Li Silêmaniyê Tevgera Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Jinên Ciwanên Têkoşer, di çarçoveya pêngava “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye” de, di seat 17:00’an de li ber Baxê Giştî meşek meşaleyî li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê lidarxistin.
Her wiha di meşa ku li ser hev dirûşmeyên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê berzkirin de, planên qirêj ên PDK’ê yên ji bo geşkirina şerê Kurd bi Kurd re û peymana li ser Şengalê ku PDK’ê bi hikumeta Iraqê re çêkiribû hatin şermezarkirin.
Source link