Ji Hakiyê Laz ber bi Hakiyê Apoyî ve


Şehadeta Hakî Karer geşedana Tevgera Azadiyê ya Kurdan guherand. Ev şehadet koma bi navê Apoyiyan ber bi biryardariya partîbûnê bir û wê pêvajoyê wê PKK derxista holê.

44 sal ji ser şehadeta Hakî Karer derbas bû. Karer li Dîlokê ji aliyê komeke têkiliya wan bi MÎT’ê re heye, hat kuştin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di gelek nirxandin û axaftina xwe de li ser tevlêbûna Hakî Karer a nav komê û bandora wî ya li ser geşedanê têkoşînê hin tespît kiriye. Di vê nivîsê de em ê balê bikişînin ser gotinên ku Abdullah Ocalan di demên cihê de ji bo Hakî Karer gotiye.

HAKIYÊ LAZ – HAKIYÊ APOYÎ

Karer di sala 1950’î de li Ûlûbeya Ordûyê ji dayik bûye. Dema ku li Fakulteya Fen Edebiyat a Zanîngeha Enqereyê xwendekar bû, kete nav koma ku Abdullah Ocalan, Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Cemîl Bayik, Alî Haydar Kaytan, Riza Altûn, Hayrî Dûrmûş û Dûran Kalkan pêşengtî dikir. Karer li derdorê wekî ‘Hakiyê Laz’ an jî ‘Hakiyê Apoyî’ dihat naskirin.

Abdullah Ocalan wisa qala tevlêbûna Hakî Karer a serdema koma pêşîn dikir: “Heval Hakî hevalekî ji Tirkiyeyê bû. Tu eleqeya wî bi gelê Kurd û neteweya Kurd tunebû. Wekî şehîdê pêşîn ê PKK’ê yê herî pak û paqij kete dîrokê. Di me de germahiyeke mirovî ya mezin dîtibû (…)Ligel ku ji neteweyeke din bû, heval Hakî pêşengekî avakar, heta nefesa xwe ya dawî bi me re jiya. Ne ku ev tişt ji bo qenciyê kir, di me de mirovayetî dît û ji ber ku ji vî tiştî bawer kir, nexwest ji me veqete. Dilsoziya şoreşgerî û mirovî di nav me de didît, di şertên xwe yên neteweyî de ev tişt zêde nedidît. Ji ber vê jî em ji PKK’ê re dibêjin tevgera mirovayetiyê.”

SERDEMA ADYODÊ

“Neteweperestên tund navekî DDKD li xwe kiribû. Em di nav hewldanên veşartî de bûn. Me Komeleya Xwendina Bilind (ADYOD) ava kir. Me cesaretî vî tiştî kir ku em nîqaşên berfireh, li ber girseyan qala pirsgirêkên neteweyî bikin. Gelekî zelal hate fêmkirin ku em platforma ciwanan ji bo nîqaşkirina sosyalîzmê û ji bo pirsgirêka wê ya neteweyî baş dinirxînin. Ev ji aliyekî ve bala sosyal-şovenan jî dikişîne, ji aliyê din ve jî aramiya kesayetên reformîst ên birjûwaya biçûk jî xera dikir. Bêguman herî zêde bala dewletan dikişand.

Komele bi qasî sal, sal û nîvekê xebitî. Rojekê girtin ser komeleyê û gelek kes xistin girtîgehê. Polîsan gazî me jî kirin, em bi qasî heft rojan man, xebata me ya komeleyê bi dawî bû lê platformeke baş a propagandayê bû. Me li wir gelek kes nas kir. Gelek kesan em nas kirin, me ew der kirine cihê ku em fikrên xwe pêşkêş bikin. Ji bo geşbûna koma me bûye bingeheke baş. Ne bi tenê dewletê, di serî de Dev-Yolê gelek koman ji paş ve xwestin komê qels bikin. Bi awayekî tund ajotin ser me, wê demê Hakî Karer baş li ber xwe dan. Biryardariya meşa bi me re nîşan dan.

Me dizanî ku em ê nikaribin vê platformê zêde bi kar bînin.  Me biryar da ku em koma xwe bi awayekî veşartî, malan wekî dibistanan bi kar bînin, koma me berfireh dibû. Hinekan digotin ‘Hûn him dibêjin Kurdistan, him jî ji me zêdetir van deran dagir dikin.’ Me jî digot ‘Dema her tiştî heye, em ê rojekê biçin wir jî’ Gelekan ji me bawer nedikirin.  Di sala 1976’an de li ser esasê armanc û peywirên şênber me gazî koma xwe ya veşartî û berfireh dikir. Me gazî nûnerê wextekê yê DDKD’ê jî kiribû. Dema ku kete hundir got ‘Birjûwaya Tirkan bi we bihese wê di sê mehan de we belav bike.’ Ev gotina wî bi xwe ye. Ew tevlê nebû, tirsiya û vekişiya. Me civîna xwe domand.”

HAKÎ KARER RAHIŞT LIHÊFA XWE Û ÇÛ KURDISTANÊ

“Wê civîna me gelekî meşhûr e. Heval Hakî Karer di serî de, ji bo ku çend heval vegerin welat, em biryaran didin, em ê belav bibin! Lihêfeke Hakî hebû, ew avêt pişta xwe û dibêjim qey çû Êlihê. Ya girîng ev e ku bi zanabûneke kêm be jî, bi dilekî baş û fikreke baş mirov têkeve rê. Çend kes çûn Enqereyê, çend kes çûn Bakurê Dêrsimê, hinek jê jî çûn Agirî û Qersê. Piştî sala 1976’an belavbûnek pêk tê.

Fikra pêşîn em dibêjin em ê zemînekê peyda bikin. Em dengê xwe digihînin ciwanan, xebatên me yên li Enqereyê zêdetir dibe. Li gorî çavdêriyên me, em di bin şopandineke mezin de ne. Lê nêzî çil koman hene, em di nav wan de ya herî biçûk in. Di çavê polîsan de potansiyela me ya geşbûnê, ji komeke DDKD’yan ne zêdetir e. Propagandavanên ciwan ên tund ku mirov nizane wê piştre çi bibe… Navekî wisa li me kiribûn.”

Nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser Hakî Karer wisa didome:

LI DÎLOKÊ ÇALAKGERIYA HAKÎ KARER

Hakî dema ku li Dîlokê bû, bêyî ku fermanekê bistîne, bi berpirsyariya ruhê êrîşkar ê PKK’ê, li hêzên faşîst dane, gelek çalakiyên ku em hejmara wan jî nizanin kiriye. Wê demê komîteya leşkerî ya PKK’ê tunebû, organîzasyona polîtîk tunebû, di qonaxa komê de bû, dema propagandaya îdeolojîk bû, lê çalakiyên li dijî faşîstan jî tê de, gelek çalakî kir û haya me ji vî tiştî jî tunebû. Gelo Hakî şaşî kir, gelo ji ber ku komîteya wî diyar nebû Hakî li dijî qaîdeyan tevgeriya? Na! Hakî di heman demê de ruhê leşkerî û siyasî yê partiya me bû û tişta pêwist kir. Tu carî ji me re negot, name nenivîsand, negot biryar heye yan na, komîteya wê heye yan na. Bi tena serê xwe kir û xwest di nav partiya me de serdemeke wisa derxîne holê. PKK’yibûna rastî, ruhê êrîşkar û pratîka PKK’ê ev bû. Kemal wisa ye, gelek milîtanên me yên wisa hene. Bêyî ku fermanê ji me werbigirin, li ber we dan, li xayîn û paşverûyan dan, rêxistin ava kirin. Lê negotin ‘Ferman an jî komîteya wê tune, em bisekinin.”

Hakî çalakiyên pêşîn çawa kir? Bombe û fîşekên pêşîn çawa teqand? Li bajaran ev kir, li serê çiyayan bi cih nebûbû. Dema ku Hakî ev çalakî kir, me belasebeb negot ew ruhê tevgera me û çeka êrîşê ye. Wî encameke xwezayî ya îdeolojiya PKK’ê bi cih dianî û dijmin jî belasebeb ew îmha nekir, ji ber vê taybetiya wî ew îmha kir. Nexwe divê ruhê êrîşkar ê PKK’ê, bi hemû taybetiyên xwe baş were fêmkirin û pêkanîn.

HAKÎ KARER ÇIMA BÛ HEDEF

Bi taybetî di qetlîama 1’ê Gulanê ya di 1977’an de li ser hev kom û boykot çêbûn, dibistan hatin dagirkirin, gelek ciwanên şoreşger hatin qetilkirin, şoreşgeran hê xebatên xwe yên rêxistinî, amadekariyên xwe yên têkoşîna çekdarî û yekîtiya xwe ya siyasî temam nekirin, ber bi çalakiyên şîddetê ve çûn. Tevgera me ya ku di heman rewşê de bû, li Enqere û Dîlokê, piştre jî bi pêşengtiya hevrê Hakî, berê xwe ya çalakiyên şîddeta şoreşgerî. Hevrê Hakî baş fêm kiribû ku geşbûna çalakiyên şoreşgerî li gorî kêmkirina leza terora faşîst û qelskirina wê ye. Ji ber vê jî ji bo ku  geşbûna koma me û milîtanbûna wê pêk bîne, van çalakiyan dike, li gelek cihan înîsîyatîfa şoreşgerî ya dîrokî li ser navê komê bi kar tîne. Li Dîlokê hê sala 1976’an neqediyaye, çalakiyên pêşîn ên li dijî faşîstan dike.Ev tişt di nav Dîlokê de bi sînor nedikir, dixwest wan li Edene, Riha û Semsûrê jî bike.

Çalakiyên heval Hakî yên li Dîlokê di wê serdemê de pêk tê ku hikumeta MC di sala 1977’an de dema ku tê xwestin dewlet hemû bibe faşîst û terora faşîst ji bo tasfiyekirina hêzên şoreşger tê bikaranîn. Hêzên şoreşger hê amadekariyên xwe yên îdeolojîk û rêxistinî dikin û di warê pratîkê de jî hê baş amade nebûne. Şîddeta li dijî şoreşê ya ku ew di wexteke wisa ne amade de zeft kiriye, derfet nedaye ku ew feraseta xwe ya çalakî û yekîtiyê pêk bînin. Ligel van tiştan hevrê Hakî li ser navê koma me înîsîyatîfa bi vî awayî pêk tîne, terora faşîst qels dike. Ev tişt ji bo Kurdistanê gelekî girîng e ku wê terora faşîst hêdî hêdî derkeve pêş. Girîngî û wateya vî tiştî îro gelekî baş tê fêmkirin. Îro jî gelek komên ku pêşengtiya reformîzê dikin, ango çepgiriya tasfiyekar, di wê demê de jî şîddeta şoreşgerî wekî heyecan didîtin û stûxwariya li hemberî faşîstan diyar kirin,ü. Di vê çarçoveyê de geşkirina şîddeta şoreşger a li hemberî terora faşîst, ji bo milîtanbûna tevgera me û li Tirkiyeyê jî li hemberî terora faşîst dema ku înîsîyatîfa şoreşgerî di tarza herî jêhatî de tê bikaranîn, ev jî hêjayî bibîrxistinê ye.

WÎ SERKEFTINA ÎNÎSÎYATÎFA ŞOREŞGERÎ NÎŞAN DA

Em dizanin ku ev xebat rê li ber vî tiştî girtiye ku Dîlok a ku faşîstan ji xwe re wekî herêmeke pîlot dabûn hilbijartin, neketiye destê faşîstan û bûye qadeke ku di pêşengiya tevgera me de bi pêş ve çûye. Wekî tê zanîn di vî warî de înîsîyatîfa hevrê Hakî diyarker e û wekî şertekî girêdayîbûna bîranîna wî û wekî encameke pêwist a çalakiyên koma me ya îdeolojîk, têkoşîna çekdarî hatiye domandin û piştre bi pratîka Hîlwanê re kete asteke nû. Divê em diyar bikin, di serdemeke wisa de wê ev çalakî rê li ber geşedanên watedar vedike, dema heval Hakî tê kuştin, çalakiyên kontragerîlla yên ku wekî şaxeke Daîreya Şerê Taybet a di bin banê artêşê de dimeşe ku îro bi cerdevaniya gundan û tîmên taybet tê kirin, ne tesaduf e ku di şexsê Hakî de qurbanê xwe yê pêşîn hildibijêre. Ji ber ku Hakî terora faşîst a wan zû fêm kir, û serkeftina înîsîyatîfa şoreşgerî nîşan da. Ji ber vê jî bûye destpêkerê ku wê derbeke giran li wan were xistin. Ji ber vê jî em îro baştir fêm dikin Hakî ji xwe re wekî qurban hilbijartine.”

PÊVAJOYA PIŞTÎ  KUŞTINA WÎ

“Ji ber girîngiya bûyerê, me kuştina Hakî wekî pirsgirêka hebûna rêxistina xwe nirxand. Me encamên siyasî yên vî tiştî dît, em di orta rev û teslîmbûnê û berxwedana li hemberî vê man. Ev pirsgirêkek giran û mezin bû. Baş tê bîra me, dema ku Hakî hate kuştin, hin sempatîzan tirsiyan û kesên a niha dijîn ji ber vê vekişiyan.Bi eşkere gotin em nikarin ji bin vî barî rabin. Ji bo ku vê êrîşa faşîst a terorê koma me belav bike, yek ji êrîşa wan a herî bi xetere bû.

Di heman demê de em dizanin hin hevalan xwestine têkevin lîstik û provokasyona polîsan. Me wê demê pêşiya vî tiştî girtibû, ango ji dêvila îsyankariyeke basît û nerazîbûneke basît bi amadekariyeke ji bo demên dirêj û têkoşîneke rêxistinkirî, bi veguherîna ber bi partiyê ve me biryardariya xwe ya dîrokî nîşan dida û me xwe li gorî vî tiştî amade dikir. Heke wekî îspata vekişandina hin kesan a ji ber tirsan, hinek hevalan jî wekî qurbaniya tahrîkê bikira û me pêşiya vî tiştî negirta, şansa hebûna komê dibe ku bi derbeyekê re tune bibûya û em têketina rewşeke ku mirov nikare bi hêsanî ji bînî rabe. Di wê demê de ev tişt dihat şopandin, ji bo ku ev tişt nebe tevdîr dihat stendin, encamên siyasî yên qetlîamê ji ber çavan dihat derbaskirin, li ser van tiştan dihat fikirîn ku wê çawa encamên şoreşger ên rastîn ji vî tiştî were derxistin û ji bo ku ev komplo were pûçkirin, çiqasî dijwar be jî divê çi were kirin. Bêyî ku em têkevin nav hewldanên lezgînî, çalakbûna bi plan û rêxistinkirî derket holê. Di heman demê de dest bi şopandina serekên komployê hate kirin, ji bo ku kesên şoreşger kuştine bêceza nemînin, wekî biryardariyeke pêwist hate rojevê û hewldanên di vî warî de zêde bû.

Gelekî zelal e ku hê partiya me di asta komê de bû û ne amade bû, di warê qebûlkirina encamên vê komployê de û bêyî ku rewşeke neyînî pêk were, pêşiya vê komployê were girtin, hewldaneke taybet dixwest. Vî tiştî xwe li ser me ferz dikir ku divê serdem baş were fêmkirin û ji bo encama şoreşgerî tişta pêwist divê were nîşandan. Tişta ku dihat kirin du alî bû. Di qada çalakiya pratîk de, terora dijşoreşger a bi maskeyên ‘Stêrka Sor’ û piştre ‘Têkoşîn’a ku armanca wan tasfiyekirina partiya me bû, û ‘Aydinlik’ a ku ji derve ve ev xurt dikirin û ji bo pasîfîkasyonê geş bike, wekî hedef dihatin dîtin. Li hemberî wan xebat û çalakî dihatin amadekirin.Di heman demê de ev tişt derdiket holê ku divê qîma me bi tenê bi çalakiyan neyê, divê ev tişt wekî çalakbûneke rêxistinkirî were kirin, çi di warê kûrbûna komê de û çi jî di asta partîbûnê de, xebat dihat kirin.Dihat dîtin ku tişta herî baş a ji bo bîranîna heval Hakî bidestxistina ‘bernameyê’ bû. Bi vê armancê hê sala 1977’an bi dawî nebû, di meha Îlonê de pêşnûmaya ku îro jî wekî bernameyekê ye, di nava 10 rojan de hate amadekirin, li nav komê hate belavkirin. Li ser vî esasî em ketin 1977 û 1978’an.”

ŞEHADETA HALÎL ÇAVGUN

Di salvegera kuştina Hakî de, ji bo bîranîna wî afîş û belavok wê bihata belavkirin. Dema ku ev çalakî hate kirin hevrêyekî din ê hêja şehîd bû. Li Hîlwanê heval Halîl Çavgun şehîd bû. Vê êrîşa bi destê axayên herêmî û hêzên emniyetê, bi awayekî bi plan û bêcomerdî li Hîlwanê hate kirin. Li Hîlwanê partiya me hê kom bû, herî zêde geş bûbû û girseyan didan dû wê. Hîlwan ji bo derketina çiyayên Kurdistanê deriyê pêşîn e. Kuştina heval Halîl ji bo pêşîlêgirtina vê pêngavê bû. Bi derbeke biçûk, bi tenê heval Halîl Çavgun hatibû qetilkirin, hin sempatîzanên me yên partiyê jî birîndar bûbûn. Hinekan jî bi awayekî xurt li ber xwe dabûn û êrîşên çeteyên Suleymanan şikandibûn, vê jî rewşeke girantir ava kiribû.  Vî tiştî em dibir vê encamê ku têkoşîna çekdarî divê kûrtir û xurttir were kirin. Amadekariyên me gelekî kêm bûn, pê re jî dev ji kadroyên ku dikarin çekê bi kar bînin berde, mirovên ku karibin çekê bi kar bînin zêde nedihat dîtin, di destê partiyê de jî ji xeynî çekan tu tiştekî din tunebû. Terora faşîst, kontrgerîlla di serdema MC de bi awayekî rêxistinkirî tevdigeriyan. Terora li dijî şoreşê ya ku ji sala 1976’an ve zêde kiribû ber bi Kurdistanê ve dihat, ciwanên Kurdistanê ji xwe re kiribû hedef. Di vê serdemê de li Sirûcê Fevzî Aslansoy, li Wêranşarê Ahmet Soken, li Erzirom û Enqereyê gelek ciwan dihatin kuştin. Merasîma cenazeyê wan dibû mîtîngên mezin û li cihên ku ji dayik bûbûn dihatin veşartin.

Di heman demê de qetlîama 1’ê Gulana 1977’an li ser heman astê dihat kirin, şikandina gelek grevan di vê serdemê de dihat kirin. Lûtkeya vî tiştî jî qetlîama girseyan a li Semsûr, Meletî, Sêwas, Çorûm û Maraşê ye. Di vê serdemê de terora faşîst digihêje lûtkeyê. Em dizanin ku Hîlwan jî anîne vê serdemê. Li cihên ku tevgera partiya me di asta koman de bi pêş ve diçû, berê axayên Kurd ên feodal û komprador didan qetlîamê, hê di gava pêşîn de dixwestin bi destê van kesan tevgera me bixeniqînin. Hîlwan ji bo vî tiştî jî yek ji xetereya pêşîn e.

Em neçar man baş bifikirin bi mehan li nav Hîlwanê û nêzî wê man û me biryar da. Wekî di kuştina heval Hakî de divê bersiva wê were dayîn lê divê ev tişt bi awayekî plankirî were kirin. Di asta komê de xurtbûna me çiqasî qels be jî divê em wan piçekî din çekdar bikin, ji nêz ve çete û dijminan bişopîne, ji aliyê din ve jî pirsgirêkên bernameya şoreşê  ya tevgera me ya partiyê ji bo ku bi encam bikin, me çalakî ji du aliyan ve dikir. Me jî di vê pratîkê de bi pêşengiya heval Kemal Pîr dest bi tevgera ‘pelçiqandina çeteyan’ kir. Çalakiya pêşîn a cîddî li Hîlwanê hin serçete hatin cezakirin. Ev jî dihat wateya ku serdema ku em tê de bûn dihat qonaxeke nû. Terora şoreşgerî û terora dijşoreşger di nav hev de geş dibû, ji xeynî vê tu derfeta wê ya pêşketinê tunebû.”

FÊMKIRINA ŞEHADETA ŞER Û YA HAKÎ KARER

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema ku ji komek gerîla re diaxivî, derbarê Hakî Karer û tarza wî ya rast a şer de ev tişt gotibû: 

“Divê tu baş şer bikî. Ne tirs, ne xwekuştin. Bi planeke bi sebr û deyax tevbigere. Bi qasî bihistyarbûnê divê bi taktîkên guncav wê têxe pratîkê û em ê wisa vî şerî geş bikin. Bi demê re li dijî têkilî, kes û saziyên sîxurtî me çalakî kir. Me got jendirme û polîs in, îro li pişt vê artêşê dinya heye, bi vî awayî me feraseta xwe bi pergal û plan heta vir anî.

Ev plan di serdemeke wisa hate kirin ku li Dîlokê ya ku rastiya Kurd û Kurdistanê baş nedihat fêmkirin.  Vê plana ku di wê demê de li dijî milîtanekî me dihat kirin, îro li dijî gel, netewe û hemû gerîlayên PKK’ê dixwaze were kirin. Ev planeke kone ye, di rojên pêşîn ê Gulanê de gaveke ne zelal avêtin. Gotin gava ber bi Başûrê Kurdistanê ye. Niha tê dîtin ev gav li dijî sefera me ya ber bi Kurdistanê ve, teşeyekî giştî û kûr kiriye. Baş tê bîra min, me sefereke Kurdistanê ya ji bo du mehan kir. Ev sefereke wisa bû ku nedikarî xwe baş veşêre û bi darê zorê xwe bigihîne cihekî. Bergîdaniya vî tiştî jî bû şehadeta heval Hakî. Ji rojê heta îro me da ber xwe. Me gerîla şand her dera Kurdistanê, me tevgera welatparêziyê ava kir. Me ev tişt li hemû parçeyên Kurdistanê belav kir. 

(…)

Wekî ku min got çîroka serkeftina vî tiştî, girêdayîna xeta şehadetan e. Bi îxtîmaleke mezin dijmin niha bi pêngaveke dawîn, mirov dikare bibêje bi hemû desteka xwe ya hundir û derve, tecrubeya şerê taybet bi pêngaveke dawîn plan dike û dixwaze encamekê bistîne. Hê duh Serokê Artêşa Tirkiyeyê digot ‘Sê çar mehên wan mane’. Dema hat Şirnexê, fermana xwe da ‘Hin çekên me hene ku me neceribandiye’ Dibe ku qala çekê kîmyewî dikirin, digot ‘Hewce bike em ê wê bi kar bînin.’ Gef’ Wekî ku tiştek nemaye ku wan bi kar neanîne. Lê gelekî tengijîne. Sefera îmhakirinê ya ku bi awayekî dînan dixwazin pêk bînin –ku jixwe bi hezar salan e, didome- çend mehên wê yên dawîn jî qaşo li gorî pêşiyên xwe dixwaze pêk bîne. Tam barbar in!

Weke xwediyê şêwazeke wiha ku ti têkiliya xwe bi malbata mirovahiyê re nîne, polîtîkayê weke amûra sereke ya îmhakirina mirov dibînin, hemû tifaqa navxwe û derve li ser qirkirina gelan dibîne, kedxwariya herî talanger weke rengê jiyana aborî dibîne, nasnekirina ti nirxê mirovî weke lehengiyê dibîne, dixwaze tevgera mirovahiyê ya me, tevgera rûmetê, tevgera ku hilma dawî jî be dixwaze mirovê ketî û jar rake ser piyan, di van şertên pir nelihev de tine bike.Wiha bi rengê komkujê mirovan û sûcdarê vê, bi tirsa kûr a li bara tevgera me ku weke hesabpirsê mirovahiyê derketiye pêş, bi helwesteke êrîşkar dixwaze encamê bistîne.

Niha divê mirov rastiya dijmin xweş nas bike. We qet şehadeta hevrê Hakî Karer fêhm nekir. Hemû şehadetên piştî wî jî hûn nikarin fêhm bikin.Lê îro yên ku dixwazin bijîn, hûn in, bi gotina, ’em şoreşger in, em xwe hazir dikin’, sibe dusibe hûn ê biçin qada şer. Qet nebe niha fêhm bikin. Hinekî li bara xwe hurmetdar bin. Ji bo ku ev bibe divê mirov dijmin xweş nas bike. Divê mirov hay ji hemû plansaziya dijmin hebe. Ev elîfbaya vî karî ye û têrê nake. Divê tu plansaziya xwe deynî holê. Ev jî têrê nake. Şer hunera lêxistina rojane ye. Divê tu zanîbû her gav divê şer çawa were kirin, hem plansaziya wê bikî û hem jî zanibî bi cih bînî. Bi rengekî dîtir nikarî ji vê xilas bibî.”


Source link

About Hooshyar

Check Also

ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2021'Ê (Anfkurdi)

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *