Divê hikûmeta Iraqê hêzên êrîşkar ên neyasayî ceza bike!


PeyamaKurd – Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê Wayne Marotto bal kişand ser êrîşên milîsên çekdar bi ser baregeha leşkerî ya Beled û Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê û got, êrîşên berdewam li ser rayedarên saziyên fermî yên Iraqê gumanê çêdikin.

Wayne Marotto, derbarê êrîşên ser Baregeha Asmanî Beledê û Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê de daxuyanî dan û diyar kir, êrîşên berdewam li ser rayedarên saziyên fermî yên Iraqê gumanê çêdikin.

 Marotto herwiha destnîşan kir ku êrîşên li ser Iraq Herêma Kurdistanê û Hevpeymaniya Navdewletî nayên qebûlkirin û ew dê bi awayê herî tund bersiva wan bidin.

Wayne Marotto ji bo hikûmeta Iraqê jî got, “Divê hikûmeta Iraqê bi awayekî cidî li ser van êrîşan lêkolînê bike. Pêwîste hêzên neyasayî û aloziyê derdixin bên cezakirin.”


Source link

About Hooshyar

Check Also

Hecî Kirbaç bi simbêlên xwe bala xelkê dikşîne û li ser asta Tirkiyê yekem derketiye (Youtube)

Hecî Kirbaç bi simbêlên xwe bala xelkê dikşîne û li ser asta Tirkiyê yekem derketiye …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *