Analîza Devoka Kobanîyî: Fonolojî û Morfolojî

Analîza Devoka Kobanîyî: Fonolojî û Morfolojî

Pirtûkeke kêrhatî ji weşanên AVA’yê

 

Ev berhem yekemîn berhema devoknasîyê ye, ku tê da analîza kurmancîya herêma Kobanîyê tê kirin.

 

Di vê  xebatê da devokê Kobanîyê bi şêweyekî zanistî û li gorî hêmanên zimannasîyê hatine nasîn. Di hûrgilîyên berhemê da Fonolojî û Morfolojî wek girsemijar hatine pêş.

 

Peydabûn, bihevguherîn, ketin û zêdekirina dengan; pêvekên nasyarîyê, vokatîv, cînav û hwd, binnivîsên wan herdu girsemijarên borî ne.

 

Ev berhem ji korpuseke wiha zengîn û hemaheng pêk tê, ku dihêle mirov bi zelalî bi girîngîya vê xebatê hest bike.

 

Tiştê ku vê berhemê bêhemta û dewlemendtir dike ew e, ku ferhengokek û qeftek ji çîrokên herêmê wek pêvek û palpişt tê da tên dîtin.

 

Berg: Enterê Şewo.

 

Riataza


Source link

About Hooshyar

Check Also

Li Qamişlo êrişî ofîsa Rûdawê kirin (Youtube)

Li Qamişlo êrişî ofîsa Rûdawê kirin (Youtube) Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *