Amerîka Welatîyên Xwe Ser Rêwîtîyê Hişyar Dike


Amerîka bang li welatîyên xwe kir ku jiber pandemîya vîrusa korona serdanên xwe yên li derveyî welêt jinûve binirxînin.

Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyeke nivîskî da zanîn ku şewba vîrusa korona bo kesên di rêwîtîyê de ‘’rîskên bêhempa’’ çêdike.

Li gor daxuyanîya Wezareta Derve ya Amerîka, vê hefteyê hişyarîyên bo rêwîtîyê dê werin nû kirin û bo 80 ji sedê welatan hişyarîya ‘’rêwîtîyê nekin’’ were danîn ku ew asta çaran ya hişyarîyê ye.

Amerîka berê bo 34 dewletan hişyarîya asta çaran ragihandiye ku di nav wan de Arjantîn û Brezîlya hene.

Rêvebirîya Washingtonê herwiha xêncî welatîyan Amerîka nahêle ku ti kes ji Çîn, Îran, Brîtanya û Afrîqaya Başûr derbazî welêt bibe.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Nêrîna Pêkhateyên li Îraqê Derbarê Pêkanîna Aştî Û Aramiyê

Pêkhateyên olî û etnîkî li Îraqê rastî derdeseriyên giran hatine jiber wan şer û pevçûnên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *