Ev şer wê bibe şaşiyeke mezin

Şîroveyên neyînî yên der barê PDK’ê de ku em dikin, me jî aciz dike. Daxwaza me ya esasî ew e, em der barê partiyên kurdî û tevgerên kurdî de şîroveyên erênî bikin. Mirovên me jî dixwazin di nava partiyan de têkiliyeke baş hebe û di mijara xebatên yekitiya netewî de jî dixwazin pêşketin çêbibin. Welatparêzên kurd hemû daxwaz û bendewariya wan bi vî rengî ye. Berovajî vê yekê ango rageşî û pevçûna di navbera partiyên kurdî de kurdan hemûyan aciz dike.

Me agahiyeke wisa nebaş der barê Çiyayê Garê û derdora wê de ku ev qad di nav Herêmên Parastinê yên Medyayê de ye, wergirt. PDK piştî Zînî Wertê, Xinêrê, Heftanîn û Metînayê niha jî li Garê dixwaze qadên gerîla dorpêç bike. Li deverên din heta astekê dorpêç û qadtengkirin hebû, lê niha dixwaze qadê bi temamî dorpêç bike. Hêzeke eskerî û cebilxaneyên giran sewqî herêmê dike. Ew vê sewqiyat û hewldana dorpêçê di çarçova pîlana xwe ya bi dewleta tirk re bi armanca tasfiyekirinê, pêk tîne. Li gorî vê, wê PDK bi hêza bejahî dor li gerîla bigre û wê dewleta tirk jî bi êrişên hewayî derbê li gerîla bide. Yanî weke ku PDK bibe sing û TC jî rola çakûçê bilîze. Bi vî awayî hevkariya bi dijminên kurdan re ku di dîroka kurdan de car bi car dihat dîtin, derdikeve asteke jortir. Li vê derê karekî pir bi xeter tê kirin, ev gav zirarê dide hemû kurdan. Der barê xeteriyên vê gavê de Fermandarê Biryargeha Navendî yê HPG’ê Murat Karayilan PDK hişyar kir.

B rastî jî PDK polîtîkayeke wisa dike ku ev di milê dîroka Kurdistanê de jî wê zirarên mezin derxîne holê. PKK bi têkoşîna xwe ya mezin ku nêzî 50 sal e bi pêş dixe û encamên vê têkoşînê beşên Kurdistanê gişan û tevgerên kurdî hemû bi hêz kir, qewet da wan. Heke vê têkoşîna PKK’ê nebûya wê rewşa kurdan ji rewşa îro paşdetir bûya. Heta wê destketiyên îro yek jê jî derneketa holê. Hebûn û têkoşîna PKK’ê ku ewqas hêz û qewet daye kurdan, gaveke neyînî ya li dijî PKK’ê wê zirarên mezin ku telafiya wan jî ne mimkûn e bide hemû kurdan. Nefamkirina vê rastiyê tê wateya nasnekirina dijminên xwe. Nefamkirina vê yekê tê wê wateyê ku haya wan ji rastiya kurdan tune ye. PDK bi TC’ê re bi hev re dijminatiya PKK’ê dike. Di encama vê dijminatiyê de wê PDK zirarên mezin bike. Heta rewşa PDK’ê wê bişibe rewşa wî Lazê ku li Tirkiyê dema wî dibin bi dar ve bikin, dibêje; bila ev jî ji min re bibe ders. Heta ji ber ku wê nizanibe çawa winda jî kiriye wê firsendê nebîne tişta Laz gotî jî bibêje.

Tê fêmkirin ku dijminatiya PDK li PKK’ê dike ti aqlîselîmî jî bi PDK’ê re nehiştiye. PDK nabêje, heyran bila partiyên kurdî û beşên Kurdistanê hemû bi qewet bibin da ku ez jî bi qewet bibim. Ew dibêje; li Kurdistanê çi tişta ne aydî min e bila tine bibe. Ew hebûna partiyên kurdî weke hêzeke ji bo yekitiya netewî û hêzeke tifaqê nabîne, ew hebûna wan weke dijberiya xwe dibîne. Li Rojhilata Navîn ku dijminên kurdan dixwazin koka kurdan biqelînin, ew wisa lê difikire ku heke PKK yan jî partiyeke din a kurdî ji holê were rakirin ew ê qeweta wî zêde bibe. PDK ketiye nav xefleteke bi vî rengî.

Êrişa PDK bi TC’ê re ji bo tasfiyekirina PKK’ê kurdan hemûyan eleqeder dike. Heke yek bibêje; ev êriş li dijî PKK’ê ye me eleqeder nake ev ji bo kurdan wê bibe xefleteke mezin. Wê ev êriş zirarê bide kurdan hemûyan, lê heke ev rastî piştî tasfiyeya PKK’ê were famkirin, wê ev yek bibe terzeke pir xerab a hînbûnê. Bêguman PKK wê li dijî pîlana tasfiyeyê heta dawî li ber xwe bide. Wê ti êriş nikaribe ruhê Apocî teslîm bigre. Lê ev her çiqas ihtîmaleke zeîf be jî hebûna pîlaneke wisa ya tasfiyeyê divê kurdan hemûyan bihejîne, aciz bike. Heke mirov li dijî rewşeke wisa neheje û aciz nebe, ev ê were wê wateyê ku ew mirov nizane bê ka çawa dijî û çawa heye, bi çi awayî çêbûye. Li ser vî esasî divê hereketên siyasî yên kurdî hemû, raya giştî ya kurdî, rewşenbîr, hunermend, jin, ciwan, gelê kurd hemû li hemberî vê polîtîkaya PDK’ê bi bi têgihiştina li dîroka kurdî helwesta xwe nîşan bidin.

Ev rewşa li Zînî Wertê, Xinêre, Heftanîn û Garê derketiye holê heke mirov rabe û weke pirsgirêkeke di nava PKK û PDK’ê de bibîne wê gelek şaş be. PKKʼê gelek caran diyar kiriye ku pirsgirêkeke wan bi PDK’ê re tineye. Lê PDK ji ber têkiliya xwe ya bi TC’ê re ne carek gelek caran îspat kiriye ku ew dijberiya PKK’ê dike. TC li bakurê Kurdistanê zilmeke nedîtî li kurdan dike lê PDK dev ji nîşandana helwestê berde êrişên TC’ê normalîze û meşrû dike. Dewleta tirk a mêtinger û qirrker xwe dispêre PDK’ê û bi vî awayî îdia dike ku ew ne dijberê kurdan e. Li Rojava û Şengalê aliyê ku tezên TC’ê meşrû dike PDK ye. PDK li şûna bibêje; TC dijminatiya kurdan dike, dibêje; li Rojava PKK heye, li Şengalê PKK heye û TC jî ji ber vê yekê êrişî van deveran dike. Ew jî bahaneyên êrişên TC’ê dubare dike.

PDK hêrs dibe ku li Rojava çima li dijî DAIŞ’ê şer hatiye kirin û li wan deran rêveberiya xweser hatiye avakirin. Dinya alem dizane ku Rêber Apo 20 salan li wê derê di nava gel de bû û bandor li gelên wê derê kir. Ev Rêbertî timî ji gerîlayan re gotiye, Êzîdiyan biparêzin. Helbet wê Êzîdî sempatî nîşanî vî Rêberî û kesên ew rizgar kirine, bidin. Çawa ku TC li Rojava, Şengal û li her derê êrişî kurdan dike, PDK jî bi heman rengî êriş dike. Divê partiyeke kurd wisa neke. Heke PDK bi TC’ê re li Garê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi gerîlayan re şer bike wê meşrûiyeta xwe ya di nava gelê kurd de bi temamî ji dest bide. Dema ku bi TC’ê re êriş bike wê gelê kurd vê qebûl neke û wê ji bîr jî neke. Wê ev gav bibe gava ku PDK xwe biqedîne.

PDK beriya ku bi PKK’ê re bikeve nava şerekî divê careke din bifikire. Divê nekeve rewşeke ku taliyê wê poşman bibe. Bi vî awayî wê were dîtin bê ka PDK kurdî difikire yan na. Bi baweriya ku wê gelê kurd destûrê nede êrişeke bi vî rengî ku wê zirarê bide kurdan hemûyan…

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA


Source link

About Hooshyar

Check Also

Papa Francis Dest bi Seredana Dîrokî ya Îraqê Kir

Papa Francis îro di seredaneke girîng de Înê giheşt Bexda ya paytexta Îraqê û ji …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *