”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 30

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 30

Malpera me bi rêzenivîseke nû dest bi çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa xênji zimanê rûsî, êdî bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî çap bûne.

Berhema me a îro ha tê binavkirin: ”PARÊZKARÊN DILSOZ YÊN ERF Û EDETÊN BÊHEMPA YÊN PÊŞÎYAN”.

Em îro para wê a dehan çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

M. Rewendî-Fedaî

PARÊZKARÊN DILSOZ YÊN ERF Û EDETÊN BÊHEMPA YÊN PÊŞÎYAN -10

Leyîstik

Lazim e em behsa leyîstikan jî bikin, ku hesab dibin beşeke merasîmên gelêrî: bezîna hespan (cirîd), guleş, kewkîkirina keviran, gullekirina mêşindarîyê, şerên boxeyan û h.w.d. Cem kurdan leyîstikên lecbezîyê – dilxwaz (ango, ”çi ku dilê merivan dixweze”) – binavûdeng in. Ji bo nimûne, du, sê an çar kesan pere an tiştekî din danîne, pişt ra bi hespan bi hev ra dikevine qoşê. Kê ku di pêşîya hemûyan keve, ew qazanc dike û xelata ku li hev kiribûn, para wî dikeve. Xênji wê leyîstika ”gustîl” jî navdar e: Di bin yek ji 8-10 qedehên di rengê tarî da gustîl datanîn, yek ji amadekaran wê demê ji odê derdiket. Dema careke din vedigere odeyê, gerekê tê derxe ka gustîl di bin kîjan qedehê da veşartine. Rohilatzanê rûs V. P. Nikitin derheqa leyîstikeke din ya ecêb da jî behs kirîye, ku cem kurdan navê wê ”cenak” (”hestû”) e. Du kes hestûyekî mirîşkekê digirin, şertê xwe datînin, her yek ji wana wî hestûyê wek çetelan alîyê xwe da dikişîne, dişkêne. Piştî wê, gava yek ji wana bo yê din tiştekî dike, gorî şertên leyîstikê, ew gerekê herdem bêje ”min bîr e”, ango, di bîra min da ne. Mesele, yek ji wana qedeha qahweyê dirêjî yê din dike (an jî qelûneke bi titûnê va dagirtî), û kesê ku ji destê wî hildide, gerekê bêje ”mîn bîr e”. Eger kesê ku hildide nebêje ”min bîr e”, wê demê kesê ku daye qazanc dike. Kesên bi bîra baş dikarin bi salan wê leyîstikê bilîzin û hîç carekê jî winda nekin. Jin jî leyîstikên wisa dilîzin.

Şer-lecên bi boxeyan, ku rohilatzan V. P. Nikitin di destpêka sedsala XX bûye şahidê wî, niha êdî hatîye jibîrkirin. Bi gotina wî, lecbezîyên wisa xweber dihatine derbazkirin, dema êvaran boxeyan dibirin ber cîyê avvexwarinê: ”Meriv nikare wê leyîstikê ne himberî şerê canegayên Îspanîyayê bike, ne jî himberî şerê wan canegayan bike, ku min li herêma Îranê a Gîlyanê temaşe kir, ku bi taybetî bona wê armancê heywanan kedî dikin û şerê wan di dema şahîyên gelêrî têne derbazkirin”39. Ev leyîstik ji leyîstika Korridayê – şerê merivan bi heywan ra – cuda ye, ji ber ku şerê du boxeyan e û ew boxe ewqas şer nakin, ku xetera candana wan hebe. Di dema şêr hema yek ji boxeyan paşda vekişîya, tê hesibandinê ku wî şer da der, ango winda kir. Lê, hilbet, eger boxe giran birîndar be, bi mecbûrî wî serjê dikirin.

 

Derheqa leyîstikan da nivîskarê Sovêtîyê, Ereb Şamîlovê (Erebê Şemo.- Not ya redaktor e) bi esilê xwe va kurd di romanoka xwe a ser jînenîgarîya xwe bi awayekî hûrgilî şirove dike. Bi gotina wî, şivanan şerê beranan saz dikirin, ji her kerîyekî pêz beranên herî qoçax û şerûd hildibijartin. Herwiha ew behsa leyîstika şivanan ya bi navê ”zezê” dike: ”Her kesî kêr an darikek datanî ser pozika pêçîyê lingê xwe û bi himzora xwe wî aletî kewkî dikir; yek ji leyîstikvanan gerekê hertim gotina ”ze-ze-ze…” dubare bikira û bêy ku bêhna xwe hilde, gerekê hemû aletên kewkîkirî berev bikira. Lê eger ewî bêhna xwe hilda, pê ra negihîş hemû aletan berev bike, wê demê ew yek tê maneya ku wî di pêşbirka leyîstikê da winda kir”40.

Edetekî din yê balkêş jî cem kurdan heye: zivistanan berevî ser hev bin û bi tevayî pêşbirka stiranbêjîyê saz bikin, ku jê ra ”geralavêj” dibêjin. Hemû amadekar dor bi dor gerekê kilamekê bistirên. Kurd ji stiranên wisa ra dibêjin ”gîsk”41.

 

Helwesta di hindava şeravê û  xwerin-vexwerinê da cem êzdîyan û qizilbaşan

Berevajî kurdên ku dînê musulmanîyê dihebînin, cem êzdîyan û qizilbaşan qedexe li ser vexwerina şeravê tune. Cem êzdîyan heta gotina pêşîyan ya ha jî heye: ”Kasa şeravê ne bona têrkirina zikê xwe vedixun, lê bona berê xwe bidine Xwedê”. Gorî bawerîya êtnografê kurd Reşad Sebrî Reşîd, wisa xuya ye, ku merasîma vexwerina şeravê cem êzdîyan bi merasîma Îrana qedîm va girêdayî ye, dema bo tahmkirinê homa an jî soma vedixun. ”Malxwêyê malê gerekê kasa şeravê bilind bike û salixîya hemû amadekaran vexwe û di eynî wextê da xêrhatina her amadekarekî bi şexsî bike. Ew gerekê sedî sed derheqa wê yekê da bêje, ka çi pevgirêdan di navbera wî û kesê himberî wî da heye. Hemû kesên dora maseyê rûniştî gerekê dor bi dor bi awayekî mecbûrî bersîva malxwêyê malê bidin, heta wê demê jî, ku jimara mêvanan pir be. <…> Wisa xuya ye, ku edetê vexwerina salixîyan bi bawerîyên olî va girêdayîne”42.

Bona qizilbaşan şerav tiştekî batinî ye, û tu eydeke dînî bêy şeravê nayê pîrozkirin.

 

Taybetmendîyên karaktera kurdan

Kurd mêvanhiz û amin in, xwedî dilekî fire û camêr in, merd û dilovan in, mêrxas û egît in, xwedî ruhê paqij û aqilmend in. Ev hemû hinkûfî tevaya gelê kurd in. Gelek rêwî û rohilatzan ev nîşanên here qenc yên karaktera kurdan texmîn kirine û guhdarî danîne ser. Cem kurdan serxweşbûn û zinêkarî hesab dibin şerma here giran. Dema em behsa serdestîyên karaktera gelê kurd dikin, em nikarin behsa kêmanîyên wê nekin, ku yek ji wan kêmbûna hevgirtinê ye, ango tunebûna tifaqê ye. Êtnografê binavûdeng yê sedsala XIX Petr Lerx, ku li ser jîyana rojane ya kurdan lêkolîn kirîye, destnîşan dike, ku ”kurd serbixwe dijîn, li ser eşîretan hatine parevekirin û ruhê yekîtîya di nav xwe da cem wan kêm e”43. Xênji wê, kurd di hêla parastina erf û edetên xwe yên miletîyê da pir berk in, û eger tiştek kete serê wan, tu kes nikare wî ji fikira wî vegerîne.

Mixabin, edetê alîhevkirina di navbera endamên binemalê da ji berê va ji holê radibe. Wek ku kurdzana Rûsîyayê J. S. Mûsaêlyan destnîşan dike, berê her endameke/î eşîretê dikaribû ji hemû merivên xwe piştgirîya aborî û moralî bistenda. Eger arê gundîyekî heta ekinê teze têrê nekira, endamên eşîreta wî ji zexîreyên xwe para wî derdixistin, wek alîkarî didane wî; eger heywanê koçerekî bihata dizîn an jî winda bûbûya, wî dikaribû bo piştgirîkirinê hêvîya xwe danîya ser merivên xwe û cînarên xwe. Ewana herwiha hewil didan gorî karebûna xwe di dema şahîyan û şînan da jî alîkarî bikin. Milkedarên kurd, çiqasî jî zordestîyên tund li gundîyan dikirin, dîsa jî erkê xwe dihesibandin alîkarîya wan kesan bikin, ku rewşa wan a aborî gelek xirab e. Derheqa bûyereke wisa da kurdzan K. Xaçatûrov sala 1894an nivîsîye. Bi gotina wî, kurdekî feqîr kerîyê pezê xwe û çend dewar winda kir (ew hebûna wî a tekane bû, zêde tiştekî wî tunebû), lê ji ber ku kurd kubar in û lava û dîlekan nakin, ewê di wî halî da ji birçîna bimira. Wê demê şêxê wira dest bi berevkirina alîkarîyê kir, û di demeke kurt da kerîyê pez yê nû û çend dewar anîne ber derê wî feqîrî û gotin: “Şêx ewqas pez û dewar ji t era şand, bona tu di nava eşîreta xwe da tu kêmanîyê nekişînî, wek her kesî bijî”44. Lê êdî di çarêka pêşin a sedsala XX ew edet hêdî-hêdî ji ortê rabû.

 

Bawerîyên gelêrî

Wek ku cem her miletekî Rohilatê, cem kurdan jî bawerîyên girêdayî bi koçekan, bextvekirinê, têderxistinan, dîtina qederê û h.w.d. va hene. Hinek kurd bawerî bi hêza niviştan ya parastinê tînin, ango bawer in ku tiştên mînanî niviştê wê wana biparêzin.  Nivişta (an jî tiberka) destnivîs ya here belavbûyî gilokeke ji kaxezan e ku tê da sûrên Quranê hene, ew bi perçeyekî qumaş va pêçayî ye û bi kincan va hatîye dirûtin.

 

Duayên dînî, ku melle nivîsîne, kurd di tûrikekê da didirûn (niha pir caran zexm dikin) û wê niviştê – himaîlê – bi qaayîşa xwe va dikin û davêjin ser milê xwe, û ew dihate hesibandin weke ku ewê wana ji nexweşîyan biparêze. Wisa bawer dikin, ku eger wê niviştê daynine ser birîna nexweşekî û ava ku melle dua lê kirîye vexun, wê demê birînên nexweş an wê sivik bin, an jî wê bikewin.

Herweha edetekî din heye, ku rehên wê digihîjine dem û dewranên here kevinare. Mesele, tu kurdek wê pesinê xwe ne bi ekinê bol, ne bi pereyên pir nede, ji tirsa ku dikarin çav lê kevin, ango çavînokî bikin. Hinek nîşanên bawerîyê yên kurdan dişibin yên gelên din. Mesele, eger li ser rê merivekî bi dewleke vala rastî te tê – dibêjin, ew ne xêr e. Dema çêkirina malê, li fêza derî pir caran qoçê heywanên kûvî darda dikin. Gor bawerîyê, qoçên wisa ”çavên xirab kor dikin” û malê ji wêranbûnê diparêzin. Wek gelek gelên Asîya Pêş, kurd jî her cûre niviştan bi kar tînin bona zarokan ji çavan biparêzin, ango, tu kes nikaribe wana çavînokî bike. Wan niviştan bi nav dikin wek xetûte an jî kujeke, pir caran ew morîyên ji pîrûz in an qaşên keviran yên di rengê şîn yên din in.

Gorî bawerîyê, kurdan pir caran sozên xwe bi sondan va mehkem dikirin. Mesele, sondeke kurdan a pir ecêb heye: ”Ez bi bext û qedera xwe sond dixum… eger ez sozê xwe neynime sêrî, bira qedera reş li pêşîya min be û bira nifirên jinê li ser min bin û bira êdî min qebûl neke”. Ji bo kurdan mirin ji pêkneanîna sozê xwe çêtir e. Nifira ji alîyê jinan, xwesma ji alîyê jinê, ew bedbextîya here mezin e bona kurdan.

(JÊRÊNOT)

39) Никитин В. Курды: Пер. с фр. М., 1964. С. 218–219.

40) Шамилов, Араб. Курдский пастух. Курды Алагеза: Повести: пер. с курд. Тифлис, 1935. С. 36.

41) Баязиди, Мела Махмуд. Нравы и обычаи курдов / пер. М. Б. Руденко. М., 1963. С. 60.

42) Сабри Рашид, Рашад (Рашад Миран). Этноконфессиональная ситуация в современном Курдистане. М.; СПб., 2004. С. 107.

43) Лерх, Петр. Исследования об иранских курдах и их предках северных халдеях. Кн. 1. СПб., 1856. С. 21.

44) Хачатуров К. Курды, черты их характера и быта // Сборник материалов для описания местностей и племен Кавказа. Тифлис, 1894. Вып. 20, отд. 2. С. 80.

Riataza


Source link

About Hooshyar

Check Also

Statement by KRG spokesperson regarding Ministry of Natural Resources

Erbil, Kurdistan Region, Iraq (GOV.KRD) – Prime Minister Masrour Barzani has nominated Dr. Kamal Atroshi …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *