Bo Min Eyaleta Şîn yan Sor Tune, Em Hemî Amerîka Ne


Berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden li Philadelphia ji alîgirên re axifî.

Biden dîyar kir ku li gor dîroka Amerîka di hilbijartina 3’yê Mijdarê ya 2020’an de hejmareke bilind ya dengan hatine dayîn.

Wî got ku ew li bendê ne ku pirtir ji 150 mîlyon kes dengên xwe bidin û dîyar kir ku 54 ji sedê kesên heta niha dengên xwe dane jin in.

Berbijarê Partîya Demokrat got ku ewê bo têkbirina vîrusa korona gavên girîng biavêjin û ewê çîna navîn jî jinûve çêkin.

‘’Bo min eyaleta şîn yan sor tune, em hemî Amerîka ne’’ Biden got.

Biden dîyar kir ku ewê di hilbijartinê ‘’dijî tirsê, hêvîyan, dijî derewan, rastîyan û dijî spekulasyonan, zanisti’’ hilbijêrin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Li Amerîkayê hejmara miriyan 523 hezar kes derbas kir

Li Amerîkayê hejmara miriyan 523 hezar kes derbas kir Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *