Destpêka Rojnamegerîya Kurd; Rojnameya Kurdistan û Ummid

Destpêka Rojnamegerîya Kurd; Rojnameya Kurdistan û Ummid

Seîd Veroj

Di vê nivîsê de, ez dê behsa destpêka rojname û kovaragerîya kurd di dema dawî ya Împeratorîya Osmanî de bikin. Li gor dokument û belgenameyên berdest ên îroyîn, rojnameya yekemîn a kurdan, Kurdistan e. Pirranîya rojname û kovarên wê demê yên kurdan, bi girêdayî cemîyet-rêxistinên kulturî û sîyasî yên kurdan hatine çapkirin û belavkirin. Ev dewra ku tête behskirin, divê ji du alîyan ve bête nirxandin; ji alîyek ve çapemenîya bi girêdayî rêxistinan û ji alîyê din ve jî rojname û kovarên ku ji alîyê rewşenbîrên wê demê ve hatine derxistin. Weşana pirranîya van rojname û kovaran demdirêj nebûye, weşanêna wan di demên kurt de ji alîyê desthilatdarîya sîyasî ve hatine rawestandin û ragirtin.

Çapemenî û medya, berhem û wesîteyê dema modern ango dema netewedewlet in. Medya kurd jî, bi tevî pêşketina fikra neteweyî ya kurd dest pê kirîye. Dema em dibêjin medya, bêguman qesta me tenê kovar û rojnameyên wê demê ne; çimkî wê demê radyo û televîzyonên kurdan tune bûn. Dewra destpêka medya kurd, rastê salên dawî yên dema împeretorî tê. Dewra piştî ragehandina Cimhûrîyetê yan jî dewra netewe-dewletê jî berdewamîya vê pêvajoyê ye. Ji bo lêkolîn û nirxandina vê demê jî, divê xebatên cuda bihêne kirin.

Bêguman di navbera medya dema împeratorî û medya dema netewe-dewletê ferqên girîng hene. Medya dema împeratorî û medya dema neteweyî newekhev bû; bi tevî hemû tengasî û zixtên îstibdadê, di nav împeratorîyê de gelek qewm û unsirên cûda hebûn, hebûna wan nedihat înkarkirin, dewleta împeratorîyê bi navê etnîsîteyek nedihat pênasekirin, sentralîzmek pirr dijwar tune bû, bi giştî nebe jî her qewmekî karibû bi zimanê xwe perwerdeyî bikin, rojname û kovaran derbixin. Bajarê Îstenbulê paytextê împeratorîyê bû û ji bo hemû qewmên nava împeratorîyê wek metropolek bû û navendekê sîyasî, îlmî û rewşenbîrî bû. Ji ber vê yekê, xebatên çapemenî û rewşenbîrî, bi pirranî û giranî li wê derê çêdibûn. Di dema netewe-dewleta Cimhurîyetê de, êdî bi her awayî hebûna miletê kurd û yên din jî hate înkarkirin, her cure xebatên kulturî, sîyasî û medyayê jî hatin qedexekirin.

Wek beşekê medyayê, rojnamegerîya kurd, li dervayê welat û ji dûrê civak û coxrafya Kurdistanê dest bi weşanê kirîye. Bi vî alîyê xwe ve destpêka rojnamegerîya kurd, rojnamegerîya dervayê welat û sirgûnê ye. Lewra rojnameya Kurdistanê (1898) ku wek yekemîn rojnameya kurd tête qebûlkirin, li dûrê bajarên Kurdistanê, li bajarê Qahîreya Misrê û li dervayê paytexta Împeratorîya Osmanî ku wê demê beşekî mezin ê Kurdistanê di bin hukma wê de bû, hatîye çapkirin. Bêguman Mîdhed Mîqdat Bedirxanê xwedîyê rojnameya Kurdistanê bi xwestina dilê xwe neçûye Misrê. Ji bo ku rojname li Îstenbulê çap bibe, bi awayekî fermî serî li meqam û dezgehên împeratorîyê daye, lêbelê rêvebirên îstibdada Ebdulhemîd rê nedane ku bi navê “Kurdistan”ê rojnameyek li Îstenbulê bête çapkirin. Ji ber bêgavîyê Mîdhed Mîqdat berê xwe daye Qahîreya paytextê Misrê.

Wê demê Misir, di bin hukma Brîtanyayê de bû û herweha cîyê sirgûnîya (nefîkirina, dûrxistina) mixalifên îstibdadê bû. Mîdhed Mîqdat Bedirxanê xwedîyê rojnameya Kurdistanê jî, mixalifekî dijwar ê îstibdadê bû. Lewma wî jî wekî gelek mixalifên wê demê, berê xwe daye welatê Misrê. Divê em vê rastîya dîrokî jî bînin bîra we ku Îstenbul jî ji bona wî cîyekê nefîkirinê bû û vegera wan a ji bo Kurdistanê hatîbû qedexekirin. Wê demê li Kurdistanê jî, ji xeynî çapxaneyên fermî yên wîlayetan, çapxaneyek taybet jî nebû ku têda rojname û kovarên kurdî bêne çapkirin. Di nav hidudên wîlayetan de jî, ji alîyê rewşenbîrên wî bajarî ve hinek rojnameyên herêmî hatine çapkirin. Wekî; “Peyman”a Ziya Gökalp, “Dicle”ya Etarzade Hakkı, rojnameya “Diyarbekir”ê, “Amid-i Sevda” ya Şükrü Amidî ku her çar jî li bajarê Dîyarbekirê û li Elezîzê jî “Seda”ya Mehmed Abdullah Cevdet û wd. Me kovar û rojnameyên bi vî rengî, nexistine nav çarçoveya vê xebatê.

Bi tevî ku rojnameya Kurdistanê li Misrê dihate çapkirin, hêzên ewlekarî û polîsên împeratorîyê nedihiştin ku rojname li bajarên Kurdistanê û cîyên din ên împeratorîyê bête belavkirin. Rêvebir û dezgehên wê demê yên împeratorîyê, li ser rojnameya Kurdistanê biryarnameyekê weha belavkirine: “Li ser navê Mîqdad Mîdhad Bedirxan Paşazade, bi navê Kurdistan rojnameyekê li Misrê tête çapkirin, divê pêşî lê bête girtin ku ev rojname hîç nekeve nav wîlayetên me.”[1] Herweha rojnameya Kurdistanê bi kê ra bihata dîtin, ew dihat derdestkirin û tehdîdkirin. Ev mînakan didin dîyarkirin ku ji roja destpêkê ve li ser medya kurd astengî û zixtên giran hehûne. Ji ber ku medya kurd, dibû wesîteyek pêşxistina fikra neteweyî ya kurd, desthilatdarîya sîyasî nedixwest ku ev xebat di nav civaka kurdan de geş û gurr bibe.

Bi tevî hemû zixt û astengî û tehdîdên desthilatdarîya sîyasî ya wê demê, ji ragehandina Meşrûtîyeta Duyemîn (1908) bigre hetanî nîvê sala 1914an rojnameya Serbestî, Rojnameya Teawûn û Teraqîya Kurdan, Şerq û Kurdistan, Kovara Rojî Kurd û Hetawî Kurd li Îstenbulê hatin çapkirin û belavkirin. Ji bo çapkirina hinek rojnameyan jî serdanên fermî çêbûne lêbelê destûra çapkirinê nedane yan jî çapkirina wan mimkûn nebûy; wekî rojnameya bi navê “Aşiret”2 a Sureya Bedirxan û rojnmameya “Marifet ve İttihad-ı Ekrad”3 a Bedîûzeman Seîdê Kurdî, û “Füyuzat-ı Kurdiye”4 ya Mehmed Halil Efendi. Di Temûza sala 1914an de Şerê Dinya yê Giştî (Umumî) dest pê kirîye. Di pêvajoya çar salên şer de, weşana hemû rojname û kovaran, xebatên rewşenbîrî û sîyasî yên kurdan hatine rawestandin û betalkirin. Piranîya kadroyên medya kurd, daxilê leşkerîya mecbûrî dikin û wan rêdikin cepheyên şer. Dema ku em bala xwe bidin naverok û fikrîyata kovar û rojnameyên berîya Şerê Giştî, xuya dibe ku nêrînên wekî “Ummetparêzî” û “Îtihadparêzîya Osmanî”, meylên serdest û girantir in.

Ji dawîya sala 1918an şûn ve yanî piştî bidawîhatina Şerê Giştî, rojname û kovarên ku têne çapkirin, bi temamî girêdayî xebata cemîyet û rêxistinên wê demê ne. Bi taybetî jî rojnameya Serbestî, kovara Jîn û kovara Kurdistan bi girêdayî xebata Cemîyeta Tealîya Kurdistanê hatine çapkirin û belavkirin. Di vê pêvajoyê de, pirranîya rojnamevan û nivîskarên kurd jî endamên CTKê û rêxistinên bi wê ve girêdayî bûn.

Piştî ku bajarê Îstenbulê di dawîya sala 1922an de dikeve bin bandora hikumeta Anqerê, em dikarin bibêjin ku êdî hemû xebatên rewşenbîrî û sîyasî yên kurdan têne rawestandin. Pirranîya rojnamevan û sîyasetmedarên kurd ji bêgavîyê terka bajarê Îstenbulê dikin. Ji wê demê şûn ve, heta destpêka sala 1930ê, bi navê rojname li bakurê Kurdistanê, tenê rojnameya Agirî hatîye çapkirin wek organa fermandarîya leşkerî ya Tevgera Netewî ya Kurd li Agirîyê.

Piştî damezrandina Cimhûrîyeta Tirkiyê, nêzîkê çil sal, her cûreyê nivîsîna li ser kurdan, çanda kurd û zimanê kurdî û herweha hebûna miletê kurd hate qedexekirin û înkarkirin. Vê dema Cimhûrîyetê, ku bi her awayî ve bakurê Kurdistanê bêdeng kiribû, li başûrê Kurdistanê, di bin mandaterîya (hîmayeya) Brîtanyayê de, ji salên 1920an heta 1932an kovar û rojnameyên wekî Bangî Kurdistan, Rojî Kurdistan, Bangî Heq, Umîdî Îstiqlal, Jîyanewe û Zarê Kurmancî hatine çapkirin û belavkirin. Di 15ê gulana sala 1932an de, li Binxetê û di bajarê Şamê de kovara Hawarê dest bi weşanê kirîye û ji wê şûn ve di wê şopê de Ronahî, Roja Nû û Stêr hatine çapkirin.

Dawîyê ku em bala xwe bidin xebat û bandora van sîh û pênc salên medya kurd an jî rojnamegerîya kurd, dîyar dibe ku para medyayê, di hişyarkirin û pêşxistina fikra neteweyî û komelîya kurd de gelek girîng e. Herweha xebatên kulturî û bi taybetî jî ziman û edebîyata modern a kurd, bi pêşketina xebatên çapemenî û medyayê, berhemên nû dane û gihiştîye kutleyek hîn mezin. Di vê çarçoveyê de ku em bala xwe bidin naveroka rojname û kovarên piştî Şerê Giştî, em dibînin ku fikr û bandora nasyonalîzma kurd, hîn bi zelalî û xurttir xuya dibe. Eger em asta nasyonalîzma dema berê Şerê Giştî û piştî wî miqayese bikin; em dikarin fikra netewî ya di nav rûpelên weşanên berîya Şerê Giştî de, wek fikra nasyonalîzma kulturî û piştî wî jî bi navê nasyonalîzma sîyasî, pênase bikin.

  1. Rojnameya Kurdistan (21/22 Nîsana 1898)

Di roja 22yê Nîsana vê salê de, li ser çapkirina rojnameya Kurdistanê, 123 sal derbas dibin. Bêguman di nav vê dema dirêj de ku ji esrekî bêtir e, li çar alîyên Kurdistanê û herweha li dervayê Kurdistanê jî gelek rojname û kovarên kurdî hatine çapkirin û belavkirin. Ku em bibêjin bi munasebeta vê rojê, em dê behsa van hemû kovar û rojnameyan bikin, ev yek ne mimkun e. Ew dem û qonaxa ku ez dê bi giranî li ser rawestim, 25 salên dawî yên dema Împeratorîya Osmanî ye.

Hûn dizanin ku wê demê Kurdistan du parçe bû. Beşekî di bin desthilatdarîya Osmanîyan û beşê din jî di bin desthilatdarîya Îranê de bû. Li vê derê, ez dê li ser rewşa rojnamegerîya kurdî ya dema dawîya Împeratorîya Osmanî rawestim. Ew dem, ji çapbûna yekemîn jimara rojnameya Kurdistanê dest pê dike û hetanî dawîya sala 1922yan dewam dike.

Ji malbata Bedirxanîya Mîdhad Mîqdat, Hesen, Kamil û Abdurehman Bedirxan di Mekteba Sultanîya Îstenbulê de xwendibûn.[2] Di destpêkê de ji bo ku rojnameya Kurdistan li Îstenbulê bête çapkirin, çend caran murecat ji bo wezareta daxilî hatîye kirine, lakin desthilatdarîya Ebdulhemîdê II. musade nekirîye ku rojnameyek wisa bête derxistin. Ji ber ku hikumeta Îstenbulê rê nedaye çapkirinê, ji ber bêgavîyê Mîqdad Mîdhet Bedirxan berê xwe daye Qehîreya paytextê Misrê û rojnameya Kurdistan li wê derê hatîye derxistin. Du sebebên esasî yên pêşîlêgirtina çapkirina rojnameya Kurdistanê li Îstenbulê hebûn: Ê yekem, desthilatdarîya împeratorîyê nedixwest bi rêya rojameya Kurdistanê hişyarî û fikra neteweyî di nav miletê kurd de peyda bibe; Yê duyem jî, Mîqdad Mîdhet Bedirxan, bi fikir û ramanên xwe, dijraberê rejîma îstibdadê û desthilatdarîya Ebdulhemîdê II. bû. Lewma, Padîşah Ebdulhemîd musade nedikir ku rojnameyek wisa di hundirê sînorên desthilatdarîya Împeratorîya Osmanî de bête çapkirin û belavkirin. Wê demê li Misrê tesîra Ebdulhemîd lawaz bû û bêtir giranîya Îngilizan hebû. Ji ber vê, wek alternatîfekê duyem, Mîqdad Mîdhet Bedirxan ji bo weşana rojnameyê, Qehîreya paytextê Misrê tercîh kiribû.

Bi vî awayê, yekemîn jimara rojnameya Kurdistanê, di roja 22 Nîsana 1898ê[3] li Qehîreya paytextê Misrê hatîye çapkirin û xwedîyê wê jî Mîqdad Mîdhet Bedirxan bû. Lê belê padîşahê Osmanî, ji bo ku ev rojname li Misrê jî neye çapkirin, giranîya xwe ya li wê derê jî bikaranîye. Di encama mudaxele û tehdîdên (gefxwarinên) Padîşah Ebdulhemîd û dezgehên wî de, piştî çapkirina 5 jimaran, Mîqdad Mîdhat Bedirxan mecbûr dimîne ku dest ji xweyîtî û rêvebirîya rojnameyê berde û vegere Îstenbulê.  Piştî ku Mîqdad Mîdhet Bedirxan vedigere Îstenbulê, ji bo ku ew ji Îstenbulê dûr nekeve, rêvebirên împeratorîyê ji bo wî biryarnameyek derdixin da ku ew dest bi karê memûrîyetî bike di şaredarîya Îstenbulê de.[4] Ji vegera wî şûn ve, Abdurehmanê birayê wî şuna wî digre û herweha ciyê rojnameyê ji Misrê vediguhezîne ji bo Cenewreya Swîsreyê. Dema ku rojnameya Kurdistanê dest bi weşanê kiribû, “Ebdurehman Bedirxan serkatibê îdareya Mekteba Îdadî bû.”[5] li Îstenbulê.

Li ser bergê pêşîn ê jimara yekê hatîye lêkirin ku rojnameya Kurdistan “Di pazdeh rojan de carekê tête nivîsandin, cerîdeya kurdî ye; xwedî û nivîskarê rojnameyê Paşazade Mîqdad Mîdhet Bedirxan e.”[6] Herweha xwedîyê rojnameyê li ser bergê pêşîn nivîsandîye: “Ez dê her car du hezar cerîdeyan bêpere rêkim Kurdistanê.”[7] Ji bo adres û ciyê çapkirina rojnameya Kurdistanê, weha hatîye nivîsandin: “Li Misrê, Metbeet El Hîlal”. Li ser bergê pêşîn bedêlê abonetîya salane jî hatîye dîyarkirin û dibêje: “Ji bo her cîyê li dervayê Kurdistanê bedêlê abonetîya salane 80 quriş e, ku taybet ji bo nava Kurdistanê bête xwestin, bedewa tête rêkirin.”[8]

Her jimarek Kurdistanê ji 4 rûpelan pêk hatîye û zimanê wê yê weşanê bi kurdî û tirkîya osmanî ye û çend nivîsên erebî jî tê de hatine belavkirin. Di 3 jimarên pêşîn ê rojnameya Kurdistanê de, hemû nivîs bi tîpên erebî û xwerû kurdî hatine nivîsandin, ji jimara çaran (4.) û pê ve hin nivîsên bi zimanê osmanî jî di nav rûpelên wê de hatine nivîsandin û belavkirin. “Jimarên 8, 9, 11, 15 û 16 dîsa tenê bi kurmancî hatine nivîsîn û ji wê pê ve jî bi kurmancî û tirkîya osmanî hatine nivîsandin.”[9]

Pênc (5) jimarên pêşîn li Misrê têne çapkirin. Di çapkirina jimara 6ê û ji wê şûn de, hem cîyê çapkirinê û hem jî xwedî û perpirsyarê rojnamê diguhere. Mîqdad Bedirxan vedigere Îstenbulê û di ciyê wî de Ebdurehman Bedirxan ê birayê wî dibe xwedî û midurmesûlê rojnameya Kurdistan. Rojnameya Kurdistan, li Cenewreyê di bin mesûlîyetîya Ebdurehman Bedirxan de, 14 jimar têne çapkirin. Wî, ji ber sedemên nedîyar, dîsa rêvebirîya rojnameyê ji Cenewreyê birîye Misrê û li wê derê 4 jimarên din çap bûne. Ji jimara 24 û ji wê şûn ve, cîyê rêvebirin û çapkirina rojnameyê dîsa hatîye guhartin. Vê carê rêvebirîya rojnameya Kurdistan berê xwe daye Londona Îngilistanê. Dema ku ew li Londonê amadekarîya çapkirina rojnameyê dike,  rêvebirên Împeratorîya Osmanî, wî gav bi gav dişopînin. Di belgenameyekê veşartî yê wê demê de li ser vê cî guhartinê dibêje: “Bedirxanpaşazade Ebdurehman dixwaze li Londrayê bi navê Kurdistan rojnameyekê çap bike…”[10] Bi tevî ku cerîdeya Kurdistan ji panzdeh rojan carekî dihate çapkirin, di navbera jimarên 23 û 24an de nêzîkê deh mehan mudetekî dirêj ketîye navberê. Evdirehman Bedirxan sebebê vê yekê weha dîyar dike: “Ev pêleke min ji Cenewreyê neqlê Londrayê kir. Loma min nekarî cerîda xwe neşir bikim.”[11] “Li Londonê jimara 24an tête çapkirin û ji wê şûn ve dîsa cîyê rêvebirî hatîye guhestin ji bo bajarê Folkstonê. Hetanî jimara 29an li wê derê tête çapkirin û paşê dîsa cîyê wê hatîye guhestin, vegeryane Cenewreyê. Jimarên 30 û 31an li Cenewreyê hatine çapkirin; jimara 30ê di 14ê Adara 1902yê û jimara 31ê jî, di 14ê Nîsana 1902yê hatine çapkirin.”[12] Di jimara dawî (31an) de, ji bo rawestandina weşana rojnameya Kurdistanê, hîç agahîyek nehatîye belavkirin. Lewra baş nayê zanîn ku gelo jimara 31an, jimara dawî ya cerîdeya Kurdistanê ye? Rêvebirîya împeratorîyê, “Di dawîya sala 1905an de ji Abdurehman Bedirxan re efûyek derdixe da ku ew vegere Îstenbulê.”[13]

Îlankirina Meşrûtiyeta Duyemîn û encamên wê, bîlhesa li ser rewşa xebatên weşangerî, ronakbîrî û sîyasî yên kurdên li Îstenbulê tesîrek girîng kirîye. Piştî îlankirina Meşrutîyetê, ji alîyê rewşenbîrên kurd ve ji bo derxistina rojname û kovarên cûr bi cûr, gelek caran ji bo midurê matbuatên daxilîye muraceat hatine kirin lê musade nedane hemû xwedîyên muraceatan. Hinekan jî musadeya weşanê girtine. Mînak; di vê demê de Ahmed Sureya Bedirxanê lawê Mihemed Emîn Bedirxan, ji bo neşirkirina rojnameyên bi navê “Kurdistan” û “Aşiret”, serdana rêvebirîya matbûatê dike. Li gor nivisîna daxwaznameyê; rojnameya ku bi navê “Kurdistan bête çapkirin, alîyekê wê bi zimanê tirkî û alîyê din jî bi zimanê kurdî be û dê hefteyê carekî bête çapkirin. Rojnameya bi navê “Aşiret” jî, dê hefteyê du car bi zimanê tirkî bête çapkirin.[14]

Heta îro di arşîvên Osmanî de, rojnameya bi navê “Aşiret” derneketîye meydanê lêbelê du jimarên Kurdistana vê demê li ber destê me mewcud in. Ji dîroka “1313” ya li ser jimara yekemîn der tê ku ev Kurdistan jî berdewamîya Kurdistana sala 1898an e. Vê carê xwedî û midurê rojnameya Kurdistan, Ahmed Sûreyya Bedirxan e. Jimarên serke yên çapa Îstenbulê hetanî îro nehatine dîtin, “Tenê li ber destan jimarên 3 (12 Sibata 1324/ 25ê Sibata 1909) û 4an (5ê Adara 1325/ 18 Adara 1909) mewcud in. Çawa ku di daxwaznameya serdanê de hatîye nivisîn, ji hefteyê carek hatîye neşirkirin. Eger rojname li gor peryoda destnîşankirî hatibe çapkirin, bi îhtimala mezin jimara yekem di roja 25.01.1909an de hatîye çapkirin. Lêbelê nedîyar e ku li ser hev çend jimar hatine neşirkirin û weşana wê çi wext hatîye rawestandin. Li gor hinek agahîyan mimkun e ku weşana rojnameyê li piştî Vaka/Hedîseya 31ê Adarê hatîbe rawestandin û ragirtin. Piştî ku weşana vê rojnameyê tête rawestandin, sala 1917 wek berdewamîya wê, bi edîtorîya Sûreyya Bedirxan li Îskenderîyeya Misrê dîsa dest bi xebata weşanê kirîye.”[15] Lê nedîyer e ku vê carê jî çend jimar hatine çapkirin û heta kengî weşana xwe dewam kirîye.

Çawa ku di destpêkê de serûwena rojnameya Kurdistanê hate dîyarkirin, herweha pirranîya kovar û rojnameyên kurd, li cîyên dûr û dervayê welatê Kurdistanê hatine çapkirin. Ji ber vê yekê di belavkirina wan de gelek astengî û zahmetî çêbûne; ji alîyê desthilatdarîya sîyasî û emnî ya Osmanî ve belavkirin û xwendina wan a di wîlayetên Kurdistanê de hatîye qedexekirin. Lê dîsa jî rojname bi veşartî gehîştine gelek cîyan û ji alîyê xwendevanan ve bi balkêşî hatine şopandin. Em ji nameyên xwendevanan derdixin ku rojname hem ji bo welatên Ewropayî hatîye rêkirin û hem jî gehîştîye hin wîlayetên Kurdistanê û bajarên wekî Îstenbul, Dîyarbekir, Mêrdîn, Bexda, Şam û Edeneyê ku li wê derê nifûsa kurd gelek hebûye. Ji nameyan dîyar dibe ku neşirbûna rojnameya Kurdistanê, di nav xwendevanên kurd de memnunîyet û xweşhalîyek baş peyda kirîye. Di yek ji wan nameyan de, vê xweşhalîyê bi zelalî dide dîyarkirin û weha dibêje:

“Ez li halê me kurdan dinêrim û bi şev û roj xemgîn dibim. Bi tevî ku pirranîya kurdan mêrçak û xwedî huner in, ji ber çi hemû ji zanîn û pîşekarîyê dûr in? Ji ber çi kurd ji perwerdeyî, xwendin û nivisînê mehrûm mane? Evan fikran ez xistim nav endîşeyê; ez xemgîn bûm û min ezîyet kişand. Lê şikur ji Xwedê re ku nûha rojnameya me Kurdistan heye û ji bo xizmeta milletê kurd dixebite.”[16]

Naveroka rojnameya Kurdistanê pirr dewlemend nebe jî, li ser çand û dîroka kurdan, rewşa sîyasî û civakî ya wê demê gelek nivîsên balkêş û sereke têda hatine belavkirin. Mem û Zîn, wek çapa matbû cara yekemîn di nav rûpelên Kurdistanê de beş bi beş hatîye çapkirin; li ser dîroka Mîrên Botan rêzenivîsek dirêj ji alî Ebdurehman Bedirxan ve hatîye nivîsandin û belavkirin; li ser perwerdeyîya zarokan, hînbûna pîşe û hunerên nû û hişyarîya miletê kurd nivîsên cûr bi cûr hatine belavkirin; berdewamî behsa neheqî û zordestîya desthilatdarîya rejîma îstibdad a Ebdulhemîd kirîye û herweha miletê kurd hişyar kirîye ku bi teşwîq û fesadîya desthilatdarîyê êrîşên ermenan nekin. Çinku Ebdulhemîd û hikumeta wî, zulm û zordestî li kurdan û ermenîyan pêkve dikin.[17]

Alîyekî girîng ê rojnameya Kurdistanê jî, li hemberê rejîma îstibdada Padîşah Ebdulhemîd muxalefeteke dijwar kirîye û herweha bang li kurdan kirîye ku li hemberê karbidestên padîşah, xwedî li welatê xwe yê Kurdistanê derbikevin. Ji bo vê yekê, sernivîskarê rojnameyê bang li milletê kurd dike û dibêje:

“Nuha Kurdistan di bin destê Ebdulhemîd de ye; karbidestên li serê we, Ebdulhemîd wan rêdike. Lê belê xwedîyê Kurdistanê kurd in! Eger neyarek hat ser Kurdistanê, kurd dê xwe li ser bidin kuştin! Erdê wê derê kurd dikolin, darên wê derê kurd diçînin; karbidestên ku padîşah rêdike serê we, pereyên wan kurd didin! Loma Kurdistan a we ye! … Eger we divê Kurdistan tim di destê we de bimîne, eger we divê jin û zarokên we reben û xizan nebin, divê hun karbidestên zalim ji welatê xwe derbixin.”[18]

Di dawîyê de, ewên ku rojnameya Kurdistanê derxistine, ji fikir û ramanên Ewropayî û tevgera neteweyî agadar bûn, dixwestin bi van xebatan, di nav yekgirtina Împeratorîya Osmanî de mefhuma parastina welatê xwe û hişyarîyek neteweyî ya li ser bingeha kulturî, di nav miletê kurd de peyda bikin û li ser vê zemînê bi xwe jî bûne pêşengên sereke yê hişyarîya neteweyî ya miletê kurd.

  1. Rojnameya Ummid (15ê Tebaxa 1990)

Mihemed Salih Bedirxan

Di dîroka rewşenbîrîya kurd de, dema behsa Bedirxanîyan bibe, pêşîyê rojnameya Kurdistanê tê bîra merivan. Dema ku rojnameya Kurdistanê hatîye weşandin, rojnameya duyemîn a ku ji alîyê Bedirxanîyan ve hatîye weşandin, rojnameya Ummid e. Rojnameya Ummidê jî li Misrê dest bi weşanê kirîye û ji panzdeh rojan carekî hatîye weşandin.

Di beşê kunyeya rojnameya Ummidê de, li ber rêza “xwedî û nivîskar”, Berdirxan Paşazade Mihemed Salih hatîye nivîsandin. Ji vê agahîyê dîyar dibe ku Mihemed Salih Beg di vê pêvajoyê de li Misrê ye. Di beşê kunyeya rojnameyê de hatîye nivîsandin ku ev “rojname ji panzdeh rojan carekî tête çapkirin.”[19] Baş nayê zanîn ku rojnameya Ummid li ser hev çend jimar hatine çapkirin. Li ber destê me tenê jimara duyemîn heye. Li ser bergê wê, dîroka weşandina vê jimara rojnameyê, yekşema 6ê Cemaziyel-Evvela sala 1318 (1ê Eylûla 1900)î hatîye nivîsandin. Eger di perîyoda çapkirina wê de derengîyek çênebûbe, em dikarin bibêjin ku jimara yekemîn a rojnameyê, di 15ê Tebaxa sala 1900î de hatîye çapkirin.

Dema em bala xwe bidin naveroka van du rojnameyan, wisa dîyar dibe ku li gorî nivîsandina babetan û polîtîkaya weşandina wan, paralelîyek di navbera herdu rojnameyan de heye. Lêbelê di rastîyê de têkilîya rojnameya Ummid û Kurdistanê çi bû? Gelo mimkun e ku Ummid wek îlaweya Kurdistanê hatibe çapkirin an rojnameyek bi serê xwe bû? Vê gavê bersiveke rast û mitlaq a van pirsan nîn e. Di vê nivîsê de, ez dê wek rojnameyek serbixwe behsa Ummidê bikim. Dîroka weşandina jimara 2 ya Ummidê û jimara 24an a Kurdistanê, tê ser hev. Lêbelê ev jimara rojnameya Kurdistanê li Londonê û ya Ummidê jî li Misrê hatîye çapkirin. Alîyek girîng ê rojnameya Ummidê jî ev e, ku di beşê kunyeyê de li alîyê jor ê navê Ummidê amblema Masonan [wêneyê pergel û gonya] hatîye bicîkirin. Ev jî vê dide dîyarkirin, çawa ku têkilîya M. Salih Bedirxan bi mixalifên îstibdadê re hebû, herweha bi teşkîlata Masonan re jî hebûye û belkî jî bi piştgirîya wan ev rojname derketîye. Lewma amblema Masonan li ser rûpelê pêşî yê rojnameyê hatîye danîn.

Tenê jimara duyemîn a rojnameyê li ber destê me heye û hemû nivîsên vê jimarê bi zimanê osmanî hatine nivîsandin, li gorî nivîsandin û agahîya sernivîskar, dê “Meqeleyên bi zimanê erebî jî bêne çapkirin.” Di jimara duyemîn a rojnameyê de li ser hev pênc nivîs hatine belavkirin û di binê her pênc nivîsan de jî îmzeya Ebûl Berekat heye. Ebûl Berekat, bi îhtimaleke mezin navê mexlasê M. Salih Bedirxan e. Rojnameya Ummid, li Qahîrê hatîye çapkirin feqet em nizanin ku M. Salih Bedirxan bi xwe kengî çûye Misrê. Ji ber ku Misir navendekî girîng ê mixalifên rejîma îstibdadê bû, rojnameya KurdistanUmmid û gelek weşanên mixalifên din jî li wê derê hatine weşandin û çapkirin.

Rojnameya Ummid jî wekî ya Kurdistanê, di xêzeke gelparêzî ya osmanî de li dijî îstibdada Ebdulhemîd weşanê kirîye. Xêz û polîtikaya weşana xwe bi van gotinan anîye ziman: “Rojnameya Ummid; di xizmeta memleket û milletê de ye û derdê milletê tîne ziman.” Herweha mixalefetkirina li hemberê îsibdadê, wek “cîhadek fazîletdar” pênase kirîye û di bergê pêşî yê rojnameyê de wek mottoyek bi cî kirîye û weha nivisandîye:

“Cîhada tewr (herî) fazîletdar (pakdaw); gotina peyvên rast û bi heq ên li hemberê Silatanê zalim e.[20]

Ji her du nivîsên Ebûl Berekat ên bi sernivîsa “Jubileye Yadigâr Yahut Utanmayan Kimdir? [Yadkirina Jûbîleyê Yaxud Bêşerm Kî ye?] û “Hakkı Açıklama [Aşkerekirina Heqê]” dîyar dibe ku rejîma îstibdada Ebdulhemîd bi tundî tête rexnekirin û ji bo wî, di jimara duyemîn de weha dibêje:

“Nêzîkê du mehan e ku her roj di rojnameyekê de ji bo yadkirina jûbîleya cilûsê [rûniştina ser text] dibêjin filan walî vana kir, bêvan miteserrifî vana kir, Ebdulhemîd li Îstenbulê Darûl-Fununek ava kir. Ji bo rûmetdana salvegera bîst û pêncan a Abdulhemîd dîlan têne gerandin. Jinên misilman didin reqisandin. Dê Qur’an bêne xwendin, ji wê şûn ve jî bîra û şerab bêne vexwarin, saz û tenbûr bêne jendin, govend bêne gerandin. Welhesil rezaletên ku ne li gorî navê însanîyet û şerefa Îslamîyetê ye…

Nûha ku em hewara dilsoj û girîna dilşewat a xuşkên bêkes ên ku birayên wan mirine; ji bo me, ji bo jinebîyan, ji bo sêwîyan, ji bo dayik û bavên bextreş ên ku zarokên wan mirine, bifikirin; gelo em dikarin wasîteyek kêfxweşîyê bibînin? Em çi mexlûqên bedbext in ku vê rewşa dilperritî ya ber çavan nabînin, em çawa namerdî û tenezulê vê xirabîyê dikin, ji bo rûmetdayîna berpirsê xedar ê van bûyeran kêf û şahîyê sazdikin.”[21]

Di jimara duyemîn a rojnameyê de bi navê “Jubileye Yadigâr Yahut Utanmayan Kimdir? ”[22], “Hadis-i Şerifler”[23], Hitab-ı Mur be-Süleyman[24], “El-kavl-i Ahlak”[25] û “Hakkı Açıklama”[26] li ser hev pênc nivîs hatine belavkirin. Lê mixabin çawa ku li jorê jî hate gotin, em nizanin li ser hev çend jimarên rojnameya Ummid hatine çapkirin.

 

[1] BOA, 30-1685, H-08-12-1315 (31 Mart 1898)

[2] BOA, 47-143, H-09-04-1294an  (23 Nîsana 1877)

[3]  Li ser dîroka çapkirina yekemîn jimara rojnameya Kurdistanê nêrînên cuda hene. Ferhad Şakelî û mamoste Magded Sapan dibêjin; jimara yekemîn a rojnameya Kurdistanê, di roja 21ê Nîsana 1898an de hatîye çapkirin.  (bn. Ferhad Şakelî: Rojnameya Aso, j.: 413, 22.04.2008, Magded Sapan: Malpera Demkurd.)

[4] BOA, 1792-75, H- 04-05-1308 (16 Aralık 1890)

[5] BOA, 398-2, H-10-01-1316  (31 Gulana 1898)

[6]  Kurdistan, no: 1, 22 Nîsana 1898

[7]  Kurdistan, no: 1, 22 Nîsana 1898

[8]  Kurdistan, no: 1, 22 Nîsana 1898

[9]  Kurdistan (Rojnameya Kurdî ya Pêşîn), Cild: 1, wergera M. Emîn Bozarslan, Wşanxana Deng, Çirîya Paşîn,1991, Sweden, r. 10

[10] BOA, 36-22, H-15-04-1318 (5 Ağustos 1900)

[11] Kurdistan, j.: 24, 6ê Cemadîlewel 1318 ((1ê Eylûla 1900)

[12] J.b., r. 12

[13] BOA, 2693-201928, H-26-08-1323 (26-10-1905)

[14] BOA, 328-33, R-06-09-1324 (19 Kasım 1908)

[15] Yener Koç, Kürt Tarihi Dergisi, Kürdistan Gazetesi [Rojnameya Kurdistan] (1908-1909) Üzerine Birkaç Not, jimar: 8, r. 39

[16] Celîlê Celîl, Kürt Aydınlanması, Avesta Yayınları, İstanbul-2000, r. 28

[17] Kurdistan (Rojnameya Kurdî ya Pêşîn), Cild: 1, wergera M. Emîn Bozarslan, Weşanxana Deng, Çirîya Paşîn,1991, Sweden, r. 39

[18] Kurdistan (Rojnameya kurdî ya pêşîn), Cild: 1, wergera M. Emîn Bozarslan, Weşanxana Deng, Çirîya Paşîn,1991, Sweden, r. 38

[19] Ummid, j.: 2, Pazar, 6 Cemaziyel Ewel 1318 (1ê Eylûla 1900)

[20] Ummid, j.: 2, Pazar, 6 Cemaziyel Ewel 1318 (1ê Eylûla 1900)

[21] Ummid, J.: 2, Pazar, 6 Cemaziyel Ewel 1318 (1ê Eylûla 1900), r. 1

[22] Ummid, J.: 2, Jubileye Yadigâr Yahut Utanmayan Kimdir? [Yadkirina Jûbîleyê Yaxud Bêşerm Kî ye?], Pazar, 6 Cemaziyel-Ewel 1318 (1ê Eylûla 1900) 1900, Mısır, r. 1-2

[23] Ummid, J.: 2, Hadis-i Şerifler [Hedîsên Şerîf], 6 Cemaziyel-evvel 1318 (Pazar, 1 Stember (Eylül) 1900 Şarkî), Mısır, r. 3

[24] Ummid, J.: 2, Hitab-ı Mur be-Süleyman [Xîtaba Kurmûrî ji Silêman re], 6 Cemaziyel-evvel 1318 (Pazar, 1 Stember (Eylül) 1900 Şarkî), Mısır, r. 3

[25] Ummid, J.: 2, El-kavl-i Ahlak [Qewlê Ehlaqê], Pazar, 6 Cemaziyel Ewel 1318 (1ê Eylûla 1900), r. 4

[26] Ummid, J.: 2, Hadis-i Şerifler [Hedîsên Şerîf], 6 Cemaziyel-evvel 1318 (Pazar, 1 Stember (Eylül) 1900 Şarkî), Mısır, r. 3

[27] Ummid, J.: 2, Hitab-ı Mur be-Süleyman [Xîtaba Kurmûrî ji Silêman re], 6 Cemaziyel-evvel 1318 (Pazar, 1 Stember (Eylül) 1900 Şarkî), Mısır, r. 3

[28] Ummid, J.: 2, El-kavl-i Ahlak [Qewlê Ehlaqê], Pazar, 6 Cemaziyel Ewel 1318 (1ê Eylûla 1900), r. 4

[29] Ummid, J.: 2, Hakkı Açıklama [Aşkerekirina Heqê] , Pazar, 6 Cemaziyel Ewel 1318 (1ê Eylûla 1900), r. 4

http://kovarabir.com/seid-veroj-destpeka-rojnamegeriya-kurd-rojnameya-kurdistan-u-ummid/?fbclid=IwAR3QHM8VnR-dDBdqpzFTJmJ-iSmeBSMjHBrTknQJaZ1Nzlx7t_4GKvGfTLo


Source link

About Hooshyar

Check Also

LO dixwaze cardin gotûbêjan bi Rêxistina karbidestan re bike – Radio Sweden Kurdish – ڕادیۆی سوید – Radyoya Swêdê

◦ Federasyona sendîkayên karkeran LO dixwaze cardin bi rêxistina swêdî ya karbidestan Svenskt Näringsliv re …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *