PDKê bo wefata Dr. Necmedîn Kerîm peyamek serxweşiyê weşand

PeyamaKurd – Ji bo wefata siyasetmedarê Kurd Dr. Necmedîn Kerîm, Partiya Demokrat a Kurdistanê bi peyameke serxweşiyê, hevxemiya xwe nîşan da.

Peyama Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê wiha ye:

“Bi xemgîniyeke mezin me nûçeyê koça dawiyê ya siyasetmedar û têkoşerê gelê me Dr. Necmedîn Kerîm bihîst. Bi vê boneya xemgîn, serxweşiya xwe arasteyî malbata wî ya niştimanperwer, kesûkar, dost û nasên xwedê jêrazî, xelkê dilsoz ê bajarê Kerkûkê û tevahiya Kurdistaniyan dikin û xwe bi hevbeşê xemgîniya wan dizanin.


Dr. Necmedîn Kerîm sala 1949an li Kerkûkê Dilê Kurdistanê ji dayik bû. Li heman bajarî dest bi xwendinê kir. Di sala 1972an de bawername kolîja bijîşkiyê li zanîngeha Mûsilê wergirt. Di heman salê de bûye endamê Serkirdatiya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û pêwendî bi refên Şoreşa Mezin a Îlonê re kir. Piştre diçe Amerîka û xwendina xwe ya bilind di warê bijîşkiyê de temam dike. Di sala 1988an de Kongreya Neteweyî ya Kurd li Bakurê Amerîka ava kir. Herwiha rola wî di damezrandina Beşa Kurdî ya Radyoya Amerîka hebû. Di sala 1996 de Peymangeha Kurdî li Amerîka damezrand. Di sala 2011an jî de dibe Parêzgarê Kerkûkê.


Xwedê jêrazî, kesatiyekî naskirî û rewşenbîr bû û li hember têkoşîna Kurdan û têkoşîna rizgariyê ya gelê xwe xwedî helwesteke dilsoz bû. Ji bo vê yekê jî wekî siyasetmedar û dîplomatkarekî giran û wekî doktorekî pispor bi dilsozî û xemxwarî xizmeta xwe berdewam kir, ji ber vê yekê jidestdana wî, ziyaneke mezin e û her tim di bîra me de dimîne. 


Ji bilî dubare serxweşiya me, em hêvîdar in ku hevsozên rewşenbîr, azadîxwaz û dilsozên Kurdistanê bibe cihê dilniyabûn û sebra malbata wî ya têkoşer û û xwedayê mezin jî wî bi bihuşta perîn şad bike.’’


Source link

About Hooshyar

Check Also

هەرێمی کوردستان گەیشتۆتە ئەو بڕوایەی ئەوەی له‌ساڵی 2019 وه‌ په‌یڕه‌وی ده‌كات ئیتر بۆی ناچێته‌سه‌ر و لێی قبوڵ ناكرێت

بڵێسە جەبار فەرمان پەرلەمانتاری کورد لەفراکسیۆنی یەکێتی نیشتمانی کوردستان لەئەنجومەنی نوێنەرانی عێراق دەڵێت”من پێشنیارم کردووە …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *