Polîsan êrîş bire ser çalakiya, ‘1’ê Gulanê nikare were qedexekirin’


Polîsan êrîş bire çalakiya karkeran, ku  karkeran ji bo banga li pîrozbahiya 1’ê Gulanê xwestin li Meydana Azadiyê ya Bakirkoyê bikin.

Beriya çalakiyê bi setan polîsan qad dorpêç kir, hema hema Rewşa Awaret ragihand. Di çalakiyê de parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglu, Hevseroka navçeya Bakirkoyê ya HDP’ê Yonca Yongoz, Hevseroka TOP’ê Perîhan Kocan, BErdevka SODAP’ê Sevdap Akdag, rêveberên sendîkayê jî ji bo destekê bidin çalakiyê hazir bûn.

Polîsan qedexeya qeymeqam kire hincet û diyar kir ew ê rê nedin karkeran ku daxuyaniyê bidin. Karkeran ev nêzîkatiya polîsan şermezar kirin. Polîsan êrîş bire ser çalakgeran, gelek kes destgîr kirin, her wiha bi kotekî jornamevan jî ji qadê dûr xistin.

Polîsan dora parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglu girtin û nahêlin rojnamevan werin qadê.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Essay Writing Agency – Tips For Choosing the Ideal Paper Provider – لڤین پرێس

There are so many new authors out there nowadays who are still the best essay …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *