PERXUDRES*: Sporûsaxlemî – Dilê Porê Sipî


*Têl û tayên sipî ro bi ro pirtir dibin bi porê min de. Hinekan wextekê digot porê sipî karîzmayê zêdetir dike, lê min hîn ti karîzma marîzma nedîtiye. 

*Min sabûnên goz û lawantayan , min sabûnên ji şîrê bizinan û yên ji şîrê keran wesandin tevî yên portakalî. Bedena min, qirara min, ekolojîk. 

*Ez dikim benîştê çaman jî bicûm. Woewww, tew nizam ew bû çend sal in min benîşt necûye û balon çênekiriye û neteqandiye. 

*Wê roya hanê stranbêjekî navdar ji min şiîreke min ya berî çend salan pirsî, got ez dixwazim li ser bixebitim bikim stran. Mîna piranîya şiîrên min, ew jî ya min şewitandibû ya jî min di komputer momputerê de li derekê nehiştibû. Tam nehat bîra min şiîr. Di ser peyvên wî stranbêjî ji min re gotibûn min xwest ez jinûve şiîrê binivîsim, lê min nikaribû; çinku şiîr ne tam, nîvçe be jî nedihat bîra min ku ezê wê jî di stûyê vîrusa korona kim. 

*Li Riha somin ji Cergibozanlarê tê kirîn heyran. Bi kuncî, rind biraştî û bi hevîrê hindik. Ewqas xweş e ku hem di sihoran de dixwim, hem di fitaran de. – Şok! – Min niha ji bîr kir ku ”hevîr” bi Tirkî çi ye û li ferhengê nihêrî, ku çavê min li ”hamur”ê ket, ”haaaaaa” min got, erê lan, ”hamur”. Wanî du îhtîmal hene; yek, tesîra Tirkî li ser min kêm bûye û ez bo wî zimanî êdî mihtacê ferhengê me ku ew tiştekî pir rind e, dudu, vîrusa korona tesîra xwe didomîne ku ew tiştekî pir xerab e. 

*Min ji destê flortên şaş pir kişand û dilê xwe pir zêde êşand. Nivîskarîya min carê bû problem, carê rojnamagerîya min, carê blogerî. Mîna ku berê hevdu dîtibin û li hev kiribin ji min re digotin ”kapalı kutu” Vê talîyê min anî devê qutîyê vekir, lê îcar jî tiştên min bi aqilê nivîskarîyê xeyalî li hev anîbûn, şik û şubhe çêkirin û li serê min bû bela. Ew demek e di heyata min de bi tenê dîya min, bavê min û bloga min hene. Ger rojekê keçkekê nas bikim û ew bêje ”Ka hinekî behsa xwe bike”, ezê bêjim ”A ji te re lînka blogê, kerem ke bixwîne.” Ha, yeke din jî, gava li mala keçkê pirsîn gotin ”Kurik çi karî dike?”, bersiv dê bi tenê ”Welle bloger e.” be. Ez ew im û di dilê min de kapasîteya êşê tije bûye. 


Source link

About Hooshyar

Check Also

Musa Barzencî; Jimmy Carter jiyaneke normal dijî

Musa Barzencî; Jimmy Carter jiyaneke normal dijî Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *