Breaking News

Li Sydneyê çalakiya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê


Kurdistaniyên li bajarê Sydney ê Awûstralyayê tevî dostên xwe li qada Town Hallê li hevDi çalakiyê de alên YPJ, YPG’ê hatin hildan û destpêkê bi navê komîteya amadekar daxuyaniyek hate dayin. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku berxwedana Kobanê destketiya destpêkê ye ya li dijî zîhniyeta DAÎŞ’ê ya faşîst paşverû û hate gotin, “Mirovahî wê şoreşa li Rojava ti carî ji bîr neke.”


Bi navê Tevgera Jinê ya Tifaqa Sosyalîst Sûsan Pîrîce piştre axivî û got, “Bi navê jinên Awûstralyayî, em gelek tiştan deyndarê jinên YPJ’î ne ku pêşengên şoreşa Rojava ne. Tarîtiya DAÎŞ’ê û hêzên li pişt wê ji aliyê jinên Kurdistanî ve hatin têkbirin.”

Aktîvîstê Kurd Mansoûr Rezakî piştre axivî û bi bîr xist ku zêdeyî 10 hezar şervan di şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dan. Her wiha bang li Kurdan û dostên wan hemûyan hate kirin ku li dora Kobanê û Rojava bibin xwedî yek helwest. Piştre Koma Govendê ya Zarokan a Rojava derkete ser dikê. Çalakî bi gerandina govendê û xwendina helbestan bi dawî bû.


Source link

About Hooshyar

Check Also

DI BIN DIRÛŞMA “JIN DI POSTA SERKIRDAYETIYÊ DE” ROJA CÎHANÎ YA JINÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA TIL TEMIR HAT VEJANDIN..

Îro roja Duşemê 8.3.2021ê de,li Nivîsgeha jinê û zarokatiyê ya encûmena xwecehî ya …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *