‘Elmanya daxwaza taybet a Erdogan bi cih tîne’

Şaredarê berê yê bajarê mezin ê Hannoverê Herbert Schmalstieg xwest, Elmanya jî mîna Fransayê li dijî nijadperestên Tirk biryareke berfireh bistîne. Schmalstieg polîtîkaya Wezareta Karên Hundir a ji bo krîmînalîzekirina Kurdan rexne kir û ev bang kir, “Dest ji helwesta xwe ya li dijî Kurdan berdin.”

Faşîstên Tirk ku salên dawî bi serweriya rejîma Erdogan a li Tirkiyeyê re qure bûne û li Ewropayê xwe bi navê “Ulkucu” yan jî “Gurê Boz” bi rêxistin dikin, bûne gefek li ser ewlekariya welatên lê dimînin. Ulkucu ku hêza paramîlîter a desthilatdariya AKP-MHP’ê ye, li dijî Kurdan, Ermenan, Yahûdiyan û hindikahiyên din ên etnîkî û olî yên li Tirkiyeyê sûcên nefretê dikin, gelek caran êrişê dikin.

Pir caran bi belgeyan ispat bû ku faşîstên Tirk bi organîzeya desthilatdariya AKP-MHP’ê û MÎT’ê tevdigerin. Mînak; Hezîrana derbasbûyî li paytexta Awûstûrya Viyanayê, komên bi navê ‘ulkucu’ û ‘Erdoganci’ êriş biribûn ser xwepêşandana rêxistinên jinan û ji aliyê yekîneyên ewlekariyê yên Awûstûryayê ve hatibû eşkerekirin ku ev êriş ji aliyê îstîxbarata Tirk ve hatiye birêxistinkirin.

Li Fransayê, piştî ku 29’ê Cotmeha 2020’î li bajarê Dijonê êriş birin ser Ermenan, rêveberiya Parîsê biryar da ku van koman qedexe bike. Piştî van bûyer û gavên li Awûstûrya û Fransayê, 18’ê Mijdara 2020’î li Elmanyayê, partiyên hikumet û muxalefetê pêşnûme qanûnek ji bo qedexekirina Tevgera Ulkucu li Meclîsa Federal qebûl kirin.

WEZARETA KU BIRYARÊ JI NEDÎTÎ VE TÊ, LI PÊŞBERÎ FAŞÎSTÊN TIRK BÊDENG E

Piştî vê biryarê, ji bo qedexekirina komên nijadperest ên Tirk bal çû ser Wezareta Karên Hundir. Lê belê tevî ku 6 meh di ser re derbas bûne jî Wezareta Karên Hundir a bi serkêşiya Horst Seehofer ê muxafazakar û rastgir, li şûna qedexekirin û astengkirina karên koma Ulkucuyan, ji bo şikandina bandora nijadperestên Tirk a li Elmanyayê karek nekiriye.

Hikumeta bi serokwezaretiya Angela Merkel çend roj berê bersiv da pêşnûme pirsekê û ragihandibû ku komên Tirk ên rastgiriya tund ji bo bandorê li raya giştî û siyasetê bikin, di nava hewldanan de ne. Tevî vê daxuyaniyê jî Wezareta Karên Hundir xwe li bêdengiyê datîne. Lê belê dema ku mijar dibe rêxistinbûna Kurdan a li Elmanyayê, çi ji dest tê dike.

Nifûsa Kurdan a li Elmanyayê milyonek derbas kiriye, lê timî dibin hedefa siyaseta krîmînalîzekirinê ya dewletê. Xwepêşandanên Kurdan ên aştiyane dibin qada tundiya polîsan. Alên YPG û YPJ’ê yên ku çeteyên DAÎŞ’ê têk birin, bi fermannameya Wezareta Karên Hundir weke ‘sûc’ hatin pênasekirin û krîmînalîzekirin. Tevî alên YPG û YPJ’ê her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate qedexekirin. Li dijî vê siyaseta qedexeyê ya wezaretê, Kurdistanî û dostên wan gelek caran di têkoşîna hiqûqî de bi ser ketin.

ELMANYA DI SIYASETA KRÎMÎNALÎZEKIRINA KURDAN DE ISRAR DIKE

Lê belê li gel biryarên dadgehê jî Wezareta Karên Hundir bi hinceta biryara qedexeya PKK’ê ya 26’ê Mijdara 1993’an, di siyaseta krîmînalîzasyonê de israr dike. Bi biryara wezaretê, her tercîha siyasî yan jî karekî Kurdan ê ji bo azadiya welat û gelê xwe, di çarçoveya konsepteke hêzeke li nava dewletê de weke ‘sûc’ tê dîtin. Mînak lêpirsînên siyasî yên li dijî Kurdan hatine destpêkirin ji sala 2015’an ve her sal zêde bû. Sala 2020’î jî ku weke ‘sala şewbê’ hate pênasekirin, van lêpirsînan dewam kir.

Li gorî lêkolîna ANF’ê, di sala 2020’î de nêzî 100 Kurd ketin ber lêpirsîna dozgerî û yekîneyên ewlekariyê yên Elman. Ev hejmar sala 2015’an 22, sala 2016’an 55, sala 2017’an 151, sala 2018’an 288 û sala 2019’an jî 203 bû. Li gel lêpirsînê her wiha li Elmanyayê li dijî Kurdan bi rêbazên şopandinê, deqkirinê, xemsariya di dayina mafê penaberiyê de, bêparhiştina ji mafê welatîbûnê polîtîkaya zextê tê meşandin. Li gorî yek ji rêveberê Komeleya Parêzeran a Komarger (RAV) parêzer Lukas Theune, ev yek daxwaza taybet a Serokkomarê Tirk Erdogan e.

Theune diyar kir kku Elmanya, daxwaza Erdogan a ji bo girakirina zexta li ser Kurdan bêkêmasî bi cih tîne û ji bo ANF’ê ev nirxandin kir: “Sedemeke din a vê hêrsa li dijî tevgera azadiyê ya Kurd, berjewendiyên dewleta Elman e. Tevgerên mezin dibin, bi pêş dikevin û li nava civakê belav dibin, dewletê ditirsînin. Yek ji van tevgeran jî têkoşîna azadiyê ya Kurd a li Elmanyayê ye. Lewma yên ku jê hez dikin tên şopandin, deqkirin û lêpirsîn.”

‘ELMANYA DIVÊ MÎNA FRANSAYÊ BIRYARA QEDEXEYÊ BIDE’

Kesayetekî din ê ku ji vê bêdengiya Wezareta Karên Hundir a li pêşberî komên nijadperest ên Tirk aciz e, şaredarê berê yê bajarê mezin ê Hannoverê Herbert Schmalstieg e. Schmalstieg ku siyasetmedarekî sosyal demokrat e, ji ANF’ê re axivî û xwest, ku mîna Fransayê li Elmanyayê jî li dijî neteweperestên Tirk biryareke berfireh a qedexekirinê bê wergirtin.

Schmalstieg anî ziman ku ji bo qedexeyeke berfireh a li dijî nijadperestên Tirk, biryara di meha Mijdarê de li Meclîsa Federal hate wergirtin têrê nake û bang li partiyên li meclîsê koma xwe hene kir, ku pêşnûme qanûneke nû amade bikin. Siyasetmedarên xwedî tecrûbe Schmalstieg xwest, ku ji Wezareta Karên Hundir re neyê hiştin ku çarçoveya qedexeyê diyar bike û got, “Divê Meclîsa Federal a Elman li dijî koma navborî pêşnûme qanûneke nû bixe rojeva xwe. Di vê pêşnûmeya nû de jî divê bi awayekî şênber bê destnîşankirin ku kîjan organîzasyon wê bên qedexekirin.”

Herbert Schmalstieg her wiha siyaseta krîmînalîzasyonê ya Wezareta Karên Hundir a li dijî Kurdan rexne kir. Schmalstieg ji wezaretê xwest, ku siyaseta xwe ya zextê ya li ser Kurdan biterikîne û got, “Dem hatiye ku Wezareta Karên Hundir helwest û nêzîkatiya xwe ya di vê mijarê de lêkolîn bike û biguherîne.” Schmalstieg ku di navbera salên 1972 û 2006’an de şaredarî ji bajarê mezin ê Hannoverê re kir, weke kesayetekê ku ev wezîfe herî zêde kiriye cihê xwe di dîroka nêz a Elmanyayê de girt.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Hecî Kirbaç bi simbêlên xwe bala xelkê dikşîne û li ser asta Tirkiyê yekem derketiye (Youtube)

Hecî Kirbaç bi simbêlên xwe bala xelkê dikşîne û li ser asta Tirkiyê yekem derketiye …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *