Ji ber ku 34 kesên bi balafirên şer ên Tirk li gundê Roboskî yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê hatin qetilkirin, bi bîr anîn, li 16 kesan doz hatibû vekirin.
Rûniştina dozê li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê pêk hat.
Hin ji kesên bi îdîaya “propaganda rêxistinê” hatin darizandin û parêzerên wan tevlî rûniştinê bûn.
Rûniştina dozê bi hinceta ku heyeta dadgehê hatiye guhertin ji bo 23’ê Kanûnê hate taloqkirin.
Source link