RINDIK: Êdî kes guh nadê Tirkiye çi dibêje

 

Mezlûm Ebdî do(19/4-21)bi Wezîrê Parastinê yê Swêd Peter
Holtqvist
ra civîneke vîdeokonferansê çêkir.

Tirkiyê wek her tim, dîsa xwe
çirandiye, Swêd protesto kiriye û gotiye:

“Swêdê bi vê siyaseta xwe ya metirsîdar, ne tenê bûye piştgirê
wan kesên ku yekparebûna axa Sûriyê û ewlehiya Tirkiyê kirine hedefa xwe, bi eşkereyî
hiqûqa navnetewî jî binpê kiriye û zirareke cidî daye peywendiyên di navbera
Tirkiyê û Swêdê.”
Protestoyên Tirkiyê li ba ewrûpiyan êdî bûne wek fissên tajiyan, normal tê
dîtin.

Heta ji Tirkan tê bira xwe biçirînin, pere nake, wek berö
kes guh nade wan. Êdî her kesî fêm kiriye ew Daîşê îdare dikin, Tirkiye li pişt
terorîstên îslamî ye.

Lema jî bi Mezlûm Ebdî ra van civînan çê dikin. Lema Rojê
heyeteke emerîkî û ewrûpî serdana Kurdistana rojava dike û bi berpirsên kurdan
ra, bi PYDê û mitefikên wê ra rûdinin, civînan çê dikin.

Mezlûm Ebdî, PYD bi heyetên Emerîkî, fransî û ewrûpî ra
civînê li pey civînê çê dikin.

Ev yek ji bo kurdên Kurdistana rojava serketineke pir mezin
e, ne henek menek e.

Dibê kurd, partiyên kurd giş qedir û qîmeta van temasan
bizanibin û li gorî wê hereket bikin. Dev ji qal û qîlan, hincetên vala berdin û
yekîtiya xwe çê kin.

Îmkan û fersendên wiha ji me ra her roj peyda nabin. Roj
roja tifaqê ye. Partiya, hêza hîn jî li dijî tifaqê be ew neyartiya miletê xwe
dike.

Hevdîtin û têkliyên wiha hêvîyeke mezin didin min.


Source link

About Hooshyar

Check Also

LO dixwaze cardin gotûbêjan bi Rêxistina karbidestan re bike – Radio Sweden Kurdish – ڕادیۆی سوید – Radyoya Swêdê

◦ Federasyona sendîkayên karkeran LO dixwaze cardin bi rêxistina swêdî ya karbidestan Svenskt Näringsliv re …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *