Ji rêxistinên jinan deklarasyona piştevaniyê, kampanya îmzeyan


Kampanya bi daxuyaniyeke nivîskî hate ragihandin û tê de wiha hate gotin:

“Li sere sasê baweriya me bi têkoşîn û fedekariyên jinên cîhanê ji bo azadiyê û edaleta civakî ji bo jinan, divê em fedekariyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şoreşa Rojava de ku bi şoreşa jinê tê nasîn û destkeftiyên ku jinan bi dest xistine, bi bîr bixin. Van destketiyan nirxeke zêdetir da têkoşîna jinan. Hemleya ku îro dest pê dikin, wê heta 25’ê Mijdarê dewam bike. Armanca hemleyê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ku tê de navên rêxistinên piştgiriyê didin hemleya me bên bibîrxistin. Ev hemle her wiha ji bo em piştgiriya rêxistinên jinan ên cîhanê ji bo destketiyên şoreşa jinê, bigirin û li dijî hemû rengên dagirkerî, qirkirin, emperyalîzm û faşîzmê bisekinin ku li gel bêdengiya hemû rêxistinên hiqûqî yên cîhanê û bêdengiya navneteweyî pêk tên.”

Lînka îmzeyan a ji bo kampanyayê wiha ye:

https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLScvYTmQZl4ZEbuIVQCehs5Kh3d1CRiVvCPEp1TvAlh2O

Rêxistinên ku mohra xwe danîne binê kampanyayê:

Kongreya Star

Meclisa Jinên Sûriyê

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê

Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriyê Demokratîk

Yekitiya Jinên Ciwan

Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinan

Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Komeleya Aştî ya Mirovî

Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan

Rêxistina Mafên Mirovan

Rêxistina Aşna ya Pêşveçûnê

Rêxistina Maya

Rêxistina Doz a Civaka Sivîl


Source link

About Hooshyar

Check Also

KCK ji malbata Kak Mistefa Seyîd Qadir re sersaxî xwest

Konseya Rêveber a Koma Civakê Kurdistan (KCK) bi peyamekê sersaxî ji malbat û xizmên Kak …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *