Cenazeyê şervanê Suryanî li Qamişloyê bi merasîmeke girseyî hate veşartin


Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Suryanî (Sotoro) Yeqûb Şabo Yeqûb (Aşûr) di sala 2014`an de tev li Hêzên Sotoro bûbû û di 18’ê Nîsanê de dema li ser erka xwe bû di encama krîza dil de şehîd bûbû.

Ji bo şehîd Aşûr li Dêra Mar Qirêqas a Suryanî merasîmek hate lidarxistin.

Piştre endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sotoro, Partiya Yekitiya Suryanan, malbat û hevalên şehîd Aşûr, cenazeyê wî bi karwanekî birin Goristana Şehîdan (El-Kildan) a li taxa Siyahî li Qamişloyê.

Li goristanê endamê Saziya Malbatên Şehîdan Yeqûb Hena axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdên azadiyê da.

Her wiha berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sotoro Ekad Hena axivî  û got: “Em soz didin şehîdên xwe, em ê rêya wan bişopînin hetanî ku em mafên xwe yên rewa bi dest dixin.”

Piştre wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd Yeqûb Şabo Yeqûb (Aşûr) hate kirin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Li Benda Şorne Devoka Sirûcê

Bi nîvroyeke disincire, li Sirûcê, li çayxana li pişt qeymeqamlixê me. Çayçi jiber kamera û …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *