Amerîka di Çar Mehan de 210 Mîlyon Vaksîn Karanîne


Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ya Amerîka ragihand ku pirtir ji nîvê gihiştîyên li welêt bi kêmî ve dozeke vaksîna vîrusa korona li xwe dane.

Li gor daxuyanîya CDC, di çar mehan de bi qasî 130 mîlyon kesan dozeke vaksînê li xwe dane û ji her sê gihiştîyan yekî du dozên vaksînê karanîne.

Vîrusa korona pirtir ji bo gihiştîyên temenmezin gefan çêdike ku 81 ji sedê kesên ji 65 salî mezintir bi kêmî ve dozeke vaksînê li xwe dane û bi qasî 66 ji sedê gihiştîyan her du doz li xwe xistine.

Tîma Qesira Sipî ya bo vîrusa korona jî ragihand ku her roj pirtir ji 3 mîlyon vaksîn têne karanîn.

Nifûsa Amerîka bi qasî 330 mîlyon e û li gor daxuyanîya tîma Qesira Sipî li Amerîka heta niha 210 mîlyon vaksîn hatine lêdan.

Amerîka vaksîna vîrusa korona ya pêşî di 14’ê Berfanbara 2020’an de li New Yorkê karanîbû. Li Amerîka niha vaksînên Moderna, Biontech – Pfizer têne karanîn.

Karanîna vaksîna vîrusa korona ya Johnson & Johson jiber îdiayên ser tîrkirina xwînê hatiye sekinandin.

Amerîka bi hejmara pêketin û mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Amerîka 31,6 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 567,217 kes bi wê mirine.


Source link

About Hooshyar

Check Also

‌Xwepêşandaran daxwaza rawestandina avakirina bendavan kirin

‌Xwepêşandaran daxwaza rawestandina avakirina bendavan kirin Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *