Li Benda Şorne Devoka Sirûcê


Bi nîvroyeke disincire, li Sirûcê, li çayxana li pişt qeymeqamlixê me.

Çayçi jiber kamera û komputera min, min xerîb dihesibîne, dixwaze bi min re dîyalogeke bi Tirkî çêke, lê ez dixwazim şorne devokî ji wî bibihîsim û bi Kurmancî li wî vedigerim. 

Berê çend çay, dûre kuşburnu ya ez pir paşê elimîme Kurmancîya wê şîlan e tê ji min re, bes û ez çayci ti dîyalogê çênakin bi hevdu re. 

Loma guhên xwe didim ser sohbetên li dora min çerx dibin ku tiştekî ecêb bibihîsim. 

Gî mêr, li kêleka min hinek behsa puanên KPSSê dikin, lê pêş min hinek behsa çandinîyê.

-Jin û mêr, keç û kur kanin li kafeyên Sirûcê bi hevdu re rûnin, lê li çayxane û qehwexaneya rûniştina keç û jinan eyb e hîn.-

Eyb ji me wêde werga li dera han, çayçi çayekê ji xortekî nû rûniştiye re tîne û dîyalogeke devokî ya ez li bendê me datîne. 

”Kêrê’y la ti? Nê’y xanê?” 

”Digerime ji xa ra..” 

”Bigerrre, ma xemma xirrî te’y?” 

”…”


Source link

About Hooshyar

Check Also

Bexdad.. 18 mûçekên ji bo êrîşê hatibûn amadekirin hatin girtin

Bexdad.. 18 mûçekên ji bo êrîşê hatibûn amadekirin hatin girtin Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *