RINDIK: Tirkiyê bi pasaportên xwe qaçaxçîtiya însanan kiriye

 

Serê salan e Tirkiye qaçaxçîtiya însanan dike. Salê bi
hezaran kesan di bin navên cihê, di bin navê tuxtoran, folklorê, xortan û gelek
navên din da zilam û çeteyên xwe yên îslamî, faşîst bi pasaportên cuda, bi
balafiran dişînin Ewrûpayê.

Xwedêgiravî di heqê 6 belediyên AKPê da lêpirsîna
sextekariyê dane destpêkirin.

Lêpirsîn, mêpirsîn vir e. Serê şebekê, mezinê şebekê dewlet e, haja hukûmetê ji her tiştî heye, heger haja hukûmetê jê tunebe kes nikane sextekarîyeke wiha mezin bike.

Beledîye,
nufûs, pûlis vî îşî bi serê xwe nakin, hukûmet, dewlet di nava vî îşî da ye.
Merivên xwe yên herî muhîm bi pasaport, bi riya saxlem şandine Ewrûpayê.

Bi hezaran serok û çeteyên îslamî, Daîşê li Tirkiyê ne, nuha
wan peyderpey bi vî hawî li Ewrûpayê belav dikin.

Ev ne meseleyeke îro ye, Tirkiyê serê salan e bûye dewleteke
mafîa û qaçaxçîtiya însanan dike.

Nuha ji her dera dinyayê bi milyonan însan li Tirkiyê top
kirine û bi pasaportên dîplomatîk, bi riyên cuda dişînin Ewrûpayê.

Tirkiye ji bo ewlekariya cîranên wê û Ewrûpayê bûye talûkeye
mezin, heta ev rejîm li ser hukim be rehetî û ewlehî ji Ewrûpayê ra tuneye.

 


Source link

About Hooshyar

Check Also

Dîbeyt: Gotûbêjkirina pirsgirêkên ciwanên rojavayê Kurdistanê û dîtina çareseriyê (Youtube)

Dîbeyt: Gotûbêjkirina pirsgirêkên ciwanên rojavayê Kurdistanê û dîtina çareseriyê (Youtube) Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *