Wezareta Tenduristiyê amarên dawî eşkere kir: 1115 pêketî, 6 mirin

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1151 keên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 6 kes jî pê mirine.

Di daxuyaniya îro ya wezaretê de hat eşkerekirin; di 24 demjimêrên borî de 1151 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 250 kes li Hewlêrê, 392 kes li Silêmaniyê, 417 kes li Duhokê, 30 kes li Helebceyê, 57 kes li Germiyanê û 5 kes jî li Raperînê ne.

Wezareta Tenduristiyê diyar kir, di nav 24 demjimêran de 6 kesan can daye û 728 kes jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re hejmara pêketinên koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 141724 kesan, ya mirinan bû 3896 kes û heta niha 118896 nexweş jî baş bûne.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Ji bo 80 hezar mamosteyî kongre hat sazkirin (Diyarname)

Ji bo 80 hezar mamosteyî kongre hat sazkirin (Diyarname) Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *