Amerîka Welatîyên Xwe Ser Rêwîtîyê Hişyar Dike

Amerîka bang li welatîyên xwe kir ku jiber pandemîya vîrusa korona serdanên xwe yên li derveyî welêt jinûve binirxînin.

Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyanîyeke nivîskî da zanîn ku şewba vîrusa korona bo kesên di rêwîtîyê de ‘’rîskên bêhempa’’ çêdike.

Li gor daxuyanîya Wezareta Derve ya Amerîka, vê hefteyê hişyarîyên bo rêwîtîyê dê werin nû kirin û bo 80 ji sedê welatan hişyarîya ‘’rêwîtîyê nekin’’ were danîn ku ew asta çaran ya hişyarîyê ye.

Amerîka berê bo 34 dewletan hişyarîya asta çaran ragihandiye ku di nav wan de Arjantîn û Brezîlya hene.

Rêvebirîya Washingtonê herwiha xêncî welatîyan Amerîka nahêle ku ti kes ji Çîn, Îran, Brîtanya û Afrîqaya Başûr derbazî welêt bibe.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Hunermendên kurd li hemberî êrişên Tirkiye xwepêşandan kirin

Hunermendên kurd li hemberî êrişên Tirkiye xwepêşandan kirin Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *