RINDIK: Erdogan Tirkiye şilût kiriye

Li Meksîkayê parlamenterekî li meclîsê xwe tazî kiriye û ev axaftina kin kiriye:

”Dema min xwe tazî kir min şerm kir, ma dema we welat şêland we şerm nekir?


Erdogan, misilmanên tirk Tirkiye şilût kirine, lê mêrekî wek vî parlamenterê meksîkî ji nav tirkan dernakeve. Welatek, miltek teslîmî şexsekî bûye. 

XXX 

Erdogan ji zilamên xwe ra gotiye bersîvê nedin Sedat Peker.

Çimkî zane bivik tê da heye.

Herdu jî mişkên qulekê, dizên neqebekê ne. Peker kane dawa
wî bavêje ji ser serê wî da. Bi hev ra gelek dafik qetandine.

Lema jî dibêje bersîvê nedin Peker.

Bala xwe bidinê, heta nuha gotineke tahl ji Sedat Peker ra
negotiye, navê wî negirtiye devê xwe.

Ji dêlî bersîvê bide îdîayên Sedet Peker, êrîşî Gulen dike.
Gurekî kone ye, nikane bi kerê, dibeze kurrî (dahşikê).

Lê ez dibêjim ew çi bike jî ev îş ewê fire bigire, ev pîsî
ewê pir bîn bide.

XXX

Hûn guh nedin fortên Erdogan, taliya wî nêzîk e, ewê bela
xwe bibîne. Aynê miletê kurd çawa ji Seddam ra nema, ewê ji wî ra jî nemîne.

”Heger zalim bi israr zulma xwe didomîne, bizanibin ku
dawîya wî nêzik e.

Heger mezlûm jî bi israr li ber xwe didin bizanibin ku
serfirazî nêzîk e.”


Source link

About Hooshyar

Check Also

Dîbeyt: Gotûbêjkirina pirsgirêkên ciwanên rojavayê Kurdistanê û dîtina çareseriyê (Youtube)

Dîbeyt: Gotûbêjkirina pirsgirêkên ciwanên rojavayê Kurdistanê û dîtina çareseriyê (Youtube) Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *