Însiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyek nivîskî bîlançoya çalakiyên di meha Mijdarê de lidar xistîn eşkere kir.
Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Me bersiva şewata bi agir da zalimên demê yên ku li dijî Kurdan pêkanînên derveyî mirovahiyê dikin”, û peyama “Em tolê ji yên ku alîkariyê didin artêşa Tirk a terorîst distînin” dan.
‘ERKA HER KURDEKÊ HEYE’
Însiyatîfê got: “Erk û berpirsyartiya her Kurdek welatparêz ê ku şehidiya van qirkirina dike heye” û wiha pêde çû:
“Her Kurdek xwedî şeref û namûs, pêwîste bi şewitandina her tiştekê wan vî agirî geş bike. Di meha Mijdarê de me mal, cihên kar, depo, kargehên çekan, cihên tûrîstîk û wasayîtên hevkarên AKP-MHP ya dijminê Kurdan kirin xwelî. Tu jî cihekê bişewitîne! Tu jî agirê azadî û tolhildanê mezin bike! Yên ku çirûskên tolhildanê nikare agirê azadiyê bidest bêxe!”
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku 120 cihên weke; cihên kar, wesayît, qadên leşkerî û keştî şewitandine.
Source link