Biden Ser Şerê Îsraîl û Filistînê Banga Agirbestê Dike


Serokê Amerîka Joe Biden bi Serokwezîrê Îsraîl Benjamin Netanyahu re axifî.

Biden ji Netanyahu re da zanîn ku ew piştgirîya agirbesta Îsraîl û Filistînê dike.

Qesira Sipî ser axaftina Biden û Netanyahu ragihand ku Amerîka bi Misir û welatên din re ser agirbestê danûstandinan dike.

Li gor daxuyanîya Qesira Sipî, Biden ji Netanyahu xwestiye ku bo berevanîya sîvîlan çi ji dest wan were bikin û her du rêber ser operasyonên leşkerî yên dijî Hamas û komên din jî peyivîne.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson jî bang li Îsraîlê kir ku dijî sîvîlan êrîşan li dar nexe, lê bal kişand ku Hamas dijî operasyonan sîvîlan bikar tîne û got ku ew rewiş jî fikaran çêdike.

Herwiha Serokwezîra Almanya Angela Merkel jî ji Netanyahu xwest ku dawî li pevçûnan bîne û dîyar kir ku mafê Îsraîlê heye ku dijî êrîşan berevanîya xwe bike.

Xêncî wan welatan, Fransa û Misir jî jiber pevçûnên Îsraîl û Filistînê banga agirbestê dikin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

‘Tecrîd tenê bi têkoşîna hiqûqî ranabe’

Ji girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi Komploya Navneteweyî ya sala 1999’an û …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *