Jin TV: Em hîn bi xurtî dest bi dema nû ya weşanê dikin


Desteya Weşanê ya Jin TV li ser dema nû ya weşanê daxuyaniyek weşand û ragihand ku dema weşana nû ya 2’emîn wê 2’ê Mijdarê dest pê bike.


‘JI KOVARA JINÊ BER BI JIN TV VE’

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Weşana me ku 8’ê Adara 2018’an bi şiyara ‘Dengê Jinê, Rûyê Jiyanê’ dest pê kir, 2’ê Mijdarê roja Duşemê dest bi dema weşana nû ya duyemîn dike.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Li dijî koletiya 5 hezar salî, ji bo şaristaniyeke nû ya ku têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinê nakokiya zayendîperestiya civakî ji holê rakiriye, bi navê Jin TV em ‘hîn bi xurtî’ dest bi dema nû ya weşanê dikin.”

GELEK BERNAMEYÊN NÛ, WEŞANA ZINDÎ…

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji Rojava, Başûr, Rojhilat, Mexmûr, Amed, Stenbol û studyoyên navendî wê gelek bernameyên aktûel, civakî, siyasî, çandî, ekolojîk û zarokan bên amadekirin û hate gotin, “Bi nûçeyên Kurdî, Tirkî û Erebî, her wiha bi bernameyan em ê rastiyê bigihînin jinan û bibin dengê rastiyê.

Li gorîd ema Ewropayê saet di 06:00, dema Bakur û Başûr saet di 04:00 û dema Rojava saet di 05:00 de bi manşetên rojnameyan û nûçeyên rojane em ê bi Kurdî dest pê bikin. Li gorî dema Ewropayê saet di 08:00 de li gorî dema Bakur û Başûr saet di 06:00 de û li gorî dema Rojava jî saet di 07:00 de weşana me wê bi manşetên rojnameyan û nûçeyên bi Tirkî dewam bike.

Bi 11 bernameyên li Rojava, bi 9 bernameyên ji Başûr û Rojhilat, bi 4 bernameyên ji Bakur, bi 7 bernameyên ji Tirkiyeyê û bi 2 bernameyên ji Mexmûrê, her wiha bi dosyayên xwe yên taybet û weşanên zindî di dema weşana nû de em ê bi temaşevanan re bin.

Ev amadekariyên me hemû divê weke nîşaneya asta me ya di weşangeriyê de bê dîtin.”

JINÊN KEDKAR…

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku yek ji taybetmendiyên girîng ên ku Jin TV ji qenalên din ên televîzyonê cihê dike ew e; ji kameravanan heta rejîsor û pêşkêşvan û mêvanan, hemû jin in û saziyeke weşanê ye ku di navenda wê de jin hene.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di dema weşana nû ya 2’emîn de wê li dijî kodên zayendîperest ên civakî rawestin û di vê xetê de bimeşin.

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Bêguman di vê rêwîtiya zor û zehmet de pêwîstiya me bi piştevaniya jinan heye, ku em dixwazin wan li gel xwe bibînin. Em bang li jinan hemûyan dikin ku li Jin TV temaşe bikin, piştgiriya Jin TV bikin û bibin nûçegihanên dilxwaz ên Jin TV.

Jin TV bi jinan afirî, bi jinan heye û wê bi jinan hebe.”


Source link

About Hooshyar

Check Also

Biden Piştî Operasyona li Sûrîyê Bang li Îranê Dike ku Baldar Be

Serokê Amerîka Joe Biden dîyar kir ku divê kiryarên Îranê bê ceza nemînin. Biden ew …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *