Ziyaretên Lîbyayê ji bo Qeter û Tirkiyê zêde bûne


Li gorî nûçeya ku di malpera El-Hedes de hatî weşandin bal hatiye kişandin li ser zêdebûna hevdîtinên di navbera hikûmeta El-WÎfaq, Qeter û Tirkiyê û li ser zimanê çavdêrên siyasî dibêje: “Ziyaret û tevgera berpirsyarên diplumasiya hikûmeta El-wîfaq û serokê rêxistina El-Îxwan ya Lîbyayê ji bo Tirkiyê û qeterê zêde bûne. Zêdebûna trafîka hevdîtina di navbera wan welatan di çarçoveya vesaziyên ku di pêvajoya pêşiya wan de tê amadekirin e û di heman demê de ji bo ku para wan ya di deshilatê de teqez bike ye.”

heman malperê da zanîn ku roja yekşemê Serokê Meclîsa Dewleta Lîbyayê Xalid El-Mişrî gihişt Duha’yê û bi Emîrê Qeterê Tamîm Bin Hamad EL-Sanî û çend berpisyarên din yê Qeterê re civiya. Beriya wê bi çend rojan, Wezîrê Têkiliyên Derve û yê hundirîn a hikumeta El-Wîfaq Fethî Başaxa û Mihemed Siyale di hevdîtinekê bi Qetrê re hin peymanên Ewlehiyê îmze kirin. Piştî ziyareta El-Mişrî ya ji bo Qeterê bi çend saetan Serokê Konseya Serokkomartiyê Fayiz El-Serac yê ku ji Tirkiyê vedigeriya gihişte Terablûsê.

Endamê desteya ewlehî û parastinê ya parlemena Lîbyayê Elî El-tekbalî di hevpeyvîna xwe ya bi malpera El-Ereb de got: “Ev ziyaretên ku berpisyarên hikumeta El-Wîfaq û serokên El-Îxwan ji bo Tirkiyê û Qeterê dikin, ji bo ku çareseriya siyasî xirab bikin e. Ji berku çareseriya siyasî nakeve bin xizmeta herdu dewletan.”

Di heman demê de EL-Tekbalî diyarkir: “Ew çareseriyeke siyasî ya li gor berjewendiyên xwe dixwazin û dixwazin bi vê yakê plan û projeyên xwe li ser Lîbyayê pêk bînin.”


Source link

About Hooshyar

Check Also

پرسه‌نامه‌ی قوباد تاڵه‌بانی بۆ كۆچی دوایی خاتوو ڕوناك تاهیر ڕه‌شید ئاغا

بۆ كۆچی دوایی خاتوو ڕوناك تاهیر ڕه‌شید ئاغا دزه‌یی هاوژینی كۆچكردوو سامی ئاغا عوزێری، قوباد …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *