Însiyatîfa Zarokên Êgir 2 depo û 3 wesayit şewitandin


Di daxuyaniya Însiyatîfa Zarokên Êgir de hate gotin, “Li Sakarya, Mersîn, Osmaniye, Kocaelî û Stenbolê 2 depoyên malzemeyan û 3 wesayitên AKP-MHP’iyan hatin şewitandin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Yên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê êrişî Kurdan dikin û mafê jiyanê nadin Kurdan, em ê li her cihî di her kêliyê de hesab ji wan bipirsin.”

Li gorî însiyatîfê 13’ê Nîsanê li navçeya Kadîrlî ya Osmaniyeyê otobuseke kesekî MHP’î, heman rojê li navçeya Gebze ya Kocaeliyê depoyeke madeyên kîmyewî yên madenê ya AKP’î, 14’ê Nîsanê li Sîlîfke ya Mersînê qemyoneke kesekî MHP’î, 15’ê Nîsanê li navçeya Erenler a Sakaryayê depoyeke malzemeyên îzolasyonê ya AKP’iyan û 16’ê Nîsanê jî li Çekmekoy a Stenbolê wesayita faşîstekî hate şewitandin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Essay Writing Agency – Tips For Choosing the Ideal Paper Provider – لڤین پرێس

There are so many new authors out there nowadays who are still the best essay …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *