Sancar: Kî di meseleya Kurdan de îmhayê bide ber xwe, wê hilweşe


Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar li civîna komê ya partiya xwe axivî.

Sancar diyar kir rizandan û pişaftina ku desthilata Tirk ava kiriye, dewleta Tirk kiriye rêxistinên mafyatîk û sûc.

Sancar got, ”Îro tiştên ku derketine holê ji kesî ji me re xerîb nayên ,ji me re qet xerîb nayên. Em ji berê ve bi vê gemariyê dizanin û sedemên wê jî xweş dizanin. Dema ku desthilatek meseleya Kurd înkar bike, bi nêzîkatiya çekdarî were wê birize. Ev rizîbûn dewletê jî civakê jî dirizîne. Em ji salên 90’î dizanin, bi hezaran, bi deh hezaran bi rengekî ‘kiryar nediyra’ hatine kuştin, bi hezarna gund hatin şewitandin, bi milyonan Kurd ji şûnwarên wan hatin kirin û ya ku ev kirî ew hişmendiya rêveberiyê ya bêyî exlaq e…Çi bû? Her dever bû taxa sûc.  Her cure qeçaxî, têkiliyên mafyayî li her deverê berbelav bûn. Meseleya sereke ev e.  Desthilatên ku di meseleya Kurdan de îmha û înkarê weke tekane rê nîşan didin civakê jî û dewletê jî dirizînin. Em hewceyî pê nabînin ku yek bi yek li ser wan vîdeoyên li meydanê rawestin, her wiha em pê dizanin ku ev  ev tenê parçeyek biçûk a ji rastiyê ne, em ji kana meselê çavVên xwe nedin alî. Filankes bêvan kes wiha got, na, em bibînin bê ka em çilo û çima hatine vê rewşê, em vê bibînin. Sedema sereke ya ku îro em hatine ivr hişmenidya înkar û îmhayê ya Kurdan e. Wê demê hûn mecbûr dimînin ku têkevin eynî kîsê ku bi marêj jehrî tije ye. Serokê AKP’ê xweş pê dizane bê ka ev çiye.”

Têkilî meseleya Israîl-Filîstînê jî Sancar got bi çarçoweya hişmenidya enternasyonal ew piştevaniyê li gelê Filîstînê dikin, her wiha bi bîr xist li nav civaka Israîlê jî derdoreke berfireh heye ku rastiyê, dadmendiyê û aştiyê dixwazin, her êrîşa rêveberiya Israîlê derdikevin holê.

Sancar her wiha got çareseriya meseleya Israîl-Filîstînê ne bi rêya çar, tundî ye, bi diyalog û muzakereyê ye.


Source link

About Hooshyar

Check Also

‘Tecrîd tenê bi têkoşîna hiqûqî ranabe’

Ji girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi Komploya Navneteweyî ya sala 1999’an û …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *