Li dijî Salvini dozeke din hate vekirin


Wezîrê Karên Hundir ê berê yê Îtalyayê Matteo Salvini wê ji ber hiştina 147 penaberan li nava deryayê, ku bûyereke sala 2019’an de, bê darizandin. Di biryara dadgeha Palermo de, ji ber ku nehişt 147 penaberên li deryayê ji aliyê rêxistinên civakî ve hatin rizgarkirin bên Îtalyayê, wê Matteo Salvini bê darizandin. Tê payin ku rûniştinên dozê 15’ê Îlonê dest pê bikin.

Di nava sûcdariyan de, desteserkirina bi zorê, astengkirina mirovan a derketina ji deryayê û bikaranîna hêzê ya ji bo nebaşiyê jî hene.

Rêxistina civakî ya sivîl Open Arms ku sala 2019’an 147 koçber rizgar kir, biryara dadgehê silav kir û destnîşan kir ku ji bo mirovên wan rizgar kirin, kêfxweş in.

Salvini her wiha ji ber ku derdora 100 penaber sala 2019’an li nava deryayê hişt, li bajarê Cataneyê jî tê darizandin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Nêrîna Pêkhateyên li Îraqê Derbarê Pêkanîna Aştî Û Aramiyê

Pêkhateyên olî û etnîkî li Îraqê rastî derdeseriyên giran hatine jiber wan şer û pevçûnên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *