Ê ku xwedî doza Îslamê ye layiq î ya baştirîn e


Kelhaamed


 “Ew kes guh didin tiştê ku tê gotin û li gor tiştêz xweşiktirîn hereket dikin. Ha ew in kesên ku Xweda berê wan daye rêya rast. Ha ew in kesên xwedî aqil.”(Zumer:18)


Em însan, me milê xwe daye bin bareke ku çiyayan newêrîbûn bigirin ser xwe. Em wê giranîya mesûlûyeta însanbûn û Mislimanbûyînê hîs dikin. Em ji Xweda re hemd û şukur dikin ku me kiriye xizmetkerê doza Îslamê û em hewl didin heqê vê yekê bidin û em ji Rebbê xwe daxwaz dikin ku di vî warî de ji me re bibe alîkar. Armanca me; razîkirina Rebbê me ye û em hewl didin bi xebat û xizmetên xwe ji bo Mislimanan bixebitin.


Ew doza ku me daye ser milê xwe dozeke alî û mezin e. Reçeteya hizûr û rizgarîyê ya temamê însanên ku dê heta roja qiyametê bên  di vê dozê de ye. Ji bo ev doza Îslamê bigihijê temamê însanan divê temamê îmkanan bên seferberkirin.Encax ji bo wê yekê jî pêdivî bi dawetvan û birayên ku ilmekî zêde û kamil tehsîl kirine heye. Ji ber vê yekê divê temamê birayên me bibin dawetvanekî kamil û pêşveçûyî.


Divê bê zanîn pêwîst e temamê birayên me ji bo karibin ji Îslamê û temamê Mislimanan re xizmetê bikin qabilîyetên xwe derînin asta herî jor û ji bo vê yekê her tim bixebitin. Dema ku niyeta meriv  ji Îslam û Mislimanan re kirina xizmetê be, wê demê bi izna Xweda, temamê gavên ku dê di vê rêyê de bên avêtin û temamê xebatên ku dê bên kirin, dê jê re bibin xêr û hesenat.


Ji her kesî re nabe nesîb ku ji doza Îslamê re bibe xîzmetkar.Ji bo em karibin heqê xizmeta xwe bidin divê em xwedîyê hinek wesf û taybetîyan bin. Ji ber vê yekê ew kesê ku xwedîyê dawê be û dînê Îslamê ji xwe re kiribe derd divê xwedîyê van wesfan be:


-Divê di niyeta wî de her tim îxlas hebe û her tim di ‘emel û gotinên xwe de hifza xwe ji rîyayê bike


-Divê wan wezîfeyên ku jê re tên dayîn ji bo ku bi şikleke kamil û baş bîne cî gelek hessas be. Divê her tim di hedefa wî de a baştirîn hebe û xizmeta xwe pêşve bibe.


-Di warê fedakarî û xizmeta ku dê ji Îslam û Mislimanan re bê kirin de her tim li pêş be.Tiştê ku ji me tê hêvîkirin û li me tê ev e. Divê em di warê helal û heramên ku ji teref Xweda Te’ala ve hatine tayînkirin de pir hessas bin û di warê rîayetkirina emr û fermanên Wî de bibin kesên pêşeng.


-Divê em di warê xwendin û ilmê de bibin kesê baştirîn. Ger em; xwendekar bin divê em bibin xwendekarê baştirîn, mamoste bin divê em bibin mamosteyê baştirîn. Divê em her tim ji bo vê yekê hewl bidin û bixebitin.


-Divê em di warê silayî rahîm ango pirskirina hal û wextê nas û eqrebayan de tiştê herî baş bikin û divê em bi qencîyê bi cîranên xwe re miamele bikin û li hember acizî, êş û elema ku dê ji alîyê wan bên de bi sebir bin.


-Dema ku me ji yekî hez kir divê ev hezkirina me bes ji bo Xweda be û bi heman awayî dema ku me ji yekî heznekir divê ev heznekirina me bes ji bo Xweda be. Dîsa divê em ji bo meseleyên şexsî ji kesî re rik û kînê negirin û em di warê efûkirin û bexşandina însanan de bibin mînak û tîmsal.


-Divê em li hember însanan her tim bibin kesê bi şefqat û baştirîn. Ji bo ku navbera me û birayên me baş be, pêwîst e em bibin xwedîyê xesletên herî baş û di warê helîm-selîmbûnê de û di warê muhafezekirina sukunetê de bibin xwedîyê tewr û helwesteke tîmsal.


-Divê em xwedîyê îmaneke wisa bin da ku dema em û dijminên Îslamê li rasta hev hatin, em bi cesareta xwe tirsê têxin qelbê wî dijminê Îslamê.


-Ew kesên ku xwedî doz bin û Îslamê ji xwe re kiribin derd, divê di warê hezkirin, xizmet, edeb û hûrmeta ku dê ji ferdên malbatê re nexasim ji dê û bav re bê nîşandan de bibin pêşeng û pêşîvan.Divê neyê jibîrkirin ku cennet di bin pîyên dayikan de ye û di’aya maqbûltirîn jî di’aya bavan e.


-Ger ew kes; biryara bûyîna ehlê ilmê dabe divê hewl bide da ku bibe alîmekî baştirîn, biryara xatîbbûnê dabe divê hewl bide da ku bibe xatîbê baştirîn, birayara hafizbûyînê dabe divê hewl bide da ku bibe hafizê baştirîn, biryara qarîbûna Qur’anê dabe divê hewl bide da ku bibe qarîyê baştirîn û di vê oxirê de hewl bide.


-Dîsa divê bibe sermîyanek, mêrek û ewladekî baştirîn.


-Çi karî dike bila bike divê di karê xwe de bibe kesê baştirîn  û di qada xwe de bibe kesê baştirîn.


-Ew kesên ku bi tîcaretê mijûl dibûn, haya xwe ji xwe bikin da ku heram tevlî ticareta wan nebe, danûstandinên xwe de dirûst bin, gotina rast bêjin û şîara wan qezenca helal be.


-Dixwaze bila muhendis, doxtor û mamoste be û dixwaze bila karker, cotkar û zanaatkar be di her war û qadî de û di her meqamî de temamê Mislimanan ji bilî van her yek ji wan dawetvanek in. Divê ev heqîqet neyê jibîrkirin. Divê hemû kes bi gotinên xwe û bi rabûn û rûniştina xwe Îslamê li derdora xwe bide hîskirin û exlaqa Îslamî bi amelên xwe nîşan bidin.


Rebbê me, em kirin xizmetkarê vê doza mibarek û dixwaze  ku em ezîz bibin û bi ser kevin. Em jî ji bo ku li dinyayê û axretê jî ezîz bibin tiştê ku ji destê me tê divê bikin û ji bo vê yekê hewl bidin.


Rebbê min, me bike ji wan mumînên ku bes jê re evdîtîyê dikin, wezîfeya vê evdîtîyê bi cî tînin û li dinya û axretê jî kesên ezîz in.


Source link

About Hooshyar

Check Also

EMA Ser Vaksîna Johnson & Johnson Dibêje Rîska Wê ya Tîrkirina Xwînê Pir Hindik E

Sazîya Dermanan ya Ewrupa (EMA) dîyar kir dibe ku peywendîya vaksîna vîrusa korona ya Johnson …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *