Peyama Barzanî, Garê û konsepta dewleta Tirk


“Dema ku Berîtanê li ber çavê me xwe ji zinaran avêt, weke ku gulle berdan mêjiyê min. Wê keça dilêr a aşiqê azadiyê çavên min vekirin. Piştî çalakiya wê êdî min sond xwar ku şer nekim û min derhal dest ji Pêşmergetiyê berda.”

Ev gotinên perşmergeyê berê yê YNKê Mihemed Elfî ne ku di dema wê çalakiya efsanewî ya Berîtanê de raste rast di nava şerê li dijî PKK’ê de cîh girtiye. Mihemed Elfî di pirtûka “Zindana Akrê” de qala şahidiya xwe ya şerê 1992’an û çalakiya Bêrîtanê dike. Mihemed Elfî yê ku ewqas ji çalakiya Şehîd Bêrîtan bandor dibe, navê wê li zarok û neviyên xwe dike û ew bi vê jî namîne, di nava malbatê de tim behsa lehengiya Berîtanê û doza wê dike, ev jî dibe sedem ku 2 Keçên wî di nava refên tevgera azadiyê de li ser rêça Bêrîtanê têbikoşin. Lê belê tevî vê jî dilê Mihemed Elfî hîna ne rihet e û birîna wî ya wîjdanî nekewiyaye…

 

Belê, 25’ê Cotmeha 1992’an, Gulnaz Karataş (Şehîd Bêrîtan) di dema êrişa PDK-YNK ya li ser PKKê ji bo teslîm nebe, bi awayê  jinên Dersimî yên di dema terteleya 1938an, xwe ji zinaran avêtibû. Piştre gelê Kurd vî şerî weke “şerê birakujî” bi nav kir û weke Mihemed Elfî gelek kesan navê Bêrîtanê li keçên xwe kirin.

Sal 2020, piştî 28 salan 25’ê Cotmehê di salvegera şehadeta Bêrîtanê de Kurd careke din bi metirsiya şerekî navxweyî re rû bi rû hatin hiştin. PDK ji par ve di her firsendî de hêzên xwe dişîne heremên gerilla. Piştî alozî û gengeşiya li Zînî Wertê, vê carê  çekdarên xwe yên taybet bi çekên giran sewqî herêma Garê kirin. Metirsiya şerekî germ dîsa ket rojeva Kurdan. Gelo di vê ragêşiyê de armanca PDK’ê çiye û eger şer biqewime wê bi kêrî kê bê? Werin, em li bersiva van pirsan bigerin.

Pêşî em dêhn û bala xwe bidin gotinên serokomarê Tirk Tayîp Erdogan. Serî û dawiya  her axaftina wî “Armanc 2023” ye. Komara Tirk 29 Cotmeha 1923’an li ser tinekirina Kurdan hat avakirin û peymana Lozanê 24’ê Tîrmeha 1923’an hat mohrkirin. Yanî, sala 2023’an dibe sedsaliya komara Tirk û bidawîbûna peymana Lozanê. Armanca dewleta Tirk û Erdogan ew e ku heta 2023’an pîlana xwe ya “neo-Osmaniyan” têxe pratîkê û Xîlafetê îlan bike. Dewleta Tirk beriya sedsaliya peymana Lozanê, dixwaze sînorên misaqî millî ku Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî digre nava xwe xêz bike. Eger bê bîra we serokomarê Tirk Erdogan, sala 2015’an spotekî weşand ku tê de digot “Wê rojek were Heleb, Mûsil, Kerkûk û Hewlêr bi Tirkiyê ve bên girêdan.” Erdogan ji sala 2015’an ji bo pêkanîna van xeyalên xwe bênavber êrişî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike. Ji bo van êrişên xwe yên li dijî Kurdan di raya giştî a cîhanê de rewa nîşan bide jî PKK’ê weke hincet derdixe pêş. Bêguman ev ne pîlanên veşartî ne. Hîna Erdogan di komcivîna partiya xwe ya 28’ê Cotmehê de dîsa got ‘Hedefa me ya sereke 2023 ye. Ev 7 sal in em bi biryardariyeke mezin ber bi hedefa xwe ya 2023’an ve dimeşin.” Xûlase, ger mirov tenê li van 7 salên dawî ku Erdogan qalê dike binêre; pir eşkere xûyaye ku derdê Erdogan ne tenê PKK ye. Dewleta Tirk û zirhêzên ku li pişt vê pîlanê ne, pir baş dizanin kelema li pêşiya pîlanên wan PKK ye û garantiya statûya Kurdistanê PKK ye. Di vê çarçoveyê de ger em li meselê binêrin, em ê bibînin ku rêveberiya Emerîkayê Mijdara 2018’an komploya navneteweyî a li dijî Kurdan nû kir. Pîlana tinekirina PKK’ê jî di çarçoveya vê konseptê de bi destê dewleta Tirk tê meşandin. Aloziya li Zînî Wertê, êrişên li  herêmên Bradost, Heftenîn, peymana li ser Şengalê, provokasyona niha ya li Garê û êrişeke muhtemel a li ser Rojava perçeyek ji vê projeyê ye.

 

Li dijî vê xeteriyê, endamê komîteya rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan bang li serokê PDK’ê Mesûd Barzanî kir. Karayilan di axaftina xwe de îşaret bi metirsiyeke ciddî ya şerê navxweyî kir û got “Meseleya di navbera PKK û PDK’ê de, ne tenê meseleyeke navbera 2 partiyan de ye. Ev mijareke neteweyî ye ku Kurdan hemûyan eleqedar dike. Lewma lazime herkes bi vê berpirsyariyê rabe. Em amade ne meseleyên xwe bi refaqeta çavdêran gûftûgo bikin. Ji bo îstîqrara Kurdistanê û çareseriya pirsgirêkên navxweyî em ji hertiştî re amade ne.”

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî piştî çend rojan bi van gotinan bersiv da Karayilan:  “Me kuştina Kurdan ya bi destê Kurdan li xwe heram kiriye, lêêê hin hêz divê vê biryara me suîstimal nekin.  PKK’ê gund û navçeyên me dagir kiriye û em ê jê re bêdeng nemînin.”

Mesûd Barzanî, PKK’ê ya ku 40 sal in ji bo azadiya Kurdistanê şer dike û berdêl dide weke “dagirker” û “rêxistinekê ne-yasayî” bi nav kir. Berovacî banga Karayilan, ji gotinên Barzanî di şûna çareseriyê de, bîhna şer û nefretê difûre. Ev peyama Barzanî nîşan dide ku mixabin PDK bûye beşek ji pîlan û konsepta dewleta Tirk ya “hedefa 2023”. Îro yekane hêza ku li ber êrişên dewleta Tirk yên ji bo îlheqkirina Başûrê Kurdistanê disekine PKK ye. Eger berxwedana PKK’ê nebûya, dewleta Tirk weke di pêvajoya referandumê de dîsa hincetekê bidîta, ji bo pêkanîna “hedefa 2023’an” başûr îlheq kiriba û statûya wê ji hev xistiba. Mesûd Barzanî bi xwe jî xwedî wê zanebûnê ye ku eger PKK nebûya, beriya Dewleta Tirk, DAIŞ wê ji Hewlêr heta Silêmaniyê piraniya herama Başûrê Kurdistanê ji dest wan girtiba. Barzanî dikare van hemûyan jibîr bike, lê ne gel ne jî dîrok van rastiyan jibîr nake…

Polîtîkaya tinekirin û înkarkirina Kurdan bi Peymana Lozanê dest pê kir. Kurdan li gorî îmkanên xwe serî hildan, ev polîtîkaya tinekirinê red kirin. Lê piraniya Serhildanan weke ya Şêx Seîd, Seyîd Riza, Elîşêrê Koçgîrî heta ya Pêşewa Qazî Mihemed lokal man. Bi rêya van serhildanan yekitiya Netewî pêk nehat. Îro dema em li dîroka Kurdan dinêrin, her dibêjin ku sebeba sereke a têkçûna  şoreşên Kurdan xiyanet û kêmasiya yekitiyê ye. Piştî 97 salan, yekitî û hevgirtina Netewî dera hanê, gelekî heyf û mixabin em qala şerekî muhtemel dikin. 

Ji bo çarenivîsa Kurdan venegere sed sal berê, weke Mûrad Karayilan dibêje divê Kurd vê mijarê weke meseleyeke netewî bibînin. Her kesê Kurd dizane ku wê ev şerê navxweyî Kurdan sed-saleke din paş ve bibe. Lewma jî nabe em xwe bidin aliyekî û bêjin “temam vaye şer dest pê dike.” Ev çarenivîsa Kurd û Kurdistanê ye û ji ber vê yekê jî di serî de Rûspî, Hunermend, Rewşenbîr, Siyasetmedar, Jin, Ciwan, Nivîskar, Rojnamevan û Kurd hemû divê bi lez û bez têkevin nava tevgerê. Ji bo pêşî li vê xeteriyê bê girtin; rola ragihandinê pir girîng e. Her wiha, tevger û hizbên Kurd jî ne tenê bi daxuyaniyan lê bi pratîkî dikarin bi awayekî aktîf di vê pêvajoyê de cîh bigrin. Çavderê siyasî Kawa Nadir yê ji Başûrê Kurdistanê ragihand ku ew hejmarek mamoste, rewşenbîr, nivîskar û welatparêzên ji çar hêlên Kurdistanê lihev civandine da ku li dijî şer desteyek ava bikin. Hewildanên bi vî rengî yên aktîf dikarin pêşî li ber şerekî muhtemel bigrin. Hêz û qeweta gelê Kurd heye ku avê di vî arî de bike û dawî li xeyalên Erdogan bîne. Li gel van hewildanan hemûyan jî ger PDK di biryara xwe ya şer de bi israr be wê demê êdî navê vî şerî nabe «şerê navxweyî » êdî ev şera dibe şerê Kurd û Tirkan. Wateya wê jî ew e ku PDK dibe terefê pîlanên Tirkan yên li ser Kurd û Kurdistanê. Di rewşeke wiha de jî wê dîsa sekna raya giştî a Kurd, partî û rêxistinên Kurdan çarenûsa Kurdan diyar bike. Ji ber ku êdî di rewşeke wiha de mirov yan dibe aliyê dagirkerên Kurdistanê, yan jî berxwedêrên doza Kurd û Kurdistanê. 

Lewma min di destpêka nivîsê de qala birîna Mihemed Elfî kir. Ji bo ku ew birîna Mihemed Elfî yê ku birîna me temamê Kurdan e dîsa dernebe, pêwîste em tecrûbeyên li tarîxa xwe binêrin û her roj, her kêlî ji xwe re bêjin; bi şerê navxweyî ti carî tiştekî nehatiye bidestxistin. Şerê navxweyî yê Kurdan hertim bi kêrî neyarên wan hatiye.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Biden Piştî Operasyona li Sûrîyê Bang li Îranê Dike ku Baldar Be

Serokê Amerîka Joe Biden dîyar kir ku divê kiryarên Îranê bê ceza nemînin. Biden ew …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *