Hunermend Kilpper: Tecrîda li Îmraliyê sûcê li dijî mirovahiyê ye


Thomas Kilpper ku bi hunera xwe ya bicihkirinê (Installation) û xêzkişanê li Elmanyayê li qada hunera nûjen hunermendekî naskirî ye, li ser tecrîda giran a dewleta Tirk li Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike ji ANF’ê re axivî.

Kilpper ku li zanîngeha Bergen a Norwêcê profesor e û dersên hunerî dide, ev şîrove kir: “Siyaseta şer a ku dewleta Tirk li bakurê Sûriyeyê û herêmên Kurdan dimeşîne gihîştiye asteke metirsîdar.”

Têkilîdarî tecrîdkirina Abdullah Ocalan ku zêdeyî 20 sal in dewam dike, hunermendê Elman Kilpper got, “Ev rewş bi tena serê xwe nîşaneya berbiçav a wê yekê ye ku Tirkiye mafên mirovan binpê dike.” Hunermend Kilpper destnîşan kir ku tecrîd êşkenceyeke psîkolojîk e, ev yek sûcê li dijî mirovahiyê ye û ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê bang kir.

‘ERDOGAN MAFÊN MIROVAN BINPÊ DIKE’

Hunermend Kilpper vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê rexne kir û got, “Ev rewş ji bo min gaveke metirsîdar e û bi dîtina min, ev yek nîşaneyeke din a binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê ye.”

Hunermendê Elman Thomas Kilpper anî ziman, ku ne tenê li Tirkiyeyê dema dawî li welatên endamên Yekîtiya Ewropayê jî mafên mirovan ji nedîtî ve tên û bal kişand ser cihêkariya li penaberan û koçberan tê kirin. Kilpper weke hunermendekî daxwaza xwe wiha anî ziman: “Daxwaza min ew e ku formên tundiya dewletê hemû bi dawî bibin û li şûna vê jî cîhanek bi mafên mirovan ê gerdûnî hebe.”

 


Source link

About Hooshyar

Check Also

Avesta: Metirsiya herî mezin liv û tevgera PDK’ê

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta ji Stêrk TV re axivî û li …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *