Rêveberiya Xweser ya Bakûr û Rojhilat Sûriyê 35% Mûçeyan Zêde Dike


Rêveberiya Xweser ya Bakûr û Rojhilat Sûriyê di belevokeke nifiskî de biriyara zêde bûna mûçeyên karmendên rêveberê ji raya giştî ra ragihand, û li gor belevokê ji sedî 35 mûçe zêde bûn .

Dengê Amerîka nêrîna hin karmendên rêveberê li Kobanê girtin .

Idrîs Mihemed karmendê şaredariya Kobanê ye û mûçe yê wî berî zêde bûnê 233 hezar leyreyên Sûrî bû û niha piştê zêde bûn dibe 300 hezar , Idrîs diyar dike ku mûçe yê wî têrê nake , û dibêje : malbatek li Kobanê herî kêm 600 hezar leyre jêra pêwîste ku debara jiyana xwe bike .

Şervan Muslim ku ew jî di saziyên rêveberiya Kobanê de kar dike biriyara zêde bûnê baş dibîne , û baldikşîne ser rewşa Sûriyê bi giştî , ku li gor wî herêma rêveberiya xweser ya Bakûr-Rojhilat Sûriyê ya herî başe ji bo jiyana mirovan .

Şervan zehmtî û astengiyên aborî bi daketina nirxê Leyre ya Sûrî li hember dolar de girê dide , û diyar dike ku bihabûna pêdviyan bi dolar de tîkildare , ew jî gelek astengiyan ji bo karmendan peyda dike .

Hêjaye gotinê ye ku bi hezaran karmend di saziyên rêveberiya Xweser de kar dikin , û mûçeyên xwe bi leyreyên Sûrî werdigrin , lê ji ber rewşa şer û cezayên li ser rêjîmê nêrxê leyreyê ne sabîte , ew jî gelek aloziyan derdixe holê .

Ev zêdebûna tê piştî daketina nirxê leyreya Sûrî li hamer diravên biyanî ,ku nirxê yek dolarê Amerîkî di meha Adara derbas bûyî de bo cara yekê di dîroka Sûrî aborî de gihişt pênc hezar leyreyê Sûrî,ku ev jî bandora xwe ye berevacî li ser rewşa jiyanê bi giştî kir .

Zêdekirina mûçeyê karmendên Rêveberiya Xweser tê ji kêmkirina cûdahiya di navbera mûçeyê karmendan û hêza kirînê ya lîyreya Sûrî û bihayê kelûpelan û hewceyên rojane ku bi diravên biyanî ji derva tên .

Li gor çavdêrên aborî ku zêdekirina mûçeyê karmendan rêveberiya xweser tê ji bo kêmkirina bandora zagûna Sîzer ku bandora xwe ye neyînî li tevahî xaknîgariya Sûriyê heye .

Hêjayî balkişandinê ye ku ev bû kêmî salekê ye du carin ku Rêveberiya Xweser mûçeyê karmendên xwe zêde dike ,ku di 18 meha Poşpera borî de Rêveberiya Xweser mûçeyê karmendên xwe 150% zêde kir,ku hevserokê Rêveberiya Xweser Ebid Mihbaş ji Dengê Amerîka re ragihandibû :Ku her nirxê leyreya Sûrî li hamber diravên biyanî dakeve ewê mûçeyê karmendên xwe zêde bikin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Beytocan: Stranên xwe bifiroşim mîna ku Kurdistanê bifiroşim (Youtube)

Beytocan: Stranên xwe bifiroşim mîna ku Kurdistanê bifiroşim (Youtube) Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *