Komalên Ciwan: Bi giyanê Kobanê tevlî nav refên gerîla bibin


Koordînasyona Komalên Ciwan ku têkilî 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê daxuyanî dayî, wiha got:

”Partiya me PKK ku salvegera damezrandina wê nêz dibe, bi têkoşîna bênavber a 42 salan ji bo gelê Kurdistanê û hemû gelên bindest bikarin bijî, bûye hilmek. Di vê pêvajoyê de PKK’ê bi şehîdên ku hatine dayin, bi nirxên hatine ava kirin nîşan daye ku partiya me partiyeke ji bo xwe gihandina heqîqetê ye û tekane navnîşaneya jiyana rast û jiyana azad e.

Partiya me PKK ji roja damezradina xwe heta roja me ya îro xwe ciwan hiştiye. Rêber Apo bi gotina “Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser kevin” têkoşîna bêhempa dabû destpêkirin. Berxwedana ku 27’ê Mijdara 1978’an dest pê kiriye, îro xwe gihandiye mîlyonan û berbiçav daniye holê ku dikare di oxîra jiyanek sosyalîst û jiyanek azad çi berdêlan bide. Li ser vî esasî destêpê li Heftanînê yê bi lehengî şer kirine û şehîd ketine, mîna Nucan Serdoz ku sekna ciwantî ya demê temsîl dikir, hemû şehîdên Heftanînê, dîsa hevrê me Hûseyîn Malatya ku bi salan e li gelek qadên Kurdistanê di asta herî jor de tevlî têkoşînê bûbû û sekna ciwantî di têkoşîna xwe li her qadê temsîl kiriye bi rêzdarî bibîr tînin. Em di şexsê fermandarê mezin Egîd Civyan de ku hemû jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiyê feda kiriye, û Şengal ji fermana DAIŞ û çeteyên dewleta Tirk rizgar kiriye, hemû şehîdên azadiyê û şoreşê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bibîr tinin, û soza têkoşîna wan bi serkeftinê tacîdarkirinê didin.

‘AKP-MHP JI BO GELÊN HERÊMÊ TALOKE YE’

Em di pêvajoyeke wiha de ku êrîşên faşîzmê bi awayekî tund û siftî tê meşandin derbas dibin. Him li cîhanê, him jî li Rojhilata Navîn li ser esasê berjewendiyên dewletên kapîtalîst guhertin çêdibin, û bi vî awayî gelan xistiye nava mehsera zext û zilmê. Li Kurdistanê rêverberiya şer a AKP-MHP bi piştgiriya DYE-Rusya hewl dide ku di pêşbirka faşîzmê de ya bûyîna yekem biser bikeve. Li ser vî esasî li Rojhilata Navîn û Deryaya Spî rêveberiya şer a AKP-MHP ku polîtîkayên befirehkirinê dişopînin, ne tenê ji bo gelê Kurd, di heman demê de ji bo gelê Ereb, Ermen, Asurî-Suryan, û Turkmen buye tehdîdek. Faşîzma TC’ê bi xeyalên xwe ê Osmanî ketiye pozîsyona zilamê nexweş û sîstema heyî ji bo gelên cîhanê nabe bersiv, beramberî van paradîgmaya Serokatî li horîzonê wek rojê hiltê. Û tevahî gelê cîhanê jî berê xwe didin vê rojê.

Li ser vî esasî li ser Rêber APO ku noxteya herî hesas ya gelê Kurd e, tecrîd û îzolasyona girankirî tê pêk anîn. Dîsa faşîzma TC’ê ku dixwaze bi wan polîtîkayên xwe encam bigre, li dijî tekane hêviya gelê Kurd PKK’ê û li dijî nirxên wê her êrîşê ku ji destê wê tê pêk tine. Bi medyaya xwe a şerê taybet herroj nûçeyên derew mîna “Me PKK’ê xelas kir” çêdike, dîsa bi derewan dixwaze eleqeya gelan ku ji bo partiya me pêşdikeve tune bike û dixwaze zihniyeta xwe a qirêj bixe malê PKK’ê. Rejîma faşîst a qesrê taybet li Bakurê Kurdistanê û li her çar perçên Kurdistanê li dijî Kurdan polîtîkayên befireh ê tinekirin û qirkirinê dide meşandin. Di salên derbasbûyî de rejîma faşîst a qesrê bi armanca dagirkirina axa Kurdistanê, bi piştgiriya PDK’ê êrîşên xwe birine ser axa Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastina Medyayê. Li ser vî esasî her dawî li herêma Behdînanê ku sewqiyat befireh a leşkerî hatiye kirin, dîsa nîşan dide ku PDK û rêveberiya şer a AKP-MHP di nava hevkariyê de ne.

AKP-MHP DIXWAZIN CIVAKÊ BIKIN AMÛRA BERJEWENDIYÊN XWE YÊN GEMARÎ

Faşîzma TC’ê hemû derfetên di destê xwe de bikar tine û difikire ku ew ê bi vê encam bigre. Bi polîtîkayên xwe ê şer taybet dixwaze gelê Kurd bixe nava bêhêviyê, aciziyê û dixwaze psîkolojiya têkçûnê bike serwer. Bi polîtîkayên qirkirina sîyasî herroj bi hezaran gelê me ê welatparêz destgîr dike, û îşkenceyê li wan dike, erdnîgariya bedew a Kurdistanê herroj bombebaran dike û daristanên wê dişewitînin. Dixwazin ciwanên Kurdistanê û jinên ciwan bi polîtîkayên maddeyên hîşbîr, fuhûş û sîxuriyê bênasname, bêîrade û bêrumet bikin. Bi evîna sexte û eşqa bêaqilî leşker û polîsên faşîzma TC’ê dixwazin jinên ciwan ê Kurd ji berxwedanê dûr bixe, da ku mîna jinên ji bo nekevin destê dijmin xwe ji zinaran avêtinê, nebin xwediyê berxwedanê û vê mîrasê nedomînin, dixwazin jinên ciwan bixe amûrek ji bo polîtîkayên xwe ê qirêj. Civakek ku ciwanên wê bêîrade bûye, li beramberî bêîradebuyînê neçar maye, dînamîzma xwe wenda kiriye, ji ber vê yeke buye civakek ku bi tunebûne re rû bi rû maye.

‘TENÊ BI BERXWEDANÊ FAŞÎZM DIKARE WERE HILWEŞANDIN’

Li dijî hemû êrîşên faşîzane gelê Kurdistanê û ciwanên wê, dîsa beşên çep-sosyalîst hemberî her cureyê polîtîkayên qirkirinê, her kêlî li her deverê di nava berxwedanê de ne û îspat kirine ku wan ala têkoşînê bilind kirine. Gelê Kurdistanê ji Rêber Apo, ji PKK’ê û ji zarokên xwe yanî berxwedana Gerîla a efsanewî hêz û moral girtiye û tevlî berxwedanê bune. Di her fersendê de gelê Kurdistanê nîşan daye ku ew ê li hemberî faşîzma TC’ê tu carî serî netewînin. Di nava pêvajoya pêşveçûye alavên teknîkî yên faşîzmê ku nirxên wê nayê hesibandin ji aliyê gerîlayên azadiya Kurdistanê bi rêbazên hêsan, lê ewqas jî bi bandor pûç kiriye. Ji ver vê jî artêşa faşîst a TC’ê her gav hîlma Gerîlayên Modernîteya Demokratîk di stûyê xwe de hîs dike, bi rehetî nikare razê. Mînaka vê ya herî berbiçav rastiya berxwedana Heftanînê ye. Dîsa berxwedana ku li çiya pêş ketiye, li metropolan hatiye silav kirin. Li ser vî esasî şewata têkoşînê qesra rejîma faşîst a Erdogan dorpêç kiriye. Berxwedana grîla ku li çiya û bajaran pêş dikeve, ji bo gelê Kurdistanê bûye çavkaniya mezin a moralê û bi saya vê gelê Kurd û ciwanên wê xwedî li vê berxwedanê derdikeve. Dîsa li dijî tecrîda girankirî ku li ser Serokatiya me tê ferzkirin, hemû cîhan ji bo azadiya Rêberê gelan Rêber Apo hemû derfet û hewldanên xwe seferber kirine û piştgiriya têkoşîna gelê Kurd a mafdar kiriye. Li dijî hemî polîtîkayên zor, zilm, îşkence û qirkirinê yên tên ferz kirin, Gelê Kurdistanê, ciwan û jinên ciwan, dîsa beşên cep-sosyalîst, karker, kedkar bi hîşmendiya ku wê serkeftin tenê bi berxwedan û têkoşîna berfireh pêk were, koka faşîzmê biqelîne.

‘PÊNGAVA ‘DEMA AZADIYÊ YE’, ŞIYARA AZADIYÊ YE’

Taybetmendiya vê pêvajoyê hem ji bo Kurdistan, hem Tirkiye, hem jî Rojhilata Navîn ew e ku çarenûsê diyar dike. Ji ber vê berxwedana li dijî faşîzma TC’ê pêş dikeve, destpêkê ji bo gelê Kurd û tevahî gelên bindest êdî jiyana azad û mirovî ku heqe, ferz dike. Di pêvajoyek wiha de ji aliyê KCK’ê pêngava “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye” hatibû îlan kirin, ev pêngav li dijî faşîzma TC’ê ku teslîmyetê, bêîradebuyînê û polîtîkayên jiyanê xelas kirin ferz dike, şiyara azadiyê ye.

‘EGÎD CIVYAN BÛYE DERWÊŞÊ HEMDEM’

Li ser vî esasî fermandarê me ê mezin Egîd Civyan ku di nava têkoşîna me ya azadiyê de bûye xwediyê berxwedanek sade, di çavên gelê me yê Şengalê de bûye Derwêşê hemdem, û herî dawî dijî faşîzma TC’ê li kelha berxwedanê li Botanê têkoşînek bêhempa kiriye û şehîd bûye. Di şexsê fermadarê mezin Egîd Civyan de em seferbertiya tevlîbûna nava refên gerîla radigihînin.

‘EM BI KEDA MEZIN A SEROK HENE’

Îro ger em wek Kurd dikarin bêjin em hene, ev bi keda mezin a Serokê me, bi berxwedana şehîdên me ê qehreman û bi saya têkoşîna gerilayên fedayî ku xwînê bi dijmin dide vereşandin pêkan e. Ger îro li çiyayên Kurdistanê û taybet li Heftanînê rastiya Gerîlayên berxwedêr neba, li bajaran Kurdekî nikarîbû yek deqê hîlmê bigre. Îro di bin şert û mercên faşîzmê ger em hîlmê distînin, ev di encama berxwedana Gerîla û bi têkoşîna şehîdên me yê leheng derketiye holê. Ji faşîzma AKP-MHP’ê tolgirtin û hesabên pêwiste werin pirsin hene. Ev bi riya rast bi ser xistin encax bi tevlîbûna nava têkoşîna gerîla pêkan e. Ciwanên Kurdistanê pêwist e tucarî Kemal Korkutan, Şerzan Kurtan, Ugur Kaymazan, Ceylan Onkolan û Cemil’yan ji bîr nekin. Herroj Ciwanên Kurd bin panzeran de tên hecîqandin, di zindanan işkenceyan dibînin û tên qetilkirin, pêwist e ciwan bibe hêza tolgirtina wan hemûyan. Di rewşek wiha de ku dewleta faşîst a TC’ê hemû hebûna xwe xistiye van êrîşên faşîzane, nayê qebûlkirin ku ciwanên Kurdistanê li cihê xwe bisekinin û li dijî vê bêdeng biminin.

‘GERÎLABÛN ŞERTÊ HEBÛNÊ YE’

Di vî warî de ji bo ciwanên Kurdistanê gerîlabûyîn tekane şertê hebûnê ye. Gerîlabûyîn meşa ber bi heqîqeta xwe ve ye û mîna derwêşan xwe helandina li ber heqîqetê ye. Xwe ji qirêjiyên pergalê paqij kirin, ditîna nirxên xwe ê cewherî, di kesayeta xwe de jiyana azad ava kirin û xwe gihandina pîroziyê ye. Gerîlabûyîn tekane temînata xwegihandina jiyana tê bêrîkirin û bixwe jiyana birûmet e. Li ser vî esasî ji bo hemû ciwanên Kurdistanê û jinên ciwan bikarin bêjin ez jî xwedî jiyanek birûmet im, pêwist e cihê xwe di nava vê berxwedana gerîla a dîrokî de bigre. Ji bo zarokên Kurdistanê sibê hin azadtir bikarin bijin, pêwist e ciwanên Kurdistanê bibin gerîla û cihê xwe nava refên berxwedanê de bigirin.

‘GERÎLABÛNA AZADBÛN E’

Çawa ku Ciwanên Kurdistanê di sala 2014’an di pêvajoya Berxwedana Kobanê de bi seferberiyê tevlîbûn, sinor nas nekirin, barîkat derbas kirin û berxwedanê pêşxistin, îro jî bi heman rihê seferbertiyê ji bo li çiyayên azad ê Kurdistanê faşîzmê tune bike xwedî heman baweriyê ye. Li ser vî esasî destpêkê 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê em pîroz û silav dikin. Em bang li hemû Ciwanên Kurdistanê dikin ku bi şexsê fermandarê mezin Egîd Civyan tevlî Serokatî, azadiyê û refên Gerîla bibin. Gerîlabûyîn azadbûyîn e, gerîlabûyîn Serkeftin e!


Source link

About Hooshyar

Check Also

وێنه‌.. خاوه‌ن پێداویستییه‌ تایبه‌ته‌كان له‌گه‌شتێكی به‌هاره‌دا

رۆژی هه‌ینی له‌لایه‌ن گروپی شاخه‌وانی به‌هاره‌وه‌ گه‌شتێگی شاخه‌وانی بۆ خاوه‌ن پێداویستییه‌ تایبه‌ته‌كانی سلێمانی ساز كرا. …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *