Êrişa li Viyanayê karê çeteyên DAÎŞ’ê ye


Awûstûrya doh êvarê saet di 20’an de bi êrişên terorê hejiya. Çend saet beriya destpêkirina karantînaya duyemîn a li dijî şewbê, êriş pêk hatin û welatên Ewropayê hemû şoq kirin. Li herêma 1’emîn a paytext Viyanayê, li cihekî nêzî qada  Sînagogê û Civata Çandê ya Îsraîlê êrişkaran bi hevdemî li derdorê reşandin.

Polîsên Viyanayê îro serê sibehê daxuyaniyek da û diyar kir ku yek jê polîs 3 kes ji aliyê êrişkaran ve hatine kuştin. Hate ragihandin ku yek ji êrişkaran ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin. Ji ber şerê ku heta saet 22’an dewam kir, li Viyanayê rewşa awarte hate ragihandin. Polîsan hin êrişkar bi saxî girtin. Li gorî agahiyan polîs li pey êrişkaran e.

Ji ber êrişê 15 kes birîndar bûn ku rewşa tenduristiyê ya 7 ji wan giran e. Ji ber êrişkarên ku hîn nehatine girtin li Viyanayê îro dibistan girtî hatin hiştin. Rayedar banga ‘heta ji we tê ji mala xwe dernekevin’ li şêniyên bajêr dikin.

‘ÊRIŞKARÊ HATE KUŞTIN SEMPATÎZANÊ DAÎŞ’Ê BÛ’

Wezîrê Karên Hundir Karl Nehammer serê sibehê daxuyaniyek da û diyar kir ku polîsan avêtin ser mala êrişkarê hate kuştin û gelek madeyên teqemeniyê dîtin. Nehammer her wiha ragihand ku êrişkar sempatîzanê DAÎŞ’ê bû.

Serokwezîr Sebatian Kurz piştî bûyerê li ser medya dîjîtal daxuyaniyek da û got, “Em ti carî ji êrişên bi vî rengî yên terorê natirsin, em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê yekê bi her şêweyî bidomînin.”

Tê payin ku Kurz agahiyên berfireh ên li ser êrişê danê nîvro bi civîneke çapemeniyê eşkere bike.


Source link

About Hooshyar

Check Also

VOA60 World- Israeli, Palestinian leadership react to International Criminal Court investigation of alleged Israeli crimes (Dengî Amerîka)

VOA60 World- Israeli, Palestinian leadership react to International Criminal Court investigation of alleged Israeli crimes …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *