Li Eyaletên Biryarder Ferqa di Navbera Biden û Trump de Hindik E


Hilbijartinên seroktîyê yên Amerîka ya sala 2020’an sibê Sêşemê li dar dikeve.

Li gor anketa dawî ya NBC’yê, berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden 10 puanan li pêş berbijarê Partîya Komarî Serok Donald Trump e.

Anketa ku NBC’yê bi hevkarîya Wall Street Journalê çêkiriye raber dike ku 52 ji sedê hilbijêran dengên xwe didin Biden û 42 ji sedê hilbijêran jî dengên xwe didin Trump.

NBC / Wall Street Journal di anketa du hefteyên berê de dîyar kiribû ferqa di navbera Biden û Trump de 11 puan e.

Her çiqas di anketan de ferqa di navbera Biden û Trump de pirtir ji 10 puanan e jî li eyaletên ku bi ‘’biryarder’’îyên xwe tên nasîn ferq ji wan puanan kêmtir e.

Ew anketên han dîyar dikin ku li piranîya wan eyaletan Biden li pêş e, li ferqa bi Trump re hindik e ku bi wan texmînkirina encamên hilbijartinê dijwartir dibe.

Berbijaran berî hilbijartinê bala xwe dane ser eyaletên biryarder ku Trump roja Yekşemê li Michigan, Iowa, North Carolina, Georgia û Florîda bû û Biden jî giranîya xwe daye ser Pennsylvania.

Serokê Amerîka bi hejmara delegeyan dîyar dibe ku bo berbijarek bo bi ser keve divê ji delegeyan, 270 deleyan bistîne.

Hêjayê bîrxîstîne ye ku di sala 2016’an de berbijara Partîya Demokrat Hillary Clinton her çiqas ji Trump zêdetir deng sitandibûn jî jiber ku 270 delege bi dest nexistibûn, bi ser neketibû.


Source link

About Hooshyar

Check Also

هەرێمی کوردستان گەیشتۆتە ئەو بڕوایەی ئەوەی له‌ساڵی 2019 وه‌ په‌یڕه‌وی ده‌كات ئیتر بۆی ناچێته‌سه‌ر و لێی قبوڵ ناكرێت

بڵێسە جەبار فەرمان پەرلەمانتاری کورد لەفراکسیۆنی یەکێتی نیشتمانی کوردستان لەئەنجومەنی نوێنەرانی عێراق دەڵێت”من پێشنیارم کردووە …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *