Çareseriya Pirsgirêkên bi Tirkiyê re Dê Zehmet Be, Lê Nemumkin Jî Nabe

ATÎNA, 18ê Nîsanê, Wezîrê Derve yê Yunanistanê roja Yekşemê bo rojnameyê da zanîn ku ew nikarin pirsigirêkên bi Tirkiyê re yên derbarê aloziyên li derya spî ya naverast û yên din mandila bikin, çareseriya pirsgirêkan dê ya bizehemt be lê dîsan jî dê ne mumkin nebe.

Yunanistan û Tirkiyê herdu hevalbendin di NATO de, lê nakokî di gelek waran de di navbera wan de hene, ji wana nakokiyên derbarê herêma avî ya derya spî ya naverast, û bihavê esmanî, pirsa enerjiyê û samanan, herwiha pirsa dabeşkirina Qubirsê li gor pêkhateyên etnîkî.

Nikos Dendias Wezîrê Derve yê Yunanistanê di hevpeyvînekê de gotiye rojnama Kathimerini ku Yekşemê hatiye weşandin “Em nikarin li pişt peredeyê veşêrin ku nêrîn û aloziyên me yên cûda bi Tirkiyê re hene.”

Roja Pêncşemê Dendias û hevpîşeyê xwe yê Tirk Mevlut Çavuşoglu di dema preskonferansê de bi armanca ku dîtinên herdu aliyan nêzîkî hev bibin, lê demûsdest ew hewidan vegeriya cedelekê di navbera herdu wezîran de û hevdu tawanbar kirin.

Ew serdana yekê ya wezîrê Yunanistanê bû jibo Tirkiyê ji sala 2015ê û vir de, serdan jibo dîtina rewşeke baş û destnîşan kirina dema civînan bi Enqerê re pêkhat bû.

Dendias gote rojnamê, di hevdîtinê de atmosfêrek baş hebû, lê derbarê gelek pirsan, nêzîk bûn ti nebûn “Mijara ku em bi Tirkiyê re rû bi rû ne ewe ku çarçoveke hevpar ya çareserkirina pirsgirêkan ti neye”. Herwiha got, nêrîna Yunanê ewe ku divê nexşeya sinorên aborî û ava herêmî li derya Ege (Îce) û derya naverast li ser bingeha yasaya navnetewî bihê çareser kirin û dîsan got “Ez di warê pirsên girêdayî derya Îce û derya spî ya naverast tûndiyê di helwesta Tirkiyê de nabînim, lê ez helwesteka cihgîr dibînim ku yasayên navnetewî tên binpêkirin, ev jî çareseriyan bi zehmet dike lê dîsan jî dê ne mumkin nebe.”

Dendias got jî ku wî hepîşeyê xwe Mavlut Çavoşoglu vexwedniye Athînayê jibo berdewam kirina danûstandinan û dibe ev rê xweşke jibo hevdîtina Serokwezîr Kyriakos Mitsotakis ligel serkê Tikriyê Recep Tayyip Erdogan.


Source link

About Hooshyar

Check Also

كەلار.. بەرووداوی هاتوچۆ كەسێك گیانیلەدەستدا

درەنگانی ئەمشەو لەسنوری قەزای كەلار بەرووداوی هاتوچۆ كەسێك گیانیلەدەستدا. هاتوچۆی گەرمیان لەوبارەیەوە بڵاویكردوەتەوە:”كەمێك پێش ئێستا …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *