Partîya Keskan ya Almanî Hevseroka Xwe Baerbock Wek Berbijara Serokwezîrîyê Dîyar Dike


Partîya Keskan ya jingehparêzên Almanî îro Duşemê ragihand ku hevseroka partîyê Annalena Baerbock wek berbijara serokwezîrîyê hatiye bijartin.

Li Almanya hilbijartina serokwezîrîya wê di meha Îlona 2021’an de were kirin.

Berbijarîya Baerbock ji hêla hevserokê din yê partiyê, Robert Habeck ve, bi daxuyanîyekê hat eşkere kirin.

Baerbock 40 salî ye, ji sala 2013’an vir ve di parlamentoya neteweyî de parlamenter e, lê tecrubeya wê ya hikûmetê tune ye.

Baerbock di derbarê berbijarîya xwe de axifî û got ku demokrasî bi guherînê dijî û domdar dibe.

“Erê, ez ti carî nebûme serokwezîr yan wezîr. Ez piştevanîya nûjenkirinê dikim, yên din piştevanîya statukoyê dikin. Ez Almanyayeke dixwazim ku li navenda Ewrupa ye, dixwazim; welatek dixwazim ku parastina jingehê bingeha siberojê jibo serfirazî, azadî û ewlehîyê biafirîne, ” Baerbock got.

Baerbock û Habeck ji 2018’an vir ve hevseroktîya Partîya Keskan dikin. Ew bi rengekî aram û hevsengî, rêjeya piştgirîya jibo partîya xwe bilind dikin.

Tevî ku Partîya Keskan di asta neteweyî de di opozîsyonê de ye, ew di 11 hikûmetên tavehîya 16 eyaletên Almanyayê de cîh digire.

Anketên vê dawîyê nîşan didin ku Partîya Keskan li dû Partîya CDU wek partîya duduyan e û hevdem li pêşîya partîya mezin ya çepgirên navendî Sosyal Demokratan de ye.

Encamên hilbijartina parlamentoyê ya 26’ê Îlonê nayê pêşbînî kirin, jiber ku serokwezîra niha Angela Merkel biryar da ku jinûve nebe berbijar.

Merkel di 2018’an de sond xwaribû ku ewê bo caran pêncan nebe berbijara seroktîyê.

Anketên vê dawîyê piştgirîya bo Partîya Keskan wek ji % 20-22 , du caran zêdeyî ji % 8.9 ya li gor hilbijartina 2017′ an, nîşan didin.

Berbijarîya Baerbock, namzeda herî ciwan e, ku bo şûna Merkel namzedîya xwe ragihandi ye û ew teka jin e ku di kêbirke de ye.

Divê kongreya Partîya Keskan ya di Hezîranê de berbijarîya Baerbock bipejirîne ku ew bi fermî li ser navê partîya xwe têkeve hilbijartinê.

Baerbock li Hamburg û Londonê beşa zanîsta sîyasî û hiqûqa navneteweyî xwend û di ciwanîya xwe de sporvaneke serfiraz bû.

Çavdêr dibêjin encama hilbijartinê çi dibe bila bibe, dibe ku Partîya Keskan di damezrandina hikûmeta pêşîn de xwedî roleke girîng û serekî be.


Source link

About Hooshyar

Check Also

زیاتر لە ٢٠٠ شارەوانی کێشەی کەمی خانووبەرەیان هەیە – Radio Sweden Kurdish – ڕادیۆی سوید – Radyoya Swêdê

•      بەپێی دەزگای نیشتەجێکردن هێشتا قەیرانی خانوووبەرە بەرفراوانە و لە کۆی ٢٩٠ شارەوانی …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *