Hest û Helwest:Guftûgoyên Vîyana li dor Rêkeftina Navokî ya Îranê


Îranê li ser zimanê serokê şanda xwe ya guftûgoyên navokî li Vîyanayê gotiye ku têgihiştineke nû di axaftinan de derketiye pêş lê nakokîyên rijd hîn li dar in.

Çînê jî behsa pêşketinan kir û got ku alîyên di nav rêkeftinê de erê kirine bi hev re kar bikin ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî.

Beşdarên axaftinên Vîyanayê kar dikine li ser gavên ku tê de çalakîyên navokî yên Îranê sînordar bikin û cezayên Amerîkî ji ser Tehranê rakin, lê teqîna di bingeha navokî ya Îranê Natanz de hinekî rewş tevlîhev kirîye.

Şandeya Amerîka di axaftinan de ne amade ye jiber ku Îranê red kir guftûgoyên rûbirû bi Amerîkayê re bike. Berpirsên Ewrupî yên di nav axaftinan de ew di navbera her du şandeyên Amerîka û Îranê de diçin û tên.

Rêvebirîya serokê Amerîka Joe Biden dibêje ku ew amade ye vegera nava rêkeftina sala 2015an, ku serokê berê Donald Trump di sala 2018an de jê vekişîya, eger Tehran bi temamî pêgirîyên xwe pêk bîne, lê Îran dibêje divê berê Amerîka cezayan ji ser wê rake.

Axaftinên Vîyanayê gihştine çi astê û çiqas hêvî hene ku ew bi ser bikevin?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du şîrovekarên siyasî ronî dide ser vê mijarê: Erselan Cewdet ku li Vîyanayê dimîne û Mekî Amêdî ku li Almanya dimîne.

Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng vekin:


Source link

About Hooshyar

Check Also

Musa Barzencî; Jimmy Carter jiyaneke normal dijî

Musa Barzencî; Jimmy Carter jiyaneke normal dijî Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *