Breaking News

Li Herêma Kurdistanê hezar û 235ên din bi koronayê ketin


PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 1235 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 23 kes jî pê mirine.

Li gorî daxuyaniya wezaretê ya Îro 3yê Mijdarê, ji 1235 kesên bi vîrûsa koronayê ketine 453 kes li Hewlêrê, 210 kes li Silêmaniyê, 32 kes li Germiyanê, 17 kes li Raperînê, 473 kes li Duhokê û 40 kes li Helebceyê ne.

23 kesên can dane jî 7 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Germiyanê, 2 kes li Raperînê, 2 kes li Duhokê û 2 kes li Helebceyê ne.

Wezaretê da zanîn ku 114 nexweşên Koronayê li Helwêrê, 304 li Duhokê, 21 kes li Helebce û 29 kes li Germiyan baş bûne.

Herwiha di nav mehekê de jî 5 hezar û 968 nexweşên Koronayê li Silêmaniyê baş bûne.

Bi van amaran re li Herêma Kurdistanê hejamar giştî ya pêketinan gihîşt 79 hezar û 451 kesan, hejmara mirinan bû 2 hezar û 532 kes û 50 hezar û 294 kes jî baş bûne.


Source link

About Hooshyar

Check Also

DI BIN DIRÛŞMA “JIN DI POSTA SERKIRDAYETIYÊ DE” ROJA CÎHANÎ YA JINÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA TIL TEMIR HAT VEJANDIN..

Îro roja Duşemê 8.3.2021ê de,li Nivîsgeha jinê û zarokatiyê ya encûmena xwecehî ya …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *