Ji Baregeha Barzanî ji bo wefata Seyah Ebdulla Kureçî peyama serxweşiyê


PeyamaKurd – Baregeha Barzanî li ser wefata kesayetiyê diyar ê Hewlêrê û Endamê Encûmena Komîsyaran li Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan û Rarpirsiyê ya Kurdistanê Seyah Ebdulla Kureçî, peyamek belav kir.

 Peyama serxweşiya Baregeha Barzanî wiha ye:

“Mixabin bi xemgînî me xebera koça dawî ya Kak Seyah Ebdulla Kureçî, kesayetiyê diyar ê Hewlêrê û Endamê Encûmena Komîsyaran li Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan û Rarpirsiyê ya Kurdistanê gihîşt me.


Serxweşiya xwe arasteyî malbat û naskiriyên û dostên we û endamên Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Kurdistanê dikin û xwe hevbeşê xema we dizanin.


Ji Xwedayê mezin dixwazin rehmetî Kak Seyah Kureçî bi rehma xwe şad bike û bi behişta xwe ya berin nazil bike û sebirê bide xizm û malbat û naskiriyên we.”


Source link

About Hooshyar

Check Also

پرسه‌نامه‌ی قوباد تاڵه‌بانی بۆ كۆچی دوایی خاتوو ڕوناك تاهیر ڕه‌شید ئاغا

بۆ كۆچی دوایی خاتوو ڕوناك تاهیر ڕه‌شید ئاغا دزه‌یی هاوژینی كۆچكردوو سامی ئاغا عوزێری، قوباد …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *