Jurîyê Biryara Ser Doza George Floyd Ragihand

Di doza darizandina polîsê kevn Derek Chauvin de, ku bi kuştina George Floyd dihat tawanbar kirin, biryar hat dayîn.

Endamên jurîyê Chauvin di ser kuştina asta duyê û asta sêyê sûcdar kirin û dan zanîn ku wî kiriye ku Floyd bimire.

Chauvin berê bi kefaletê hatibû berdan, lê piştî biryara jurîyê careke din hat desteserkirin.

Dadger da zanîn ku cezaya girtîgehê ya Chauvin dê piştî du mehan eşkere bibe ku dibe ku polîsê kevn bi dehan salan cezaya girtîgehê bistîne.

Li gor qanûnên Amerîka, bo kuştina asta duyê ya neplankirî herî zêde 40 sal, ya asta sêyê herî zêde 25 sal, û bo sebebîyeta bo asta duyê jî 10 sal ceza tê dayîn.

12 endamên jurîyê berî biryarê ragihînin sê hefteyan li şahid, polîs û pisporên tipê guhdarî kiribûn û dîmenên ji cîhê bûyerê temaşe kiribûn.

Di dîmenan de xuya dibe ku Chauvin ji 9 deqîqeyan zêdetir bi çongê xwe pêlî stûyê Floyd dike.

Parêzerên Chauvin îdia kiribûn ku bi awayekî zêde dermanekî bi navê Fentanîl xwariye û wî jiber wê nefes nestandiye.

Berpirsê Ewlekarîya Minneapolisê Medaria Arradondo dabû zanîn ku Chauvin gaav Floyd desteser kiriye rêzikên ser karanîna hêzê ya polîsan binpê kiriye.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Pêketiyên Korona, (177,937,251 ) milyon derbas kir

Pêketiyên Korona, (177,937,251 ) milyon derbas kir Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *