa xuya ye, di dawîya havînê an jî destpêka payîza sala 1945an da) û li wir hevraxeberdan hatine derbazkirinê bi serekên Azirbêcana Sovyet û nûnerê Krêmlê alîyê pirsên Îranê, Azirbêcanê, kurdan M. D. A. Baxîrov ra.

Gorî agahdarîyên W. Eagleton, M. D. A. Baxîrov mafê kurdan bona serxwebûnê û damezirandina dewleta xwe nas kir, lê temî da di wê pirsê da bi lez nekevin û di ser da zêde kir, ku azadîya kurdan wê piştî serketina hêzên gel ne tenê li Îranê, lê herwiha li Îraqê û Tirkîyê bi cî bê. Bi bawerîya wî, niha gerekê daxwazên kurdên Îranê bi xweîdarekirina di goveka otonomîya Azirbêcanê da bê sînorkirin. Qadî Muhemmed bi awayekî tund bi vê yekê ra razî ne bû û got, ku ji kurdan ra otonomîya dervayî Azirbêcana Îranê lazim e. Baxîrov dij derneket û bi gotinên ne gelekî zelal va sozê serxwebûnê da kurdan. Ewî soz da, ku wê alîkarîya peretî (herwiha ne tenê çekên sivik, lê tank û balafiran jî), dem û dezgehên çapxaneyê bide wan û wê destûrê bide kurd li Yekîtîya Sovyet fêrî karê leşkerîyê bibin.

Hevraxeberdanên Qadî Muhemmed bi Baxîrov ra di hêla sîyasî da bê encam bûn. Wisa xuya ye, ku Yekîtîya Sovyet girêdayî kutabûna şêr ra li benda çareserkirina pirsa Îranê bû û çaverê bû ka tevgerên miletîyê yên azirîyan û kurdan wê çawa xilaz bin. Hevraxeberdanên bi Qadî Muhemmed ra li Moskvayê û Bekuyê qîmet dikirin wek peydakirina hevalbendan bona perçekirina Îranê, bona ne tenê axên azirîyan jê biqetînin (M. D. A. Baxîrov ew ax herdem bi nav dikir wek Azirbêcana Başûr, di fikira wî da hebû di paşdemê da wê axê bi Azirbêcana Bakur ra, ango bi Azirbêcana Sovyet ra, bigihîne hev û wana bike bin serokatîya xwe), lê dibe axên kurdan jî (ku Yekîtîya Sovyet nizanibû di wê pirsê da xwe çi helwêstê bigire). Em bêjin, ku Qadî Muhemmed tesîreke mezin li ser Baxîrov ne hîşt. Baxîrov wî û ”Komalê” ji bo bêkarîyê rexne kir, bangî serekê kurdan kir bikevine bin alaya Partîya Dêmokratîyê ya Kurdistana Îranê, ku nû hatibû sazkirin (PDKÎ) û şikberîya xwe dîyar kir, ku Mustefa Barzanî, ku îdî hatibû Mehabadê, cesûsê Îngilîs e107.

Em wê jî bêjin, ku di dawîya şêr da di navbera serekên kurdan û nûnerên Sovyet ra, herwiha bi kesên derece bilind ra, hinek encamên baş dan. Firotana çekên Sovyet zêde bû (wan çekan zêde dişandine Mehabadê, piranî jî çekên sivik bûn û kurdan tank û balafir ne sitendin), di hêla hûmanîtarîyê jî alî kurdan dikirin. Di îlona sala 1945an da konsûlê Sovyet li Rizayê Haşîmov li Mehabadê navbenda kûltûrî vekir. Dem û dezgehên çapxaneyan anîne vira. Lê alîkarîya Sovyet ya peretî û sîyasî zêde ji bo ”Komalê” bû li Mehabadê û hema li wir navbenda sereke ya hukumê Sovyet di nav kurdên Îranê da saz bû.

Femdarî ye, ku çima Mehabada paytextê Kurdistana Mukrîyê hate hilbijartin. Meriv dikare bifikire, ku di hêla berjewendîyên gêopolîtîkî yên Yekîtîya Sovyet da baştir bû serdestîyê bidine navçeyên bakur yên Kurdistana Îranê (deverên Rizayê, Şahpûrê, Makuyê), ku nêzîkî sînorên Yekîtîya Sovyet in û leşkerên Sovyet piranî li wir hatibûn cîwarkirinê. Lê pirsa azirîyan dibû asteng, ku di çavên serokaatîya Sovyet da (herwiha di çavên nûnerê sereke alîyê pirsên Îranê-Azirbêcanê-Kurdistanê Baxîrov da) xwedî giranîyeke diha zêde bû. Li Bakur-Roava Îranê azirî di hindava kurdan û miletên kêmjimar yên din da piranî bûn. Lema jî alîkarîya leşkerî û ya mayîn ji Yekîtîya Sovyet piranî ji tevgera azirîyan ya miletîyê ra diçû. Di navbera nasyonalîstên kurd û azirî da him di dema em li ser disekinin da, him jî paşê dijberîyên sert û nesafîkirî hebûn, ku bingehê wan cudatîyên di hêla êtnîkî û dînî da bû (azirî şiyî bûn, piranîya kurdan jî sunî bûn) û serokatîya Sovyet zêde hêvîya xwe dida ser azirîayn (gorî înstrûksyona berê ya Molotov). Wek ku W. Eagleton rast texmîn kirîye, otonomîya kurdan ya di destpêka sala 1946an da îlankirî himberî otonomîya azirîyan (wana otonomîya xwe di 12ê çileya pêşin sala 1945an îlan kirin) “lawê ne helal” yê Sovyet bû108. Em wê jî bêjin, ku him nasyonalîstên kurdan, him jî yên azirîyan hewil didan bi hev ra bikevine nava hevkarîyê û tevî karên hev nebin. Em wê jî bêjin, ku di dema vekirina assamblêya miletîyê ya otonomîya Azirbêcanê da 5 dêlêgayên kurd jî hebûn bi serokatîya Seyf-î Qadî.

Bi vî awahî, pirsa kurdan li Bakur-Roava Îranê ji bo Moskvayê û Bekuyê rola duwemîn dilîst. Lê eger em bêne ser beşa başûr ya Kurdistana Îranê (başûrê Sekiizê), em dikarin bêjin, ku li vira Yekîtîya Sovyet qet hewil jî ne dida eşîretên kurdan bîne alîyê xwe. Li vê navçeyê opozîsyoneke xurt ya dijî hukumê Sovyet hebû ji alîyê îngilîsan û serekên kurdan yên konsêrvatîv da, ku bi wan ra ketibûne nava hevkarîyê û ji wana yê herî bi nav û deng Qasim axa Îlhanîzade bû, ku neyarê Qadî Muhemmed û xeta wî ya “stalînîyê û bi mêlgirtina Sovyet” bû. Terefdarên Qasim axayê ji eşîreta Debokrî, ku ew bi xwe jî ji wir bû, li ser bingehê xeta dijî Sovyet bi serleşkerîya ordîya Îranê ya başûrê welêt gênêral Homayunayî ra pêwendî danîn. Lê dîsa jî ji nav serekên kurdan da jimara yên wek Qasim axa dijî Sovyet pir nîbû. Piranîya kurdên Îranê hêvîya xwe danîbûne ser alîkarîya Sovyet û bawerî pê dianîn109.

 

(dûmayîk heye)

 

105 Eagleton (Jr.) W. The Kurdish Republic, rûpel 41-42.

106 Dîsa li wir, rûpel 42.

107 Dîsa li wir, rûpel 43-46.

108 Dîsa li wir, rûpel 59.

109 Dîsa li wir, rûpel 58.

 

Riataza


Source link

About Hooshyar

Check Also

Li Elmanyayê Konferansa Enternasyonala Kurd

Konferansa Enternasyonala Kurd li bajarê Kolnê ya Elmanya destpêkir. Şoşereşger, femînîst û ekolojîstên ji her …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *